BANDORA MIHRACA IBIN EBBAS(*) LI KULTÛRA CIHANÊ

Salih Bozan

Di dîroka wêjiya cihanî de, hemû berhemên ku mijara wan cihana din e, jê re dibêjin “Wêjeya Cihana Din”, yan jî “Wêjeya Dîtinê”. Keleporeke weha ya wêjeyî di kultûra cihanî de navdar e, nemaze di şaristaniyên kevnar de. Dibe ku nêrînên me ne yek bin li ser mebestên danerên van wêjeyana, yanî sedemên bingehîn ên afiramdinê çibin?. Lê bêguman ramanên serdema daneran bi xwe sedemên sereke ne ku ew mecbûr kir li ser Cihana Din bifikirin. Heta ku em di warê olî de jî li van mihracan binihêrin, bê guman danerê oldar berî her tiştî ramanên civatê diyardike.
Di kûrbînê de xuya dibe ku jêderên nêrînên û ramanên van daneran ji vê cihanê derketine, ew nêrîn û ramanan landikên demên wan in. Kesek ji van daneran ji çand, raman, û endîşeyên demên xwe dûr neçû ye. Wan nakokiya (Entaganîzm) ramanên serdema xwe dihûnan. Û wek em dizanin, gava civatek li ber guhertineke mezin e, bawerî bi ramanên kevin lawaz dibe, namîne, lê ramanên nû jî hîn serî xwe ji pizava yên kevin bi temamî dernexistine. Bi gotinên me yên niha ew hewceyê şoreşekê civakî û aborî ne. Di rewşeke weha de endîşe xurt dibin. Ev endîşena çavdêriyê li pêşerojê dikin, pirsên ku mejiyê mirov hîn nikare persivan bide, endîşe persivan ji cem xwe de çêdike û dide. Di vê rewşê de ne pêwîst e bersiv rast in yan efsan in. A pêwîst ku vêsekê didin mejiyê netebitî.
Eynî ku têkiliyên danerên van berhemên li ser Cihana Din bi hev re nînin, dîrok, ziman û coxrafiya wan cûda ne jî, lê ez di wê baweriyê de me ku haya wan ji hev hebûn, tiştek ji berhemên hevdu di rêyekê re bihîstibûn, yan xwendibûn, û ser hev re zêde kirin, yan kêmkirin.
Bêguman hemû nêrînên li ser cihana miriyan ji ramanên olî derketin. Ji pirsa bingehîn a mirovên siftehîn pirsî: “Gelo çi li piştî mirinê heye?”. Dibe ku efsanên siftehîn dixwestin meseleya tinebûna li paş mirinê li mejiyê mirovan sivik bike. Lê gava olan biryar da ku piştî mirinê ne tinebûne, a cihaneke din heye, wan wê çaxê pirsgirêkeke din, ji ya siftehîn mezintir di mejiyê mirovan de çêkirin. Wê pirsgirêkê nivî ramanên mirovan bir ser jiyana piştî mirinê. Û şaristaniya mirovatî giş bi vê meseleyê de girêdaye. Em dibînin her olek ramanên samdar li ser wê cihanê ji bawermendên xwe re dibêje. Yanî mirov ne bes êdî ji mirinê ditirse, a ji jiyana piştî mirinê, ji ber ku gunehên wî dibin sedema biçe Dojehê.
Ku em mebesta olî dînin aliyekî, em ê bibînin ku nivîsa Çîroka Isra û Mihracê ya li ser zimanê Pêxember Muhemmed hatiye gotin a yekem e di wêjeya erebî de. Gor çavkaniyên li ser ramanê Erebên berî Îslamê, baweriya wan bi Cihana Din tinebû, bi kêmasî lawaz bû. Ku hinek ramanên li ser Cihana Din di mejiyê wan de hebûn jî, ew ji kultûra zerdeştî, cûhî, û xirîstanî girtibûn. Nîşana vê rastiyê peyvên farisî û ibrî (Hibro) yên ketine zimanê QURANê. Erebên dema Pêxember digotin, gava mirov dimir e, ew dibe ax. Loma dijî vê ramanê Xwedê di QURANê de dibeje ku ew kare hesitiyên riziyayî zindî bike.
