Projeya Xelata Malbata Ferho,  ya mafê mirovan 2007 diyar bû

Hat diyar kirin ku
Ji bo xelata Malbata Ferho, Dayikên Aştiyê, Akin Bîrdal û jina rojnamevanê Ermenî Hirant Dink, Rakel Dink hatin bijartin.
Ferho û Fatim, berî salekê ji aliyê hêzên reþve hatibûn kuştin û heya îro kujerên wan ne hatine dîtin.
Lewra Malbata Ferho, ji bo bîranîna Ferho û Fatim û kesên ji bo aştî û demokrasî jiyana xwe ji dest dane, projeyek amade kirin û wê her sal wê xelatê bidin. 
Hat diyar kirin ku heya îro gelek bûyerên winda ku ji aliyê hêzên reş ve pêk hatine û mêrkujên wan ne hatine dîtin û ne hatine dadgeh kirin û ceza ne girtine. Herwiha bûyerên mêrkujên wan ne diyar weke bûyerên winda  mane, dosyayên wan hatine girtin. Malbata Ferho, bi armanca ku civak bi xwe, rêxistiniya xwe pêk bîne li pirsgirêkên xwe xwedî debikeve, nirxên xwe biparêze, ev proje amade kirin.
Projeya Xelata Malbata Ferho ku di sala pêşiya me de wê bibe “weqf” û li gorî  rêbaza hatiye amade kirin, li gundê Midyadê, Mizîzexê “Mala Þehîdan” û “Mêvanxane”yekê vebike. Ji 5 heya bi 10 zarokên Kurd yên di xwendegehên bilind de bide xwendin. Herwiha li nirxên civaka Kurd û dîroka herêmê xwedî derbikeve. Proje bi arîkarî û desteka endamên malbatê û xêrxwazên civaka Kurd, bi armanca rêxistinîbûna civakê ku dikaribe li nirxên xwe û kesên di têkoşîna aştî û demokrasî de jiyana xwe ji dest dane xwedî derbikeve hatiye amade kirin.
Juriya ku ji 7 kesan pêk tê, Haydar Işik, nivîskar, Rojan Hazim, nivîskar, Faysal Dagli, rojnamevan/nivîskar, Ismet Kem, rojnamevan, Faik Yagizay, Parêzvanê mafê mirova, Mustefa Qesrî, civaknas, Ibrahîm Temir, civaknas/psîkolog, di nava kes û saziyên hatine pêşniyaz kirin de û li gorî karûbarên hatine kirin û têne kirin bijartin pêkanîn. 
Haydar Işik, bi navê jurî, diyar kir ku ji nava kes û saziyên hatin pêşniyaz kirin, xisletên karkirin û hewldanên ji bo mafê mirovan, ji bo aştî û demokrasî û berdêlên hatine dayin li ber çavan girtine û bijartin pêkanîne. Weke sazî Dayikên Aştiyê ku li Bakûr û Başurê Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyê bi canfedayî kar kirin, þev û roja xwe dikin yek ku aştî û demokrasî sazkar bibe, layiq hatine dîtin. Akin Bîrdal, demeke dirêj ya têkoşîna ji bo mafê mirovan li pey xwe hiştiye, li hemberî êrîşkeriya canbêzarî karê parezvaniya mafê mirovan, aştî û demokrasî bi maqultî domand, layiq hatiye dîtin. Rakel Dink jî, ji sedema ku mêrê wê ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyê, ji bo biratî û dostaniya gelan têkoşîn kir û jiyana xwe di vî karê bi rûmet de da, Rakel jî li mîrateya mêrê xwe xwedî derket, layiq hate dîtin.
Haydar Işik, diyar kir ku pêkanîna projeyeke wiha giring e û pîroz e. Ji bo paşerojan û rêxistinîbûna civaka Kurd mînak e. Cih girtina me di projeyeke wiha de ku ji bo civaka Kurd bibe pêşeng û di paşerojan de bibe destpêka hewldanên wiha kêfxweşî û serbilindî ye. Em hêvî dikin ku her malbata Kurdên welatparêz, bi rengekî wiha li nirxên xwe xwedî derbikeve.
Sazî û dezgehên Kurd, weke rojnameya Azadiya Welat, Enstituya Kurdî ya Brukselê, Komela Mafê Mirovan Ya Mêrdinê, Komela Mafê Mirovan ya Sêrtê, Federasyona Komelên Civaka Êzdî li Ewropa, piştgiriya manewî didine Projeya Malbata Ferho.
Li gorî projê, xelata mafê mirovan 2007, roja şehadeta Ferho û Fatim, roja 3ê Adarê, li gundê Midyadê, Mizizexê, piştî xwendina mewluda ji bo şehîdan û xwarina xêrê, bi  merasimekê, wê bê dayin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…