bi kû de reviyan….!!

Xelîl Kalo

Em li kû man , ew li kû man ,welat valabû..?!!!!! em li kî di pirsin van rojan ,e wên ma nasdikirin çi dûr çi nêzîk ,dibêjin welle çûne kurdistana başûr yan stenbolê yan jî gihane  ewropa ..başe bi şev çûn yan bi roj…..??  çi bi şev û  çi bi roj ew  cawaziya pir mezin nîne.tenê deme….!bere herin, ser tilî bi wirde û bin pehnî bi virde …lê gelo ma ew li xwe carekê na zivirin û li axftinên xwe na vegerin û dobare nakin û li ser na rawestin.
ku ewe şorên qelew hînan di gohên heval û dostên wan de ne . yan jî  yên gelekan ji wan li civat û qolanan, li ser malper û fêsbûkan hînan ziwa nebûne ,yê ku di got ez nivîskarê gelim , yê dîtir lê di divegeran  weke dîkê berbangê û digot ma ez …? ma yên weke min hene…? ez rewşenbîrê bîr, raman û koka gelê kurdim û siyasetmedarê 50 saliyê doz û dîrokême .yê dîtir li hemûyan di vegeran û  hê ew weke çîçika nû ji hêkê derkeve û hinan jî ji di got weke melayê ku bi tecwîdî bi xwîne : ez şoreşgerê şevê me û çalakvanê binav û dengê dora dinê me …!!

Bavo wey bavo ….ne wilo pesin û ne wilo rev …!!! te bazde… oxirbê ji tere .lê ma ev çi şor û axaftinin sextene..?? hê em saxin û ne mirine…derw li saxan nabin tenê belkî li miriyan. lê heme ew jî na bihîzin, yan jî yê we nasnekê ji nêz ve..!!ne wilo mirov rêza xwe digire…?   heme  tenê rêz û hurmete kesê mayî li welat bigirin ..erê raste yê meyî li welat tev pîr û zarok û jinin. lê heme bi hestin ..xwîn û goştin ..ma ne wan ji were wextekî  li sikakên Qamişlo ,Dêrikê û amûdê …..hwh…li çepkan didan û  di gotin belkî ev pêşeweyên  paşeroja  me bin .heme wan bînin bîra xwe û ji wan fedî bikin .bese tenê  wan gotinên qelew û bê nişa , bê wate û bê berhem û vala bikin .wî çaxê emê ji we gelekî razî û memnûn bin ..hal  û pirgala me ne besî me,vêce derew û pesnê weyî ne di cih de û yên bê beramber  ji me kêmin ….

25.11.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…