`Balindeyên Li Ber Bê` bi Kurmancî derket

  Duyemîn Romana Eta Nehayî, “Balindeyên Li Ber Bê” di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soarnî bo kurmancî hatiye wergerandin. Berî bi salekê yekem romana Eta Nehayî, Gulên Şoran jî bi kurmancî çap bûbû û xwendevanên kurdî jê hez kiribûn.

Haşim Ahmedzade, di “Romana Kurdî û Nasname” de, vê romanê wek romana herî zehmet a Nehayî nîşan dide: “Di romana xwe ya duyem, “Balindekanî Dem Ba” de Eta Nehayî serî li teknîkek vebêjiyê ya bêtir tevlihev dide û ev yek zehmet dike ku mirov romanê xulase bike.
Roman vebêjek paralel a du jiyan û qederên ku pirr dişibin hev û nêzî hevdû ne. Bi rastî, mirov dikare bibêje herdu vebêj du wech an du rêbazên vegotina yek û eyn çîrokê ne. Herdu vebêj wek jinûdetarîfkirineke hûrgilî ya demên borî xuya dikin. Romanê, digel taybetmendiyên wê yên têra xwe wêjeyî û estetîk, misyonek siyasî jî hilgirtiye. (…) Di herdu vebêjan de jî leheng, Mihrîban û Ferhad dimrin. Tenê vebêjerê çîrokê, “Ez”ê xeyalî sax e. Bi gotineke din lehengên din afirînerên ev “Ez”ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyanên Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne ku beriya extiyar bibin teqawid bûne. (…) …Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema “Balindekanî Dam Ba” an “nifşê jibîrbûyî” de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide.”

Eta Nehayî Di sala 1960î de li bajarê Bane li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Qonaxa seretayî û navendî li dibistanên bajarê Bane qedand. Qonaxa paş navendî, li enstîtuya mamosteyan, li bajarokê Weramîn yê nêzîkî Tehrana paytexta Îranê, xwend. Dû re di sala 1978an de bû mamoste û sê salan li dibistanên gundên Kurdistanê ders da zarokan. Piştî şoreşa îslamî ya Îranê bi tawana çalakiyên siyasî pêlekê hat girtin û ji mamostetiyê jî hat avêtin.
Eta Nehayî ji zaroktiyê ve hogirê xwendin û nivîsandinê bû. Pêşî bi nivîsandina helbestê dest pê kir. Di temenê şazdeh saliya xwe de helbest bi zimanê kurdî nivîsand. Di temenê hivdeh saliyê de li enstîtuya mamosteyan yekemîn çîroka xwe nivîsî û ji ber wê yekê ji aliyê berpirsên enstîtuyê ve hat tembîkirin. Piştî şoreşa sala 1979an bi awayekî cidî dest bi nivîsandin û belavkirinê di kovarên kurdî yên li hundir û derveyî welêt kir û yekem kitêba xwe ya çîrokan di sala 1993an de li rojhilatê Kurdistanê çap kir. Ji wê demê û heta niha li rojhilat û başûrê Kurdistanê sê kitêbên çîrokan, sê roman û dehên gotarên edebî û teorîk belav kirin. Herwiha antolojiyeke çîrokên hevdem yên farisî û çend romanên baştirîn romannivîsên cîhanê wergerandin zimanê kurdî û gotar li ser wan nivîsandin.
Bi zimanê farisî jî, ji xeynî çend gotar û hevpeyvînên edebî û çendîn çîrokên ku di kovarên farisî yên Îranê de belav kirine, li ser daxwaza dezgeha mîrata çandî ya Îranê, li Tehranê, kitêbek jî li ser edebiyata destanên kevin yên kurdî bi navê Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê nivîsandiye. Beşdarî piraniya semîner, kongre û festîvalên edebî û rewşenbîrî yên rojhilatê Kurdistanê bûye. Herwiha beşdarî hejmareke zêde ya semîner û festîvalên edebî li başûrê Kurdistanê (Hewlêr û Silêmanî), û bakurê Kurdistanê (Wan û Amed) ê bûye û gotar xwendine.
Di sala 1984an de li ser daxwaza zanîngeha Uppsala ya Swêdê ji bo meh û nîvekê serdana Swêdê kir û li wê zanîngehê û li bajarê Stockholm li ser edebiyata kurdî gotar pêşkêş kirin. Li rojhilat û başûrê Kurdistanê gelek helkeftên taybet yên xwendin û rêzgirtinê jê re hatine sazkirin. Xelata salane ya dezgeha Aras li Hewlêrê di sala 2005an de û xelata zêrîn a Herdî ya afirandinê di sala 2008an de di festîvala Gelawêj de li Silêmaniyê wergirtiye.
Eta Nehayî endamê Yekîtiya Nivîskarên Îranê ye jî. Vêga li bajarê Bane li rojhilatê Kurdistanê rûdine. Kitêbên ku heta niha li hundir û derveyî welêt belav kirine, ev in:
    – Zirîke (Qêrîn), çîrok, çapa Îran, dezgeha çap û weşanê ya Nacî, 1993.
    – Tengane (Tengezarî), çîrok, çapa Îran, dezgeha Mihemedî, 1996.
    – Ew balindeyê birîndar ku ez im, çîrok, Silêmanî, dezgeha Serdem 2005.
    – Gulên Şoran, roman, çapa Îranê, dezgeha Mihemedî, 1997.
    – Balindeyên li ber bê, roman, çapa Îranê, enstîtuya çanda kurdî li Tehranê bi alîkariya dezgeha Jiyar, 2003.
    – Girewa bextê Helale, roman, Silêmanî, belavokên Renc, 2008.
    – Berhemên Giştî, 2 beş, çîrok û roman, Hewlêr, dezgeha Aras, 2008.
    – Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê (Lêkolînek bi zimanê farisî), destûra çapê wernegirtiye.
Şazade Îhtîcab (Hûşengê Golşîrî), James Joyce, J. M. Stewart (Lêkolîn), Mala Ronakan (çend nivîskarên îranî, çîrok), Baronê ser daran (Italo Calvino), Qesabxaneya hejmar 5 (Kurt Vonnegut), Sivikatiya ku nayê tehemulkirin ya bûyinê (Milan Kundera), Dadgeh (Franz Kafka) wergerandine zimanê kurdî.
                                  
