Ji bo birêvebirên kongirê nivîskaran

Qado şêrîn

Komek ji nivîskarên bê deng û bê helwest dê xwedî li nivîskaran derkevin û di bin durişma (nivîskar wijdanê gelan e) kongirekî li Qamişlo di 11/10/2013an de li dar bixin, bê ku zanibin û agahdar bin ku ewê bêtir nivîskaran ji hev dûr bixin û perçebûnê biçînin û bi çarenûsa nivîskaran bilîzin, wan têk bibin û bihetikînin.
Eger ne ji bo berjewendî, kîn û navdariya kesane be, divê qonaxa şikestî de wê çi sûd  ji kongir bê wergitin ji pêvî hetikandina nivîskaran. Ne kongir û ne jî biryarên kongir wê nikaribin xwedî li nivîskaran derkevin, û ne jî doza mafên wan bê kirin û ji kê.
Bi texmîna me, wê kongir bêtir nivîskaran perçewerçe bike, êdî bila xwediyên kongir agahdar bin ku ewê wek sûcdar bên binavkirin û di ber ne yekkirina nivîskaran di yek dezgehê de berpirsyar bin.
Em dibêjin, jixwe berê jî me gotiye: bila rêjîm birûxe û Qamişlo ji rêjîm û şebîheyan azad bibe, di dûv re kongiran li dar xin ta hûn karibin, çimkî hîna rêjîm li Qamişlo heye, peykerê diktatorê berê hîna jî di dilê Qamişlo de çikandî ye, muxaberatên wê yên rû veşartî azad in û çi bixwazin dikarin bikin, pêr Mişel Temo kuştinin, do jî Isa Hiso kuştin û nizanim wê sibe kê li Qamişlo bikujin, êdî çi kongirê li Qamişlo li dar bikeve rewatiyê ji rêjîma diktator û faşist digre, her wiha çi kongirê di bin sîwana rêjîmê de û ne dûrî peykerê diktatorê berê li dar bikeve ne rewa ye, belkî birêvebirên kongir rastexo yan jî xwarexo rewatiyê bidin rêjîmê!
Berê jî me nivîsandiye, ana jî dubare dikin, piştî rûxandina rêjîmê û azad kirina Qamişlo çi kongirê nivîskaran li dar bikeve, ji bo min rewa ye, nûnertiya min dike, û ku hat û du dezgehên nivîskaran li ser xakê man, ez ji hemû dezgehan vedikşim.
Pirsa sereke ev e: gelo wê kî li kongir amade bibe, gelo nivîskarên ku koçber bûne wê karibin amade bibin? Wê endamên kongir yek reng bin, û hêviya min ji wan ew e ku kînkişandin, tolhildan û têkbirina kesane nebin egera sazkirina kongiran.
Bi texmîna min divê qonaxa awarte û ne aram de ne durust e kongir li dar bikevin, gelo nivîskarên Koban, Efrîn û herêmên din wê karibin amade bibin. Eger nivîskarek li ser riya kongir hat kuştin(xwedê neke), gelo wê birêvebirên kongir karibin xwedî li xwîn û zarokên wî derkevin, yan wê rêjîm û şebîheyên wê û komên terorîst alîkar bin û wan biparêzin? Ji ber van sedeman bila ew 5-6 nivîskarên bê deng û bê helwest aqilmendane bin û baş di encaman de bifikirin û bi çarenûsa nivîskaran nelîzin, bila bêhna xwe fireh bikin, dawî li dunyê û jiyanê nehatiye. Bi texmîna min wê kongir bibe bela serê wan, û wê bêtir astengan deyne ser riya yekkirina nivîskaran.
Jimara nivîskarên ku wê li kongir amade bibin têra kongir nake. Li gor agahdariyên me birêvebirên kongir yekreng û serhişk in û ne wijdanê gel in wek ku dibêjin, eger wijdanê gel bana wê kongirê xwe li ber siya peykerê diktatorê berê li dar nexistina. Bila nav jî bibe Hevbenda nivîskarên bêdeng û yekreng.
Li dawî, pêşniyara me ew e ku navê xwe bikin Hevbenda nivîskarên bêdeng û kîna serhişkan.

01/10/2013
www.qadoserin.com

nivîsa me ya berê û girêdayî eynî mijarê:
 http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3379#.Ukp6E5DCTDc

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…