Hejar Ibrahim
(Gerek ez jî bi hrdû hevalên xwe Konê Reş û Berzo Mehmûd re beşdarî Festîvala Mîr Celadet Bedirxan bibama, lê sed mixabin ew derfet neçû serî… Min xwe ji festîvalê re bi vê nivîsa xwarê amade kiribû, çawa firansizan karîbûn bingehê zimanê xwe deynin?):
Di beşê fransizî de ji hejmara 1ê Mîr Celadet Bedirxan dibêje ….”Armanca me ji weşandina Hawarê belavkirina zanînê di nav miletê kurd de ye û derfeteke mezine ji biyaniyan re ko fêrî ziman û edebiyata kurdî bibin”.
Ji bo pêkanîna vê armancê Mîr Celadet karekî pir giran daniye ser milên xwe û dest bi belavkirina elfabê, fonêtik, gramer, folklor, raman, tore, ol, mûzik, dans, û dîroka kurdan kirye.
Û her wiha Mîr serwextî dema xwe bû, û mîna bijîşkekî bû ko êşê baş zanibe û derman li kêlekê be… Disa di beşê fransizî de ji hejmara 1 ê dibêje: “Em Kurd, em ber bi şaristaniyê ve diçin, em hez dikin bibin modern û latînkirina elfabêtê yek ji wan pêşveçûna ne. Di dema niha de em bi sinc, adet û cilan ne wek ewropiya ne, karekterên me cudane, û em paypê jî nakin devê xwe de. Lê di Rojhilatê de tu miletan mîna miletê kurd jin serbest nekiriye, ew jin dikare cihê mêran bigire dema zilam ne li mal be heta ko ew jin dikare meznahî û serokatiya êlê jî bike…”
Nerîna mîr di vê mijarê de pir kûr û dûr bû, wî zanîbû ko wê dem pir tiştan biguhêre û wiha dibêje:
“Eger ev adet ne li cihê kêfxweşiya me bin jî li gor şaristanî pêşketina û civakî li cîhanê, ev tişt bi giştî wê di demên pêşde bên guhertin. Her miletek ko dixwaze bibe modern û pêşketî divê ew formên herî nû qebûl bike, ji ber ko formên Kevin dimînin kultûra paqij, lê formên nû dibin şaristaniya giştî ya cîhanê.”
Pîvanên ku Mîr Celadet di nav fonêtîka kurdî, fransizî, romanî, almanî, û yonanî çêdike şahidin ko ew zimanzan û lengwîstekî mezin e, ew di nav dibistanên lenguistikê de geryaye da ko tevan bixe xizmeta karê xwe û nemaze structuralisma (Ferdinand de Saussure). Lewma em pir idyomên taybet li cem Mîr dibînin mîna fonêtik, fonolojî, êtîmolojî, diyakronî, sankronî. Hêjaye gotinê heta Mîr şirovekirina fonêtika kurdî bi serî dike, ew digihê hejara 15 an ji Hawarê (beşê fransizî).
Mîr Celadet ji fransizan re rengên toreya kurdî ya ne nivîsandî(devikî) tevde şirove kirine wek: çîrok, stran, lavij, şer… Armanca wî ko ji fransizan re bibêje: Miletê kurd xwedan edeb û kultûre, û xwedan zimanekî cudaye.
zimanê firensizî jî di destpêka xwe de di mercin wiha re derbas bûye. Li Fransa di sedsala 16 an de, zimanê latînî yê fermî bû û du zarav hebûn :(la langue d””””oïl : li bakurî Fransa bû – la langue d””””oc: li başûr bû). du zaravin biçûk jî hebûn 🙁 le picard – le normand) .. Ango fransî li seranserî fransa bi çar zaravan diaxivîn û helbestvan hebûn, wê demê ji wan re digotin ( troubadours an trouvères) . van helbestvanan rist dihûnan û distiran çi bi mûzik çi bê mûzik. Di pey re zanyar û zimanzanan berhemên wan dane hev û kirin bingeh ji zimanekî xweser re ku piştî demekê bû zimanê toreya herî navdar li cîhanê.
