Tu kî yî ?

Tengezarê Marînî

Vê spêdê susreta jiyana min
Roj bi roj
Saet bi saet, mîna fîlmekî, 
di ber çavên min re diçin û tên 
Ez dibim bînerekî qerimşikestî
Ne pêlav êdî dide ser şopa roniyê
Ne tu ji xew hilo dibî

 “ erê, ez dizanim, koka min ji kû tê!
Netêrbûyî lê agir
Hişk lê tême vezîlandin
Kûmir e, tişta dest jê berdidim
Teqez ez agir im“ F. Nietsche

Ez ne Sartre me, ji zelûliya xwe biafrim
Evroka hertişt nerast e
Çi dibe?
Ez nema ez im, 
ew nema ew e û tu jî nema tû yî!
Ez çendî xwe biguvêşim nikarim di te bigihim

„ ji wa stêrkên, 
ku te di wijdanê kujer de çandî
Digel hemî nexweşiyan, ew dilê lêdide
Di sînga qehpekê de
Ew ramanên tu li ser wan kar dikî
Di hişê hev welatiya de,
ku dixwazin êrîşî Bastilê bikin
digel ku dizanin lê nehêja ye“ Paul Celan

Ez li paş im
Neseqa kirî me, xav im
Tu dibînî, her tişt ji min tête veşartin
Li dûv şerekî giran, agahiyên te bi dest dixim, êdî dibe dereng
Li vir, ez jî pêrgî mirinê dibim
Ji xwe tu yê kêlîkên taybetî
Ew e çeka te
Û ez…helbestek im, li şopa te digerim

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…