Qamişlo yara

Behmend Xano

Qamişlo yar gula meye
hêyva Li asîmanê meye
tîrêja xweş jîyna meye
pirwana ber Çirîya meye
bûhişta duniyaya meye

ax u eman pirîya meye
Qamişlo ew sitêra meye
rêka azadiya gelê meye
nîşangeşa şehîdên meye
şehnşîn u dilvîniya meye
paytexta şehîdên meye
ax u eman ew jîna meye
 
 
 Qamişlo her bûka bûhara
bi rengê sor u zer xemlaya
dorê govend u xweş dîlana
qîz u xort u kal Li civîyana
çiqas ev bûka me nazdara
ax u sed hewar ji derdana
 
 Qamişlo navekî pir şêrîna
ser zimana wek hingivîna
li dila de eşq u xweş evîna
tîpên wê tev ji zîv u zêrîna
çav qet têr nabe ji nêrîna
ax u eman ew pir şêrîna
 
 Qamişlo ew evîna kurdaya
xwîn u mêlaka hemiyaya
wek laçîna ser serê çîyaya
derya çand u rewşnbîraya
avzêla huner u helbestaya
ax u eman ew pir bûhaya
 
 Qamişlo tu kelha xebata 
ji hîm u pul u zinar u lata
xelkê wê tev tuxmê arîna
ji pêt u kevir u agirvejîna
ser doza nemir barzanîna
can u cegerê me bi gorîna
 
 Qamişlo ew qubleta meye
Ke`ib u laleş u xaça meye
dermanê birîna gelê meye
guljîna jiyana xelkê meye

ax u eman sundame bi weye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…