Şerê kundan û qijikan

  Reşad Şeref 

xwendinek di pitûka (Destana şerê kundan û qijikan) de.
Ev pirtûk ji weşanên nûbihare, hejmara 35 di sala 2007an de li Stenbolê hatiye weşandin, ya nivîskar R.Yilmaz (Gernas Koçer).

Ezê ji navê pirtûkê destpê bikim, ji gotina destan. Di nêrîna min de gotina destan li ser vê pirtûkê şaşe, ji ber destanên cîhanî yên bi nav û deng, çîrok û serpêhatiyê gelêrîne û nivîskarê wan ne diyarin û ji demekî herî kevn de hatîne, ji lewre gelek kiryar û bûyer tên gotin ne li gorî hiş û ramanên mirovane.
Mînak: Gilgamêş, ozêsa, hezar şev û şevek, kawayê hesinkar û mem û zîn. Gelek bûyer û serpêhatî di van destanan de hene xiyalîne. Nimûne ji destana kawayê hesinkar: Tê gotin ku du mar di nav polên Ejdehak de derdikevin, xwarina wan jî mejiyê mirovane, ev çîrok li gelek herêmên kurdistanê tê gotin hetanî roja îro, pîr û kal ji devê hevûdu digrin. Destana Mem û Zînê tê gotin: Ku cin textê Zînê tînin û li odeya Memo datînin, bi nîvê şev ê hetanî banga sibehê ji xwere suhbetê digrin û gustîlkên xwe pêk diguhêrin.
Lê! Ev pirtûka li ber destê me, mamoste Gernas nîşan daye ku fîlosofê hindî Beydeba nivîsîye . Nexwe; ne destane ev berhem vedigere kesayetî û zanebûna wî. Pirtûka kelîle û dimne bi şêwey ê romanê hatiye nivîsîn. Gernas bi şêweyekî helbestî pêşkêşî xwendevanan kiriye û gotiye: Ev destan ne wergereke. Gelo ! Ev berhem bi kurdî heye? Yan hem wergerandiye û heman demê de bi şêweyê helbestî nivîsîye?.
Ev tişt nehatiye ronîkirin ji layê nivîskar ve. Em vegerin naveroka pirtûk ê,Gernas bê dudilî gelek cefa kişandiye hetanî ev berhem gihaye li ber destên xwendevanan û bi terzê hevdeng( nezma mesnewî ). Hêjayî gotinê ye; Gelek helbestvanên kurd ên klasîk bi vî rengî helbestên xwe ristine, ji wan: Seyadayê Ceger xwîn, seydayê Tîrêj û Melayê Cizerî. Diyare ku nivîskar xwedî şiyane û ferhenga wî ya herî zengîne. Mifa ji zaravê xwe yê koçerî girtî ye, ê ku nivîskarê rûsî Meksîm Gorkî di derbarê wî de dibêje: ( Eger tu dixwaze fêrî zimanê miletekî ê resen bibe, xwe bighîne koçerên wî miletî ) û xwe timî dûrî bi karanîna gotinên biyanî kirye û bi zimanekî sanahî hatiye honandin û ristin bi zû mirov dikare ejber bike, bi taybetî zarokên kurda eger ev helbest, di dibistanan de bête xwendin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...