Roja Helbesta Kurdî li Elmanya 2013, pêkhat

  Do 27.10.2013an li bajarê ESSEN-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li derve 2013 li dar ket.
Hezkerên helbestê ji gelek deveran hatin û li çalakiyê amade bûn, û li helbestê guhdarî kirin.
Jimarek mezin ji helbestvanan amade bûn û helbestên xwe xwendin. Ji wan; Alwan Şivan,  Ciwan Qado, Çîmen Murad, Dîlan Zêbo, Hesen Îrandost, Husên M. Hebeş, Ezîz Xemcivîn, Jan Dost, Mizgîn Hesko, Newaf Mîro, Merwan Elî, Nezîr Palo, Mîvet Cacim, Gulîstan Haco, Jan Agirî, Mihemed Cûcû, Selwa Hesen, Şukrî Gulmiş û Tengezarê Marînî.
Hêjayî gotinê ye ku vexwendin ji hemû helbestvanên ku li Hollenda, Elmanya û Belcîka dijîn re hatibû şandin, hinan lêborîn xwestin û nikarîbûn amade bibin, û hin jî ne bersiva me dan û ne lêborîn xwestin û ne jî amade bûn.
Gotina Roja Helbesta Kurdî  ji aliyê nivîskar Qado Şêrîn ve hate xwendin.
Her wiha hunermendê deng xweş Zuhêr Cemîl jî amade bû û stranek xweş pêşkêşî cemaweran kir.
Nivîskar û helbestvana kurd Mizgîn Hesko ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî ve hate xelat kirin.
Bi çalakiyê re pêşengeha şêwekarê Kurd Raxib Sosanî hate vekirin û bi tabloyên xwe dîwarên hola çalakiyê xemilandibû.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2013an ji aliyê Qado Şêrîn ve hate pêşkêşkirin.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2013an ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Komela Nûbuhar li Essen, hate amadekirin û birêvebirin.
Têbînî: Emê hewl bidin hemû helbestên ku di roja helbestê de hatin xwendin, di rojnama Pênûsa Nû, hejmara 18an de biweşînin.
Komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî li derve 2012an.

Komîta amadekar-Essen-Elmanya

27.10.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…