Werin em Rewşen Bedirxan Bibîr Bînin

Konê Reş
 
 
Îro (01, 06, 2013)an de 21 sal di ser koçkirina emîre Rewşen Bedirxan re derbas be.
Rewşen Xanim tekane jine ji malbata Mîr Bedirxanê Botî mabû sax  û naskir di nav gel kurd de.

Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî.

  Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de şer dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: Weşandina kovara HAWARê, RONAHÎ yê û weşanên Hawarê digel hilgirtina barê malê û razîkirina mêvanên pir û têvel, ewên ku ji navçe û herêmên kurdan li mala Mîr di bûn mêvan li Şamê, digel wan jî kurdenasên biyanî hebûn wek Roger Lescot û Pirre Rondot, hem jî dibere karê xwe yê mamostetiyê di dibistanê Şamê de dikir..
 Rewşen Xanim eva ku îro em di dabaşa bîranîna 14 saliya koçkirina wê de ne, yekemîn jîna Kurd e, ku bi kurdiya Latînî nivîsandiye, û gazî jinên kurd kiriye û gotiye: (Xuhên min ên delal, her wekî hûn jî di zanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezaniye. Nezanî nexweşiyeke û dermanê wê zanîne..)
Hawar, 27- 1941.
Vê jina kurd di 16 salan de, şev û rojên xwe bi mîr Celadet re derbaskirine, ta ku di (15, 7, 1951) ê de, Bîra Qederê Mîr Celadet ji nav me revand. Hingê Rewşen Xanim jiyana xwe di nav rûpelên Hawar, Ronahî û pirtûkxaneya Mîr de bûrandiye, û pirê Caran rondik li ser perîşanî û derbideriya xwe û neferên malbata xwe baran dine.. Îro Rewşen Xanim bûye wek simbolekê Ji jinên kurd re di warê zanîn, kurdperwerî, nivîskarî û kebanitiyê re, ji ber vê yekê bi sedan ji gelê kurd navê wê li keçên xwe kirine.

Di pêşgotina bîranînên bavê xwe de wiha gotiye: (Min çi kiribû, ez nizanim, di be ku min xwe razî kiribe, dema ku min xwe ji zarokên xwe re dîl kir, û çendî ez dilrehet bûm, çaxî ku min canê bavê wan razî kir, ew mirovê zor mezin yê ku tev jiyana xwe di ber kêşeyekê de xerc kir, baweriya wî pê dihat)
 Belê, ji mafê wê ye ku îro em wê bi bîr bînin, heger em wê bi bîr neynin gelo wê kî wê bi bîr bîne.
 Rewşen Xanim di sala 1909 an de li bajarê Qeyseryê çê bû ye, dema ku bavê wî M. Salih Bedirxan di sirgoniyê de dijiya, xwendina xwe di mamostetiyê de li welatê Şamê bi dawî aniye û lê mamostetî kiriye. di sala 1935 an de bi kurmamê Bavê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewiciye, kur û keçik ji wan re çê bûne, kur Dr. Cemşîd e, berî du salan li Elmanya çûye ber dilovaniya Xwedê, kurekî wî heye navê wî Kurdo ye ew jî wek bavê xwe bijîjke û li Elmanya dimîne û keç navê wê Sînem Xane kebaniya nivîskarê hêja Selah Se’della ye, niha li Bexdê dimîne. Piştî koçkirina Mîr Celadet, ji nû Rewşen Xanim ketiye ber pêlên şek û pekên giran de, di nav deryaya kul û xeman de melevanî kiriye, û ji neçarî di sala 1972 an de, mala xwe ji Şamê Barkiriye Banyas li ser peravê derya Sipî, û rojên xwe yên mayî  li wir bûrandine.. Ta ku di berbanga roja 1-6 – 1992 de, Yezdanê Gewre canê wê revandiye jor jor… li ser daxwaza wê, berî mirinê, bisaya kurdperwerên bi rûmet, termê wê di eynê rojê de hat guhestin Şamê û ew di kêleka bapîrê wê (Mîr Bedirxan û Mîr Celadet) de hat veşartin.
Ez jî gelê xwe serwextî vê rojê dikim da ku navê Rewşen Bedirxan neyê jibîrkirin, sed rehmet li canê wê bin û li canê tev neferên malbata Mîr Bedirxan bin.
Di roja mirina wê de, min ev helbest li dor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û wê nîvîsand û li ser gora wan min xwend.. Evin çend malik ji wê helbestê:
Erê  Mîro! felek çerx û dewrane
Rewşen Xanim îro li te mêvane
Bigerîne civateke Botanî
Digel Rewşen û Celadet û Xanî
Rewşen Xanim wê bide te mizgînî
Îro şer e li Herekolê banî
Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax
Gelê Kurd mil dane hevû bi yek rex
Şiyarbûne êdî nemaye ew xew
   Bexwedan û serxwebûne û hew..

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…