Kaviro Çîrokek gelêrî

Luqman Silûman

 Dibêjin carekî  zilamekî girê binlind bû ev zenid û bendê wî bûn lê bê xwedî bû û ji xwe re li cîkî digera da ku hin wî xwedî bikin? Dibêjin rojekî ew zilamê weka dêwekî çû gundekî berê xwe da çû koçika axê derbasî koçikê bû silav li yê rûniştî kir û ji xwe re li nav zilama rûnişt. Zilamê rûniştî silav li vî mêvanê ne wek tu mêvana kirin? Zilam jî bersiva wan bi wî dengê xwe yê  qebe yê ku tirsê bi xwe re di weşînê û ew awirê tûj da?
Dema ku axê û zilamê li koçikê rûniştî çav li vî zilamê girî bilind û nenas kirin li hev nêrîn wek ku ji hev bi pirsin ev kiye? Lê ew pirs bê bersivbû li cem wan ji ber ku kesî ew nasnedikir. Kesî deynekir piştî demek ne dirêj axê berê xwe da wî mêvanê ku kes nizanê ji ku ve tê yan wê bi ku ve herê û got ser çava hatî mvanê xwedê lê wele me tu nasnekirî? Tu ji ku ve tê tê bi ku ve herê em çi dikarin alî te bikin?
Mêvanê nûhatî zanî ku ew axê vê odêye him ji ciyê ku ew lê rûniştî û him ji şêweyê axavtin û pirsa ku ji wî kirî.
Zilamê ku rengê dêwa lê xwe di xwê jî berê  xwe bi guhdarî dayê û jêre got wele axa ez zilamekî bê kes û kusim ji xwe re li vê diniya yê li çara serê xwe di gerim?
Axê di dilê xwe de û li gor wî gewdê li pêşiya xwe ji xwe re got xwedê ev ji mere şandiye ku rojekî bi kêrî me werê ji lewma jêre got: ser çava hatî lê nav te çiye?
Mêvanê ne wek mêvana go axêmin navê min kaviro ye ji min re dibêjin kaviro?
Ev gotin bi xwe li cem axê û zilamê rûniştî bû ciyê seknê ji ber ku zilamek bi vî gewdî û ev navê wî bêgoman wê ev zilam ne kêmî melkemot bê û di rojê girande wê kes xwe li ber wî negrê?
Axê ji zilamê rûniştîre got ji îro pêde kaviro yek ji gundiya ye û wê rojekî kaviro bi kêrî me werê we hajê hebê.
Kaviro ma li gund û gundî guhdanê lê dikin xwarina xweş û qedir lê dikin ji ber ku wê demê dema êlîtiyê bû û êla bi ser hevde digirtin û terş û talanê hev dibirin. Ji ber vê yekê axê temênî li gundiya kirin ku hamî guhdanê li kaviro bikin dibê ku rojekî ew bi kêrî wan werê di dema ku hin bi ser wan de bigrin û li talanê wan bixin. Kaviro wek berxikê ji gund kirî lê hatiye xwarinek xweş li kî malê hebê kaviro li sere ji bilî tiştê ku li mala axê di xwe û guhdana ku li wir lê dibê.
Rojekî hina bi ser gunde girtin û şer derst pêkir pîreka da ber tilîliya û zarok li ber dîwara digirîn gundiya çavê xwe li kaviro mêrê roja giran gerandin pêjna wî li nav şer nayê çûn li kaviro geran ew ji xanîkî derxistin û jêre gotin ev serê demakiye em te xwedî dikin ji rojeka wek vê rojê re wa xelkê bi serme de girtiye wê talanê me bibin ka were bê ka tu wan ji ser me venagerê nê?
Kaviro da dora wa çûn dema ku kaviro çav li şer kir wa zilam ketine bedena hev û pelqe pelqa wa ye li hev dixin? Kaviro ji gundiya re got birano bawer bikin ev şer şerê berana ye û ez bi xwe kavirim û ez bi kêrî vî şerî nayêm?
Ji lewma ez dibêjim ji pêncî û şeş salan de me wek miletê kurd guhdan li tevgera xwe dikir û me ew xwedî dikir û girêfatên herî xweşik û qenc di xistin di qirkên wa de û xwarina herî xweş me dida wan û me pişta xwe bi tevgera xwe gerim dikir û me tim berevaniya wê dikir û me ji xwe re di got tevgera me xwe baş dûzankiriye û li benda rojekiye û fersendekiye da ku ma û  mafê me bi parêzê û wê li vî miletê ku ji pêncî salî ve wek pîrekek jinbî ku çavê wê li kurê wê yê bi tenê bê ka wê kengî mezin bibê û li diya xwe xwedî derkevê. Wisa milet li tevgera xwe guhdar bû û ne dizanî ka wê kengî fersendek ji tevgerê re werê da ku milet bi parêzê û lê xwedî derkevê.
Lê mixabin piştî ku ew fersenda ev serê pêncî saliye çavê me li rêya wê bû û her dem tevgera me gef di xwarin û di got ma wê kengî ew roj werê da ku em ji miletê xwe re bidin xuyakirin ku em ji roja giran re çêbûne? Lê dema ku ew roj hat û milet bakire tevgerê û jêre got va ew roja ku em tev li benda wê hat de ka werin bi rola xwe rabin û ji mere bibin pêşkêş û xwedî li me der kevin? Ber siva tevgerê wek bersiva kaviro bû ji miletê jare got bawer bikin em kavirin û ev roj roja berana ye û em nikarin bi barê berana rabin? Ji lewma gerek milet ji xwe re li çara serê xwe bi gerê lê ger ku ezbim gerek vê carê milet ji xwe re li beranekî bi gerin ji ber ku  kaviro bi kêr nehat..?
28.6.2013
Luqman_sileman@live.se
Ev çîrok di kovara Dîwar de hetiye belav kirin  di hijmara 6 an de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan – a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min vê babetê ê girêdayî bi awaze ve hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê…