Nûçe

Pênûsa Nû hejmara 13an derket

Hejmarek din tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 13an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
Di hejmara 13an de du lêkolînên û çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek nivîs û berhemên din ên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.
Gelek nivîskarên mîna; Hoşeng Broka, Bêkes Têlo, Lewend Dalînî, B. Cigerxwîn, E.Baqî Huseynî,  Celal Mihemed Emîn, Ehmed Mistefa, Kemal Tolan, Can Kurd, Êrîş Qoser, Idrîs Hiso, Paşa Amedî, Serhan Îsa û Yehya Elewî Ferd û gelek nivîskarên din di rojnamê de nivîsandine.
Hoşeng Broka, Can kurd û Serhan Îsa sê quncikên xweşik bi nivîsên xweşik xemilandine.
Du lêkolînên hêja(Elên bakurê rojhilatê Kurdistanê-Dr. O. Blau) ji wergerandina Can Kurd û (Ji ferhenga jinên kurd-(xeleka 3)-Hunermend û dengbêja kurd-Eyşê Şan (1938-1996)- ) amadekirina Ebdilbaqî Huseynî, hatine weşandin.
Ji folklora kurdî  me çîrokeka di bin navê ‘BIBİLCAN Û DÊW’’ weşandiye.
Di jimara 13an de helbestên: B. Cigerxwîn, Alan Pîr, F. Yakoub, Ehmed Mistefa, Beyar Robarî,  Serhan Îsa û Celal Mihemed Emîn hene.
Me di jimarê de bal kişandiye ser kongireya 8 e mîn ya navenda PEN a Kurd ku li Amedê li dar ketibû û daxwiyanî û şiroveyên birêvebirên wê, weşandine.
Her wiha gotarên nirx bilind di jimarê de  hatine weşandin, wek gotarên: Bêkes Têlo, Ebdilbaqî Huseynî û Hoşeng Broka.
Me hin nivîsên din ên ku hêjayî xwendinê ne, wek; Welatê Me, nivîsek li ser Dr. Kamîran Bedirxan û gelek gotar û lêkolînên nirx bilind, weşandine.
Rojnama Pênûsa Nû gav bi gav ber bi we ve tê, bi xwendina wê re hûn jî ber bi zimanê xwe yê kurdî ve diçin. Hêvya me ew e ku hûn gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Zimanê me, hebûna me ye.

www.penusanu.com 
05.06.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…