Gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê

  Komîta amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî Li Sûriyê
Helbestvan ,nivîskar,xemxwarên zimanê Kurdî û mêvanên mehrecana hijdemîn a helbesta Kurdî .
Hûn tev bi xêr û xweşî hatin ,silav û rêz ji we tevan re…..
Bêguman ,ti kar bê westandin û qurbanî sernakeve û nagihe armancên xwe .wek tê zanîn ev bêhtirî bîst sala ye,ku ev Mehrecan bi ked û xebata we tê lidarxistin .
Di nava wan salên bûrî de Mehrecan di gelek tengavî û astengan re derbas bû , lê endamên wê û bi taybetî  komîtên amadekar tûşî gelek alozî ,gef û êrîşên dijwar , ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên rijîma şofînî û xwîn mij ve hatin,û di encama wan êrîş û gefan de hin helbestvan ketin zindanan û hinin dîtir rastî kar û kiryarên kirêt , tirsandin,lêpirsîn,dozdarkirin û tawnbarkirinê jî hatin .
Hûn tev agahdarin ku piştî şoreşa gelê Sûriyê destpêkir,hêjî çend hebestvanên Kurd,Emerê Îsmaîl, Bavê Helbest, Ehmed Fettah ji ber kar û barên mehrecanê di zindanên rijîmê de bûn .
Bi rastî berdewamiya mehrecanê berhemê ked û kerê we ye . Hûn di rojên pir dijwar de pir di ber de westiya ne ta we gihandiye vê qûnaxa blind. Ji ber vê jî , ev karê we pîroz e û cihê spasiyê ye , hêjaye ku were perastin û piştevanîkirin .
Em wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya, vî karê we pîroz dikin.
Gelî birêzan : Yekîtiya Nivîskaran hatiye damezrandin ji bo ku xizmeta çanda û zmanê Kurdî yê şêrîn dewlemend bike . Ji ber vê jî em xwe piştvan û piştgir ji vî karê we re dibînin, û em ê bihemî regan alîkar bin ji we re ta ku em bi hev re di paşerojê de vî  karî hilgirin û ber bi astên blindtir û qonaxin pêşdetir ve bidin.
Dawiyê , em bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya, mehrecana Hijdemîn a helbesta Kurdî li xwe û li we pîroz dikin û hêviya serketin û pêşveçûnê ji we re dixwazin .
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya
25-10-2013

      

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…