Kî ava serê kê germ dike?

Xalid Cemîl Mihemed

Dema ku kesek kar dike ji bo dawiya kesekî din bîne. Bi keftileft bin wî dikole da ku wî xistinekê bixîne, piştî wê nema rabûna wî hebe. Di kurmancî de, ji vî hawî re dibêjin ku filan ava serê bêvan germ dike. Helbet germkirina ava serî jî, di civaka kurdî de, ji miriyan re ye. Lê ev gotin bi xwe ji saxan re bikar tê. Wek dema ku yek xefkê ji yê din re vedide, bi mebesta ku serî û zeman lê bigerîne. Wiha jî ev rewşa avgermkirinê xwe li nifşekî ji rêveber û serokên rêxistin û partiyên kurdî, li rojavayê Kurdistanê, dixwe.
Ev nifşê rêveber û serokan, li şûna ku ji milet re kar bikin. Bi awayê ku partî û rêxistinên xwe xurt bikin, yan jî yek ji wan yê din bide pêş û bilind bike, bi çalakî bin hevdu vedipexêrin û karê wan ê sereke ew e ku yek zûtir bi yê din vede. Yek zûtir rûpela yê din reş û tarî bike yan bi bextî û bêbextî yek yê din rût bike. Bi awayekî din jî, tevî jihevketin û lihevketina xwe, di bin çavan re li hev dinerin. Gellek caran çavên wan bi hev bar nabin ku hevdu bibînin. Her aliyek ji wan bênderek kîn dijî aliyê din di hundirê xwe de kom dike. Bê dudilî keysa xwe li hev xweş dikin. Tew diranan jî li hev diqirçînin. Vêce li gor ku serê xwe bi terpilandina û xistina hevdu têşînin, wiha bi rewşa tevger û civaka xwe mijûl nabin. Weke ku bêqudoşiyek ji wan re hatibe. Yan jî hatibin çavînîkirin!
Niha jî, wek serhildana 2004an, serê van rêveber û serokan ketiye şehekî hûr de. Ne ji ber barê kurdperweriyê, lê ji ber karê ezeziyê, ku naxawzin pirsgirêkan çareser bikin. Ne jî dev ji tekûdûlabên xapan berdidin. Sedema wê jî ew e ku tepûrîpên pehlewanî bi serê hev dikin. Helbet ziyan digihe pirsa neteweyî. Zanin çawa hevdu bişemitînin. Di girrê dijî hev de jîr in. Di çêkirina kelem û berbestên rêgir de çalak in. Xweşik mehneyan li hev dikin û wek zîzokê li hev dizîvirin. Zordarî û desthilata xwe bi xurtî di serê hev û miletê xwe de diteqînin. Bihev re madtirş û xeydok in, bi dujminan re madxweş û fedyok in. Li şûna gul û rîhanan, jehra neyarî û duxmiyê, bi ser hev de dipijiqînin.
Wek mînak sekretêrek ji bo ku piştî deh, pazde, bîst salan, bi zor, kotekî, eşîr, pere û mirîdan, li ser textê şahnişîniya serokatiya partiya xwe maye, bêhna nerazîbûnê ji hevalekî dike. Fermana xayinkirina vî derdixîne. Planan ji bo rûreşkirina wî pêk tîne. Proseyên ecêb dike da ku bihêle ev heval bibe dizê şekala xwe, ku nema bi ser kerê vebe ne bi ser kurtên. Çivekê ji vir û livekê ji wir, heta ku vî hevalê berê bike dujminê îro. Dawî jî wî dipingizîne derveyî rêza partiyê. Tew ne dûr e ku navekî xirab jî bi dû wî, malbat û senselata wî bixîne. Herwiha bihêle ku ev (heval!) poşman bibe li wê roja ku hindek ji nerazîbûna xwe, di qorzîkeke (demokrasî!) de, ji darikekî hewdelê re, eşkere kir. Wate heta ku peyrew û mirîd bû, heval bû. Lê pişt re fermana wî hat. Bi awayekî ji awayan ava serê vî hevalî hat germkirin, weke ku wî, li gor gotina kurmancî,  ji sekretêr re gotibe “Deveyê te qantir!”
Siyaseta ku li ser germkirina ava seriyan ava bibe, bi xapandin û zikreşiyê ve girêdayî ye. Ne li ser stûna zanistî û xebata rast dibe. Ev mesexkirina siyaetê ye û şelûkirina ava wê ye jî. Vêce bi hest, helwêst û berjewendiyên kesayetî ve tê girêdan, wiha jî bi bazirganiya bazara pereyên siyasî ve berdewam dibe, bi belgeya ku pirraniya serok, sekretêr û rêveberan di cihê xwe de dimînin, bi topan ji ser textê ebediyetê nayên xwarê. Siyaset li rojavayê Kurdistanê, bûye tora hevxistin û tevliheviya pirsa kurdî, li şûna ku bibe rê ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkên wê. Nemaze piştî ku germkirina ava serî bûye yekemîn prensîp û girîngtirîn merc û kar di vê holê de.

Bi heman awayî her partiyek agir berdide prêzeya partiya din. Yek pûş dixe eyarê ya din. Yek ya din kêm dike ji bo ku kirasê wê dirêj bibe. Rejîm û opozisyon jî, her yek ji aliyê xwe ve, li gor berjewendî û projeyên xwe, bi xutrî û zîrekî ava serê Kurdan germ dikin. Bi ser vê tevî de, Kurdan jî serê xwe xistine serê hev, bi mebesta ku yek yê din tune bike. Lewma dengê Kurdên rojavayê Kurdistanê jî, di vê rewşê de, winda dibe. Êdî pirs nemaye “Kî kar dike? Kî kar nake?” Biqasî ku maye “Kî ava serê kê germ dike?”  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…