Subhî AhmadLi gor îro ku ez dibînim gereke ziman ji hev neyê veqetandin li gor profesyonêl û akadimisyanan bê perwerdekirin û hînkirin, ji ber ku zima ê li gor bigeh û rêzikan be ew ziman xurt û xwedî roleke bi hêz e.Em dikarin xwe bi zimanê xwe mezin bikin û xwe bi hêz bibînin qural û qanûnên di zimanê cîhanê de, ew di zimanê me de jî hene, serê me bi zimanê me bilinde gereke em jî lmîna xelkê ziman peristbin ev jî mafê meye, ger me zimanê xwe parast wê demê me xak û dîroka xwe jî parast û me netewa xwe jî parast, birastî îro pêdiviya zimanê me bi hin pispor û zimanzanan heye gereke komên perwerda akadimîk pêkwerin ûzimanzan li hev kombibin û konfirasan li dûv hev pêkbînin ji berku ziman wek destê şikesti û şaş bi hev ve bûyî tê bikaranîn.
Zimanê kurdî zimanê dengdêran e ew jî gelekî nazik e. Gereke hin quralû qanûn ji bo bikaranîna rêzikan bên danîn, li gor sîstemeke hevgirtî bi rê ve here, wê demê em dikarin bêjin em xwedî zimanekîli hev hatî û cih girtî nedem hatiye ku em saziyên akadimîk pêkbînin u bê cuabûn, kurdan li hev kombikin perwerdeyek hevgirtî pêkbînin, yekbûna têgînên rêzimanî pêkbînin bi rengekî duristhemî êlementên ziman bikarbînin. Pêdiviya me bi seraskirina bikaranîna peyvan heye, ji ber ku peyvên zimanê kurdî şaş hatine bikaranîn gereke ew li gor rêziman bên serestkirin ji ber ku îro ew sazîyên kurdisanî yên akadimîk tune ne lewre em bikaranîna peyvan dikevin nav gelek şaşiyan deû van şaşiyan cihê xwe di nav ziman de girtine. Li gor rewşa îro derfet û imkan peydabûne ku em karibin bi rengekekî lezgîn çareseriyê ji van şaşiyan re bibînin.
Em kurd bi zimanê xwe tên naskirin çiqas em li zimanê xwe xwedî derkevin havqas em li xwe xwedî derdikevin, di dîrkê de çiqas me li ber xwe daye hewqas me ziman û netewa xwe parastiye, lê ji ber bindestiya me hevqas demek dûvdirêj êzayîî û zehmetî kişandiye hevqasî ziman jî ew kişandiye. Ziman hatiye talankirin û ji hev xistin û dizîn û li ber me hatiye reşkirin. Dem hatiye ku em îro li zimanê xwe xwedî derkevin, pêdiviyeke lezgîn bi konfrasên ziman heye û giringiya yekbûna perwerde û hîkirina ziman jî gereke







Şîrove (0)