Nelson Mandêla Di navera xelata Ataturk û gelê Kurd de

 Konê Reş

   Di sala 1992 an de, komîta hilbijartina xelata Ataturk a aşîtiyê, Nelson Mandêla, serokê kongera netewiya Afrîqya başûr (A.N.C), babetî xelatê dîtin, û xelat ji bo wî hate dayîn. Lê Reşikê dil spî, siyasiyê bi nav û deng, kevintirîn girtiyê zindanên cîhanê Nelson Mandêla ew xelat qebûl nekir, û bi mêranî sedemên redkirina xwe ji rojnamevanên cîhanê re şirove kir û bi vî rengî got:
 ( Ez nikarim xelateke wiha bigirim.. Xwe bixin şûna kurdan, hingê hûnê zanibin bê çima ez vê xelatê red dikim..)
   Bê guman, redkirina pêşewayê Afrîqî, ji vê xelatê re hişt ku nav û dengê kurdan, zilm û zora ku li wan tê kirin, li tevî cihanê belav bibe, nemaze ew zilm û setema ku li kurdên bakur dibe, û bi tevayî li kurdên kurdistnê. Hem jî hişt ku gelên cîhanê serwextî mafê mirovan bibin ku di tirkiyê de tune ye, û ew maf di bin lingan de tê perçiqandin.. Vêca ji encamên wê redkirinê, wezîrê dewleta tirkiyê Şerîf Ercan bangek deranî û têde got: (Yên ku li hember yekîtiya tirkiyê şer dikin nehiştin ku Nelson Mandêla xelatê bigire, yana camêr xelat red ne dikir…)
   Di sal1993 an de jî, komîta helbijartina vê xelatê, bi serokatiya Sulêman Demirel civînek li darxistin û li gor pîvanên xwe kes berbiçav ne dîtin ku wî, ji xelata Ataturk re hilbijêrin, ji ber ku ji sala çûyî tirsiya bûn…Vêca ev xelat di sala 1993 an de jî, bê xwedî ma.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…