Lûay Miqdad: destdirêjiyên Komên Çekdar li Herêmên Kurdan ne bi dilxwşiya Artêşa Aazad e!

 Selam Hadî – Istanbul : Di
gotûbêjeke taybet de ji bo Toreya Newroz ya nûçeyan anko bersivdana Radyo
Newroz li ser helwesta Artêşa Azad di derbarê pevçûnên ko li Herêmên Kurdan çê
dibin piştî ko kirdeyên wan tekez dike ko ew ji çêkirina Rêjîmê ne, çima her
tişt nayê eşkere kirin?.

Lûay Miqdad (Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Artêşa Sûriyê ya Azad)
Tekez kir ko Artêşa Azad nerazî ye di derbarê destdirêjiyên Girûpên Çekdar mîna
(Neviyên Pêximber û ya ko bi Dewleta Şam û Iraqê tê bi nav kirin, got: Helwesta
me ji wan eşkere ye.,

Lûay berdewam kir û got: Ev Komekê Çekdar gelek
destdirêjî li hemû parêsgehan kirine. Herweha serkirdên Artêşa Azad jî kuştine
û Depoya çekên Erkanê jî dorpêç kirine. Got em ne bi wan re ne û em kirdeyên
wan napejirînin. Hin ji wan ketine deverên bivênevê weke riyalîte bûye û hem jî
hin ji wan gefan li milet didin ko wê xwe bi pêçekên teqînok di nav milet de
bipeqînin.
Got: Em bawer dikin – berê me digot xizmetên beşikirî ji bo Rêjîmê dikin) îro
roj em tekez dikin ko ew xizmetê kirêdayîn dikin. Yên ko serkirdên Artêşa Azad
bikujin, yên ko tifinga xwe ji beramber têkçûna Rêjîmê bide rûyê Artêşa Azad an
derbasî Herêmeke mîna Dana an Herêmên Çiyayên Ladiqiyê yên rizgarbûyî gelo ew
ji bo kê dikin?
Weke pirsiyar got: Çima derbasî Herêmên Rizgarbûyî dibin? Gelo bikin Mîrnişîn û
Mîrekekî ji xwe deynin fermandar? Ev di encamê de, di bin wê ala xwe ya reş de desthilatdariyê
dixwazin. Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Artêşa Sûriyê ya Azad tekez kir ko
ev komekên Çekdar di bin durişmên Misilmantiyê de miletê Sûriyê natirsînin.
Miletên Sûriyê piraniya xwe Misilman in, û ola xwe nas dikin. Û tu kes nikare ji
evê hêlê de xwe di ser wan re bibîne. Wek çawa Bişar Alased nikare miletê me bi
firokên Mêg û Sîxoy bitirsîne.
Berdewam kir: Cudahiya di navbera wan û rêjîmê de ew bi xweteqandinê gefan li
milet didin û Rêjîm bi Mûşekan gefan li me dide. Lê ne ev û ne ew miletê Sûriyê
ditirsînin.
NEWROZ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…