damezirandina Rêxistinek Xortan nû bi navê (Soz) li Qamişlo hate ragihandin.

Qamişlo – Toreya Newroz- (Welate me): Roja Duşembê 21.10.2013 û di kongirekî Rojnamevanî de li bajarê Qamişlo Damezirandina Rêxistineke Xortan nû ya bi navê (Rêxistina Netewî ya Xortên Kurd (Soz) hate ragihandin. Li wir beyana damezirandinê bi zimanê Erebî û Ingilîzî hate xwendin û di pey re pirs û bersiv hatin kirin.
Beyanê rewşa şoreşa Sûriyê û qonaxên ko tê re buhirî ye û nîrên ko hatine serê wê. Hem ji aliyê netewî û kurdî ve û pêdivî hene ko Kurd xwe bi ser hev bidin da bikaribin beraberiya rewşa îro roj dibe bikin. Beyanê daye xuyakirin: Simbolên Tevgera Xortên Kurd dîtin ko Rêxistineke Xortan nû ya bi navê (Rêxistina Netewî ya Xortên Kurd damezirînin. Ji bo hemû xort di çarçoveyekê de kar bikin. Yên li hundir û yên li der ve û hem cihê xwe di jiyana siyasî, civakî, di hindirê çarçoveya neteweyetiyê de a giştî ji bo misogerkirina jiyaneke xweştir bo miletê Sûriyê.  

nûçevanê me hevdîtinek bi du endamên Rêxistina Soz re kir, di destpêkê de birêz Mehmûd Asim Endamê Hevrêzên Xortên Kurd li ser armancên damezirandinê axivî û got: Armanc ji damezirandinê yekgirtina xortan û dîsa vegera rola wan û şiyana wan – piştî ko şerpezebûnek di tevgerê de çêbû. Û bêzarî jî ketiye derûniya xortan- bi taybetî yên ko karînên wî hene û yên ko serbixwe ne dûr ji temîniyên Prtiyetê û kesayetiyên ko dixwazin çiTevgerek nû ya Xortan ji destpêka wê de têkbibin .
..
Birêz Hişam Şêxo Endamê Hevrêzên Xortên Amûdê jî axivî û got: Ev rewşa aloz ya ko Sûriyê gihayê hişt ko xortên me biryara xwe bi hevgirtina hêzên xwe bidin û evê Rêxistinê damezirînin. piştî ko ecindeyên partîtî tevgera xortan sar û ji hev dûr kirin. Û armanc ji damezirandinê ko xort jî digel partiyan biryara wan hebe.
——————–
Ev deqa beyana Rêxistina Xortên Kurd (Soz) e

îro 31 yek heyv ji temenê şoreşê temam dibe û hêj şoreşgerên qehreman dastanên şoreşa rûmet û azadî dinivîsînin.
Îro xelkên Sûriyê bi hezaran şakrewan dane û bi qas wan dehcar birîndar û milyonên derbider û penaber.
Rêjîmê bi hemû hêza xwe hewldana têkçûna hêz û viyana milet bike. Û komekên çekdar anîn welat ew yên ko bi navê Dewleta Islamê ya Şam û Iraq(Daiş) û yên di ewê çarçoveyê de ji bo ji paş ve li şoreşgeran bidin, û dîmena şoreşê li Sûriyê êdî valahî vegerandin tê de çê bûye. Hem ji aliyê netewî û hem ya kurdî û ji ber evê egerê xort li danheva şerpezebûna xwe vegeriyan û xwestin ko xwe bidin ser hev. Hem jî ew karûbarê ko di destpêka şoreşê de bû binirxînin. Da her sedemên têkçûna tevgera xortan bê diyar kirin. Û li xalên hêzkirinê bigerin ji bo karekî ko faytona şoreşê vegerîne rêka wê a rast û durist.

û li gor evê mijarê Hevalên Tevgera Xortan li hev civiyan da çareyekê ji şerpezebûna xwe re bibînin. Û ev rewşa têkçûyî lê vegeriyan  û astengiyên ko tên pêşiya wan, ew yên ko bi dirêjiya temenê şoreşê ve girêdayî ye. Û hem jî berfirehiya cih çimkî xelkên Sûriyê ji hev tarûmar bû. Di navbera nebaşiya helwesta Navnetewî bi bal xelkê Sûriyê de. Me dît ko pêdiviyek bi damezirandina Rêxistinekê wisa heye. Serbixwe. Dîtineke siyasî xuyanî, bi bal dezgehkirinê ve, xebat di ber mafê nirov de û belav kirina evê çandeyê. Rewşa perwerdeyê bişopînin, çimkî şagirtên me pir belav bûne. Rola civaka sivîl û rabûna wê bi erkê xwe. Li ber barê derdbideran rabe.
ji ber evan egeran bi tevayî em Rêxistina Tevgera Xortên Kurd an niştimanî radigihînin.
emê şiyanê bikin ko hevgihandinê bi hêzên xortên dî jî re em bikin.

21.10.2013

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…