Û her wiha di sedsala 16 an de du bav ji zimanê fransî re hatin meydanê:
1- Du Bellay ku di 1549 an de wî pirtûkek bi navê(Défense et Illustration de la langue française) dirdixe.
2- Ronsar ê ko komek helbstvan civandin û (La Pléiade) avakirin.
Va herdû kesan ji milet xwestin ko bi franssizî biaxivin û binivîsînin.
Mîr Celadet Bedirxan jî ev tişt hemî xwendibû û zanîbû û pê pir mijûl dibû. lewra di mala xwe de dengbêj ji her aliyê Kurdistanê li xwe kom dikirin, li wan guhdarî dikir û dinivîsand. Ji wan kesan Ahmedê Fermanê Kîkî, Mişo û Xido yên Berazî, Meryem Xana Botî û hin din bûn…Mîr zaravayên kurdî hemî şirove dikirin, pîvanên kûr di nav wan de dikirin berya ko dest bi karê xwe yê berfireh û giranbiha bike. Ev yek jî fedakariyek bê dawîbû.
Hêjaye gotinê ko zimanê fransizî di sedsala 17an de bû zimanê fermî bi saya serê Şah Lwîs ê 14 mîn (Loui XIV) û di sedsala 18 an de rêzimana nivîsandinê (orthographe) jê re hate danîn piştî avakirina Akademya Fransizî (l””””Académie française). Ango kar 300 salî dirêjkir. De werin em li meznahiya Mîrê xwe Celadet Bedirxan temaşe bikin!!
Li ser vê mijarê dema Mîr (Zerî Kubarê) wergerandiye fransizî di hejmara 4 an de wiha gotiye: “Min ev stran ji devê stranvanekî ji hêla Pencînaran girtiye û min weşandiye bê ko ez yek gotinê jê biguherînim. Ez dixwazim hemî zaravên kurdî belav bikim. Ev derfeteke ji franizan re jî ko fêrî zimanê kurdî bibin.”
Çi tiştên ko Mîr wergerandine fransizî helbijartiye, yek ji wana (Delalê Beriyê) ye, ev dastana ko bi pir bûyerên xwe wek (La Chanson de Roland) e. Ew çiroka klasikî li cem fransîzan di sedsala 14an de . Bi lîrîk, lehengî, û evîndariya ko di nava herdû dastanan de heye, Mîr dixwaze xezîna tore ya gelerî ya kurdî ji biyaniyan re veke , da kesek nebêje kurd bê kultûrin.
Bi rastî, Mîr Celadet Bedirxan balyozxana ziman, kutûr, û toreya kurdî bû li Rojhilata navîn. û wiha di bin bandora wî de gelek biyanî fêrî zimanê kurdî bûn wek: Pierre Rondot û Roger Lescot Yê ko di Hawarê de jî nivîsandiye
Doktor Corc Mîşlyan (Dr. G. Michaelian), ji ermeniyên Helebê bû, nameyekê ji Hawar re dişîne (hejmar 10). Ew latînkirina tîpên kurdî pîroz dike û wiha dibêje:
“…Te gavik pir mezin avêtiye li ser riya pêşketina zimanê xwe ji ber ko latînkirina zimanekî arî mîna kurdî, wê belavkirin û nivîsandina wî di nav milet de hesanîtir bike. Ez bawerim ku hûn ber bi vejandina ziman û toreya kurdî ve dimeşin. Eger niha milet bi qîmeta vî karê we baş nizanibin wek ko hêjaye, ez bawerim ko nifşên bên ewê vî karî mezin û giranbiha bibînin û ewê cihê sipasiyeke sermedî be…”

Mîr Celadet û doktor Kamîran Bedirxan du stêrin, ew bûne sembola rewşebîriya kurdî. Eger em bi bext û bi nerîneke kûr karê wan binerxînin, Pêwîste em Hawar û xwediyê Hawarê bikin bingeha ” Ensîklopêdya Kurdî ” û em Mîr Celadet bibînin wek bavê vejîna ziman û ramana kurdî di sedsala bîstan de.