Qamişlo ji Welatiyên Xwe Vala Dibe û Dîmografiya wê Tête Guhertin!

Konê Reş

Belê ezbenî, em dibêjin Qamişlo paytexta Rojava ye, Siryanî jî di pirtûkên xwe de dibêjin Qamişlo paytexta me ye û Nisêbîna nû ye.. Belê roja îro, êdî nema ew Qamişloka berê ye. Hin bi hin dîmografiya wê tête guhertin, dêmê xelkên wê yên kevin nebedî dibin û dêmên nû bi pirrbûn di kolanên wê de têne dîtin.. Jixwe gelek maldar, zanyar, rewşenbîr, nivîskar, bijîşk jê derketine û derdikevin, derbasî Kurdistana başûr û bakur bûne û dibin..
Bi tenê feqîr, hejar û belengazên wê, yên ku mane, çavê wan jî li derketinê ye û di rewşek xerab de, di xelaya rojava de li gepa nanê zarokên xwe digerin û dimînin heyirî.. Jixwe siyasetmedar û serokên rexistinên me, berî tevan, rojava li şûn xwe hiştin, mal, zarok û mirovên xwe di pey çûna xwe re kişandin Hewlêr, Silêmanî û dervî sûriyê..
Tevî ku sînorê Sêmalka ji berî sê mehan ve hatiye girtin, her roj bi kêmayî 1000/ 2000 welatî bi rêka qaçaxî di seranserî sînorê sûriyê û tirkiyê re derbasî bakurî Kurdistanê dibin, û tê gotin ku bi hezaran jî welatî bi rêkên nefermî derbasî başûr dibin, tevî ku dibêjin deriyê Sêmalka girtiye…?!!
Eger ji çar mehên derbasbûyî û virde dergehê Sêmalka wek berê vekirî ba, wê Qamişlo ji sê ribên xelkên xwe bihata vala kirin.. Va roja îro dîmografiya xelkên bajarê Qamişlo hatiye guhertin, kurd kêm dibin, jê derdikevin û xelkên xerîb lê zêde dibin..
Di encamên vê yekê de, ne tenê Qamişlo ji welatiyên xwe vala dibe, lê belê Cizîr bi tevayî ji Kurdan vala dibe.. û li şûn wan bi xelkên ereb tê dagirtin. Ewên ku ji Dêrazorê, Helebê, Hims û Hamayê hatine û tên û her wiha bi xelkên Cizîrê yên ereb, akinciyên beriyê, yên ku her êvar gundên wan topbaran dibin.. Jixwe xwediyên wan her 43 gundên ereban an bajarên erebên (Elxemir), yên ku ji sala 1974an de bi mebesta sikrê Ferat rêjîmê ew anîne Cizîrê û erdên kurdan dane wan û bûne bi xan û man, ta roja îro hêj kesî ji wan re negotiye siya we xware..?! û tev di cihê xwe de ne û hin bi hin mezin dibin..
Eger rast em kurd bin û dilê me bi ser welatê me Rojava de be, gerek em tev deriyên derketina kurdan ji rojava bigrin û pêre pêre li rehetî û xweşjiyana welatiyên wê yên mayî bigerin..  û banga min ji wan xelkên Qamişlo re , ewên ku li derve dijîn û metirsî li dor jiyana wan nîne ku vegerin bajar û welatê xwe, nexasin ewên ku bi şev û roj di medya Kurdî de li ser Qamişlo û xelkên Qamişlo digrîn…
Gerek serokên rexistinan yên jê derketî vegerin û her wiha tev kesên ku pêdiviya welatiyan bi wan heye, wek bijîşkan, pêwîste vegerin welatê xwe..
Erê, di baweriya min de, girtina deriyê Sêmalka ji hebûn û berdewamiya xelkên Rojava re erênî ye .. Gerek ew kesên ku xwe wek desthilat dibînin, nehêlin xelkên kurd ji rojava derkevin û di gel vê yekê li rehetiya jiyana xelkên wê a rojane bigerin û bi pirs bin..
Û ji hikumeta herêma Kurdistanê hêvî dikin ku şert û mercên çûn û hatina kurdistanê zelaltir bikin.

Konê Reş
Qamişlo 15.08.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...