Besam Mistefa (z. 1977 li Hesîçeyê), wergêr û helbestvanekî kurd e. Besam Mistefa di sala 1977””””””””””””””””an de li bajarê Hesîçeyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Zaroktiya xwe li Cimayê ya ser bi bajarê Qamişloyê ve bûrandiye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî û lîse li Qamişlo xilaskiriye. Paşê di fakultêta edebiyat û zanînên mirovî, beşê wêjeya îngilîzî li zanîngeha Helebê xwendiye. Di sala 2003””””””””””””””””an de îcaza xwe ya dîploma sitendiye. Pişt re, dora du salan li Qamişlo û gundên dora wê mamostetiya zimanê îngilîzî kiriye. Di 16””””””””””””””””ê rêbendana 2006””””””””””””””””an de derbasî başûrê Kurdistanê bûye. Nivîs û gotarên wî di gelek rojname û malperên kurdî de hatine weşandin. Besam Mistefa endamê desteya nivîskarên kovara Werzî ye, ya bi sernavê Hawara Nû ko ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê derdikeve. Herwiha Besam Mistefa endamê Komîteya Birêvebir ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ye. Endamê redaksiyona rojnameya Rûdaw, a çapa Ewropayê ye. Di sala 2011””””””””””””””””an de, Besam dest bi kurmancîkirina berhemên ji zaravê soranî kir û ji wê demê vir ve, gelemperî romanên sereke yên zaravayê soranî li kurmancî werdigerîne. Besam Mistefa niha dîwaneke helbestan ji bo çapê amade dike.
Niha Besam Mistefa li Hewlêrê dijî (2013.

Wergerên wî

  1. M, çîrok, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta.
  2. Xewna Pîrepindan, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta.
  3. Jineke Xinanî, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta.
  4. Êvara Perwaneyê, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta.
  5. Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta.
  6. Piyale ji bîr dikin min vexwin, helbest, Çinar Namiq, Weşanxaneya Ronahî.
  7. Gulên Şoran, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta.
  8. Hotêl Europe, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta.
  9. Em li vir in, çîrok, Beroj Akreyî, Weşanxaneya Avesta.
  10. Santiago de Compostela, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…