Mesele ne bes li vir bi dawî dibe, belam em dibînin ku Mihracên olî bûn cavkanî ji danerên din re. Helbestvan û fêlesûfê Ereb ê gellek navdar Abû Ela Muarrî (963 yan 973-1075) pirtûka xwe ya binavûdeng “BEXŞÎNNAME” (Bi erebî:Rîsalet Elxufran) li ser bingeha Isra û Mihraca Ibin Ebas ristiye.(1)
Dibe ku ne pir tiştekî girîng e, gava helbestvanekî Ereb çîroka Isra û mihraca Ibin Ebbas ji pirtûka xwe re dike bingeh. Ji ber ku kesekî ereb ê ku xwendinê dizane û Isra û Mihrac nexwendiye nîne. Lê ya balkêş ew e, ku Îsra û Mihraca Ibin Ebbas bibe çavkaniyek ji çavkaniyên helbestvanê îtalî yê gellek navdar Dantî (Dante 1265-1321) ji bo pirtûka xwe ya bi navnîşana (Komîdiya Xwedêtî “The Divine Comedy”). Gor Liwîs Ewed rojhilatnasê ispanî Asîn Blasyos di pirtûka xwe ya li ser vê mijarê dibêje:    “Ji kok û bingehîn de, têkileyek di navbera çîroka Mihracê û pirtûka Dantî de heye”.(2) Ji bir ku Mihrac hatibû wergerandina zimanê latînî. Weke Liwîs Ewed dibêje, çavdêrekî ispanî bi navê Xosê Sonyoz di sala 1949 de sê destnivîsên wergerên kevnar ên Mihracê bi zimanê ispanî, latînî, û firansî weşandin. Ev her sê werger di serdema Fonso yê Dehemîn de (Fonsoyê Zanyar) hatine wergerandin. Ev Fonso di dema (1252-1284) de qiralê herêmeke ispanî bi navê Kastêla bû.(3)
Gor Liwîs Ewed nivîsek heye, nîşan dide ku wergera latînî û firensî di sala 1264 de bû ye, yanî berî ku Dantî were vê cihanê bi salekê. Di van wergerand de gellek tişt û nûçe henin, di Mihracên em dizanin de nînin. Loma Liwis Ewed texmîn dike ku nivîseke Mihracê ya din bi zimanê erebî hebûye, ew nivîsa hatiye wergerandina van zimanan, lê ew nivîsa erebî negihîştiye me. Yanî wenda bûye. (4)
Ez dixwazim bibêjim ku me di Isra û Mıhracê de xeyne aliyê olî li tiştekî din nenihêrî û negeryan. Ê ku cara yekem bala nivîskar û xwendevanên Ereb kişand aliyekî din ê Mihracê nivîskarê Mesrî Liwîs Ewed bû. Loma zanyarên îslamî bi tûndî êrîşe wî kirin, ji bo ku Liwîs Ewed di aliyê ramyarî de li Îsra û Mihracê nihêrî. Wî di gotareke xwe de nivîsî: “Îsra û Mihrac” a Ibin Ebbas nivîsareke kultûrî gellek hêja û giranbuhaye, û gereg em di aliyê keleporê de jî lê binihêrin û miqate bin”.
—————————————-   
*. Beşek ji pirtûka min (Çîroka Îsra û Mihracê.Hewlêr 2013).

HINEK ÇAVKANÎN
1. Liwîs Ewed (1915-1990) ramyar û nivîskarekî misrî yê navdar e.Vegere pirtûka             
    wî: “LI NÊZ MIHRACÊ. Weşana Dar Elhilal.Mesir. rûpel118.
2. Ew jî. Rûpel 139.
3. Ew jî. Rûpel 139.
 4. Ew jî. Rûpel 141.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…