Cothejmara tîrmeh û tebaxê 7û8 ya kovara Dîwar derket

  Kovara wêjeyî, ya ku xurû bi zimanê kurdî, zaravayê kurmancî, li Elmanyayê derdikeve gihişt ber destên xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de mijara sereke rêxistinên nivîskaran e. Nivîskarên kurd dîtin, têbînî û nirxandinên xwe yên di derbarê serboreyên avakirin û karûbarên rêxistinên nivîskarên kurd ji bo xwendevanên kovarê pêşkêşkirin. Nivîskarên Kurd ku ji her çar perçeyên Kurdistnê û Ewrupayê beşdarî nivîsandina li ser mijara sereke bûn ev in: Ciwan Nebî – Xoşman Qado – Mihemed Şêxo – Qado Şêrîn – Hesen Silêvanî -Edîb Polat – Cemîl Oguz -Azad Zal H.Îrandost – Zinarê Xamo – Lewend Hisên. Girêdayî vê mijarê jî kovarê hevpeyvîneke berfireh bi sekreterê PENa Kurd Kakşar Oremar re kiriye.
Di beşê wergerê de Abdulkadir Mûsa helbestên Stefanie Obieglo ji elmanî wergerandine kurdî, Cewad Pale jî helbestên Perwîn Îtîsamî ji farisî wergerandiye kurdî. Di vê cothejmarê de Omer Dilsoz li ser romana gundewar, Ciwan Qado li ser Josê Saramago û Lokman Polat li ser romana Çiyayî ya Ilhamî Sîdar nivîsandiye.
Herwisa çîrokên Yakup Aykaç, Kîbar Krîstîn Ozbey û Luqman Silêman cih girtine. Di beşê çandê de Cîhan Roj dûrikên gundê Înaq berhevkirine û Mahmut Ozçelik jî li ser çanda tenûrê nivîsandiye. Ji bo portereya vê hejmarê çîroknivîsê kurd Dilawer Zeraq hatiye hilbijartin.
Edîtorê kovarê bi van gotinan peyva xwe vê cothejmarê diqedîne: Hêviya me ew e, ev Dîwarê me yê vê carê  bi keda gelek beşdaran hatiye avakirin, bi dilê we be.
Hêjayî gotinê ye, ku edîtorê kovarê Helîm Yûsiv e, kordînatorê weşanê Cemîl Oguz û berpirsiyarê giştî Agirî Soran e.
Jib o agahiyên berfirehtir: www.kovaradiwar.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…