Roja Helbesta Kurdî li derve 2013, li dar dikeve

Ji sala 1993 an ve, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwînê nemir de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê pîroz kirin û li dar xistin. Herwiha li derveyî welêt, li Elmanyayê jî tê pîroz kirin û helbest tên xwendin.

Di roja li dar xistina Roja Helbesta Kurdî li derve ya sala borî 2012an de ku li bajarê Essenê-Elmanya li dar ketibû, komek ji helbestavanên Rojava û hin ji perçeyên din ê Kurdistanê beşdarî rojê bibûn û helbest xwendibûn. Bi çalakiyê re du pêşengeh hatibûne li dar xistin.
Du şêwekarên jin ên navdar Cîhan Brahîm û Jengîman Omer bi tabloyên xwe dîwarên keleha çalakiyê xemilandibûn. Her wiha nivîskarê kurd Jan Dost ji aliyê komîta birêvebir ve hatibû xelat kirin.
Emê di nêzîktirîn wext de dest bi name û vexwendinan bikin, emê hewl bidin ku ne tenê helbestvanan amade bikin, daku helbestan bixwînin, belê emê hewl bidin ku cemawerekî baş amade bikin daku li helbestvanan guhdarî bikin. Em ji her kesî hêvî dikin ku li vê roja dîrokî amade bibin û li helbesta xwe ya kurdî guhdarî bikin.
Her wiha emê di nêzîktirîn wext de hemû agahdariyan, cih, kat, roj û navîşana roja helbestê biweşînin. Herwiha, emê hewl bidin ku ji bo rengînkirina wê rojê hin hunermendên şêwekar amade bikin daku dîwarên holê bi tabloyên xwe bixemilînin, jixwe wê ew roj bê muzîk û strana kurdî jî derbas nebe.
Em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û Komela Nûbuhar bang li dezgehên ragihandinê dikin ku li vê roja helbestiyane amade bibin û deng û hêza helbestê ragihînin.
Li dawî, em bi kêfxweşî mizgîniya li dar xistina Roja Helbesta Kurdî li Elmanya di meha cotmehê de radigînin, û dibêjin li bende agahiyên nû bin.
Zimanê me, hebûna me ye.
01.10.2013
rojahelbeste@gmail.com
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…