Encûmena Kurdî nûnerên xwe ji bo komîteyên Hvbendiya Sûriyê hilbijartin û dema kongra xwe ya sisêyan paşxist.

Selam Hadî- Toreya Newroz – (welatê me) : Civîna ko li Qamişlo çê bû û du rojan berdewam kir 49 endam lê amade bûn û 18 nehatin ji ber sedema zehmetiya rê yên ji Efrîn, Kobanî û Şamê û heft kes jî hatin bidûrxistin. û ji nav wan jî endamin ji Partiya Dîmuqrata kurdî Sûrî (bi serkêşiya Cemalê Şêx Baqî û Wifaqa kurdî)
Ji bo berfirehiya evê mijarê , me di rêya Skype re têkilî bi birêz Hewas Egîd endamê Encûmena Niştimanî û serkirdayê Tevgera pêşeşazî, ev gotûbêja kurt me kir:
 Birêz Hewas da xuyakirin ko Encûmena Niştimanî di evê civînê de biryarine giring dan. di destpêkê de raportên ko ji hrduû şendeyên Istanbul hatine guhdarî kirin. Şandeya yekê hikûmeta Turkî û Yekîtiya Ewropî dîtin û hin Balyozxaneyên Ewropî, ji bo rewşa mirovayetî ya xerab ko li Herêmên kurdî , ji bo vekirina deriyên mirovantî û gengeşekirina kêşeya kurdî li Sûriyê û rola Kurdan di şoreşê de.
 Û Şandeya din, di derbarê nûneritiya Kurdan di Hevbenda Niştimanî ya Sûriyê de bû. birêz Egîd tekez kir ko 11 Partî ji bo nûneratiya Kurdan di Hevbenda Niştimanî ya Sûriyê de bikin û got wê her partiyek endamekê xwe destnîşn bike: (1- Partî hat hilbijartin de bijarteyê wê bibe Cîgirê serokê Hevbenda Niştimanî ya Sûriyê  2- Bijarteyê Yekîtî û Pêşverû ji bo komîteya siyasî yagiştî re. 3- heşt endam ji partiyên (Yekîtiya dimuqrat, Alpartî (Nesredin),  Tevgera pêşesazî, Wekhevî û Çepê Kurd (salih Gedo) û Birêz Hevron nûnera jinê hat hilbijartin.
Birêz Hewas da xuyakirin ko beşê dî ji gengeşeyan babeta Kongra siyan bû, yê ko gerek di 26.10.2013an li dar keta. Lê ji ber stengiyên çûn û hatinê, endam ne amede ne. û ji ber evê yekê kongre hat bi dûrxistin heta 13.12.2013an. û Encûmenê çend komîteyên amadekirina kongir hilbijartin. Yek jê ya lîsteyên Rêxistinî û komîta amadekirina nerîna siyasî û komîtek ya ji bo rêjeya nûneritiya aliyên kû di kongir de başdar bibin.
Birêz Egîd got Encûmena Niştimanî gelek mijar gengeşe kirin yek ji wan mijaran peywendî bi Encûmena Gel ya Rojavayî Kurdistan re, ya kû xwestiye ko bi Encûmenê re rûnê.

Û di derbarê nûneritiya Kurdan di hikûmeta Demkî de ya ko nêzîk ewê bê ragihandin, birêz Hewas da xuya kirin ko beşdariya Kurdan girêdayî ye, li ser biryardana nerîna siyasî ko di navbera Encûmena Niştimanî kurdî de û Encûmena Niştimanî ya Sûriyê de hatiye imzekirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…