VEXWENDIN: Kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewşenbîran li dar dikeve

Di kêlîkên dijwar ên şkandin û rûxandina dîwarên tirsê de, di kêlîkên ku dîroka bindestan li Qamişloyê bi xwîneke pîroz dihate nivîsandin de û piştî serdemên binpêkirin û çewisandinê, piştî hewldanên ji holêrakirina nasname û taybetmendiya mirovê Kurd, kurdên 12ê Avdara 2004ê serî li hemberî zor û stema dagîrker û nijadperetan hildidan, di wê serîhildanê de, wateyên hebûnê dihatin guhertin û giyanê kurd bi sirûdên azadiyê dihate rapêçan. Di heman kêlîkan de, li derveyî welêt, dengvedan û rengvedana serîhildana Qamişloyê bi gelek awayan û bi şêwazên cihêreng ên çalakiyan rûdidan.
Damezirandina Hevgirtina Rewşenbîran jî, di Nîsana 2004ê de, serencama berxwedan û xwîna mezin a şehîdên Qamişloyê bû. Li bajarê Sandvikena Swêdê, bi alîkariya welatparêzên kurd, bi mebesta avakirina saziyeke rewşenbîrî, komek rewşenbîr civiyan û biryara çalakkirina rola rewşenbîran û geşkirina cîhana çand û ziman û huner û ragihandina kurdên Rojava, dan.
Hevgirtina Rewşenbîran, hetanî kongireya xwe ya sêyemîn jî, bi awayekî çalak tevdigeriya, birêvebirina malpera rojava.net, Kovara Urkêş, li gelek welatên ewrupayê li darxistina simîner û çalakiyan; hin ji xebatên wê bûn. Lê serê çend salan in, li pêşberî astengên aborî, civakî, îdarî û takekesî jî, Hevgirtin naçar mabû ku bêdeng bibe û xebata xwe ya di çarçeweya karên hevbeş ên rewşenbîrane de rawestîne.

Em, hin damezrêner, hin endamên komîteyan, xwe wek berpirsên rawestana Hevgirtinê dibînin û em ji nû ve hewl didin ku, Hevgirtinê, bi lidarxistina kongireya wê ya çaremîn (25-26. 01. 2014) çalak û ektîv bikin da ku erkên xwe yên dîrokî, di van qonxên hestyar û çarenûsane de, pêk bîne.

Banga me ji bo hemî rewşenbîran ku, bi çalakî beşdarî kongireya çaremîn bibin, piştgiriya kongireyê bikin, destên xwe têxin destên me de, da em bi hev re, kongireyeke serkeftî biafirînin.

Her wisa banga me bo hemî hêz û sazî û rêxistinan jî ku piştgiriya kar û barê kongireya me bikin û di hemî waran de alîkariya me bikin.

Bi mebesta ku Kongireya Çaremîn xwedî li vê qonaxa dîrokî derkeve, bi mebesta em dest bi karekî bikin; karekî ku hêjayî xwîna mezin a welatê me be, ku hêjayî giyanê şehîdên şoreşa Rojavayê Kurdistanê be, em rewşenbîrên kurdên Rojava (nivîskar, helbestvan, şêwekar, rojnameger, şanoger û sînemager) bi dilgermî vedixwînin Kongireya Çaremîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê..

Komîteya amadekar a kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (H.R.R.K)

24. 12. 2013

TÊBÎNÎ: Ev vexwendin ji boyî endamên Hevgirtinê û ji boyî hemî rewşenbîrên li derveyî Hevgirtinê ye.
ji boyî rê, cih û mayînê, tika ye li ser e-peyama jêrîn me agahdar bike:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Piştî hilweşandina rejîma ku bi dehsalan welatȇ Sȗriya bi sitem û zorê birêve dibir, û di vê qonaxa hestiyar ya biryardar de ji dȋroka sȗriya, ȗ di nav van guhertinan de, kurd li hember kȇlȋkeke dȋrokȋ ȗ veguhertineke siyasȋ ya kȗr in, derfeteke dîrokî kitiye di riwȇ kurdan de, ku…

Li gor hewildanên ji bo pêşketina rewşa çandî û destekdayîna ronesansa wêjeyî û ronakbîriyê di herdu cîhanên Kurd-Ereb de û bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî navbera miletên herêmê bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhereke wêjeyî û ronakbîrî ya resen; em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin, ku…

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…