Gera li Gora Elyas Efendî Diyarî ji nivîskarê kurd Enwer Harahan re

Konê Reş

Ji mêj ve min divîbû gora Elyas Efendî ziyaret bikim.. Ew ê ku di sala 1933an de li Amûdê, ji nişka ve çûye ber dilovaniya Xwedê.. Hingê Mîr Celadet Bedirxan di kovara HAWARê, hejmara 21ê, 5ê hizêrana 1933an de, baş li ser koçkirina wî sekiniye û pesnê wî daye û wiha gotiye:(Elyas Efendî ji giregirên Dêrikê ye. Zûve bi kurdaniya xwe hisiya bû ji bona azahiya welatê xwe xebitiye.
 Min navê wî ji berê ve dibihist. Ji min re gotibûn ku ketiye hebsê, derketiye pêşberî Istiqlalê, cihabên zîrek dabûn.. Pêşdetir anîbûn Şamê. Hingî min bihîstibû ku Elyas Efendî derbasî xetê bûye û hatiye sûriyê. Lê hikumetê ew, wek hevalên din; nehiştibû ku li ser tixûb bimîne û hinartibû Dêrazorê..). Seydayê Cegerxwîn jî di eynî hejmara HAWARê de wiha li ser Elyas Efendî nivîsandiye:( Elyas Efendî yek ji munewir û miletperwerên kurdan bû. Xebat û fidakariya Efendî di nav hevalan de ne winda ye. Ji hevalan re dilawerî, mêraniya Efendî eşkera ye. Tu kes nikare inkar bike..)
Vê paşiyê, di bihara 2013an de, dema ku ez li Amedê bûm ji bo kongreyê PENa kurdî û çav bi Enwer Karahan ketim, hingî giftûgoyek di nav bera me de çêbû li dor Elyas Efendî û gora wî… Min sozdayê ku li gora wî bigerim û wêneyê wê jêre bişînim.
Di roja 25.09.2013an de, di gel kalemêrê Kurd, hevalê Seydayê Cegerxwîn Salihê Silo (Bavê Musilh), ji Qamişlo û kalemêrê Kurd Sedîqê Kerro ji bajarê Amûdê, em çûn gundê Ebû Ceradê, cihê ku Elyas Efendî lê hatiye veşartin.. Li mala mixtarê gund Osmanê Hecî Îssayê Xello ku ji êla Kîkan, berrê Smaêla ye, bûn mêvan.. Wî ji me re got: (Li gor ku bavê min ji me re gotiye, em cihê gora wî nas dikin.. Gora wî li goristana ziyareta Şêx Mihemed e, 900m rojavayî Ebû Ceradê dikeve. Û pêde çû û got: (Dibêjin; roja ku ew veşartin ferdek ji gulî û keziyên bûk û jinan hat dagirtin..)
Piştî ku me çayek bi hev û din re vexwar, em bi hev re çûn ser ziyaretê û gora Elyas Efendî.. Sed mixabin, gora Elyas Efendî nedihat xuya kirin, binerd bibû.. Me cihê gora wî naskir û bi kevirekî nîşan kir.. Û wek bawerî her yekî ji me fatîhak di dilê xwe de xwend..
Min ji Abdulqadir û birayê wî Abdulazîzê Hecî Îssayê Xello yên ku bi me re hatin ser ziyaretê pirsî, çima Elyas Efendî li vir hatiye veşartin û ne li Amûdê, tevî ku ew li Amûdê çû ber dilovaniya Xwedê..?
 Ji min re gotin: (Malbata me û a Elyas Efendî di kokê de dihihên hev.. Em ji birra Mehmûdya ne, yên Dêrika Çiyayê Mazî.. A din, gundê me rastî Dêrika çiyayê Mazî ye, da ku bayê çiyayê Mazî bi ser gora wî de bibare.. û canê wî di gorê de rehet bibe..).
Elyas Efendî; kurê Hecî Osman Axayê Reşo ye. Ji malbatek welatparêz û naskiriye ji malbatên Dêrika Çiyayê Mazî.. Nivîskar û rojnamevanê Kurd Edip Karahan jî ji vê malbatê ye.. Elyas Efendî ji heval û hogirên Qedrî Can, Reşîdê Kurd, mele Abdulhadî, Evdê Têllo Qedrî beg, Ekrem Beg û Mihemed Begê Cemîl Paşa bû.. Ew jî wek wan ji neçarî binxet bûbû û xwe bi refên Bedirxaniyan ve girtû.. Lê sed mixabin, qederê jiyana wî ser û binî hev kir, ew derfet nedayê ku têra xwe bi welatiyên xwe re bistirê..
Erê, piştî 80 salî, va em Elyas Efendî bibîr tînin.. û wek ku kurdan gotiye: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.
Konê Reş
Qamişlo, 26.09.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan – a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min vê babetê ê girêdayî bi awaze ve hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê…