Divê em rêzê ji zimanê xwe re bigrin

lazgîn dêrûnî

Parçebûna Kurdistanê di navbera çar dewletan de, û her dewletek ji wan kû zimanê wê cudaye ji ya din (Erebî ,Turkî,Farisî)bandoreke mezin li zimanê kurdî kiribû  ji ber kû  xwendin û nivîsandin bi zimanê kurdî qedexebû , kesê kurd ne bi xweşya xwe fêrî zimanê dewleta kû ew kontirol dikir û pê xwendina xwe dikir ,ji vê yekê zimanê kurdî li cem wî lawaz dibû û di hat ji bîrkirin.
Îro em dibînin kû derfeteke dîrokî ji bo kurda hatiye kû karibin wê qizinc bikin û têde li zimanê xwe xwedî derkevin ,dibistan û peymangehan vekin , sazî û navendan ava bikin, ji bo jînkirina zimanê kurdî da zarok û keç û xortên kurda fêrî zimanê xwe bibin û karibin têde dîrok û tore û çand û hinera xwe , bi zimanê dayîkê bi xwînin ji bo avakirina kesayetiya kurdî.
Bi rastî îro em tev di bînin kar û xebatek ji bo zimanê kurdî dibê ,li seranserî welêt, xulên fêrkirina zimanê kurdî tên li darxistin, ew cihê şanazî û pîrozkirin û dest xweşiyê ne ,lê ev tenê nebese ,û heta kû  fêrkirina ziman newê behelgirtin ji bo berjewendiyên teybet û bi şêweyekî rast û dirist werê sazkirin û wanedan ,pêwiste em li ser hinek xalên giring rawestin :
1-desteyeke bilind û serbixwe ji bo zimanê kurdî werê sazkirin ji kesên ku şiyanên ziman li ba wan hebin ji aliyên rêziman û wergerandin û ferhengê ve , ji hemî deverên welêt ,ji Dêrikê hetta Efrînê , ji bo lêkolîn û serastkirina ziman kurdî.
2-ew desteya bilind bibê lêvegera yekemîn û yasa ji bo pirsgirêka ziman û ew tenê karibê belgenama bidê mamostayê zimanê kurdî û derçûna wan ,da rê werê girtin li ber wan kesê ne xwedî Bawername ne û  ne bi serketîne di ziman de lê xwe kirine mamosta û bawernama didin  
3-serxwebûna ziman û parastina cudabûna wî ji konevaniyê û partîtiyê.
4-navendeke serbixwe werê avakirin ji bo ziman û tore û çanda kurdî û ji bo hemî kurdan bê.
5-ji ber kû zimanê kurdî zimanekî zengîn û dewlemende û ew nasname û sitûna herî giringe û bingiha netewiya kurde ,divê em rêzê jêre bigrin , û bi teybetî malper û kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî derdikevin , kû baş li ser weşanên xwe rawestin berî belavkirinê , û yên kû bibînin lawazin di aliyên nivîskî û  rastnivîsînê de,ew  newin belavkirin.
5/6/2013
 evinwelat240@gmail.com   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...