derçûna dora 345 qutabiyên tendûristî û kompyûter û zimanê kurdî li Girkê-legê

Girkê-legê / welatê me : în 24/5/2013 : bi amadebûna jimareyek ji nûnerên rêxistinên siyasî , çandî , û civakî , her wiha nûnerên rêxistinên sivîl û pîşeyî  , di gel rêveber , qutabî  ,  û mamoste/a  yên tenduristî û kompyûter û zimanê kurdî , û li ber dîdeyê kamîrayên rojnamevanan û kenalên asmanî ; Encûmena Niştîmanî kurd li sûriyê – girkê legê ( ENKS-Girkê legê ) û li hola Mem û Zîn dora 345 qutabiyên tendûristî û kompyûter û zimanê kurdî  derçonkirin .
 pirogramê şahiyê wisa destpêkir :
–  Gotina ENKS- girkê legê ji layê mamosta zehra ve hat xwendin
–  Gotina mamostayan ji layê M.Mizgîn ve hat xwendin
–  Gotina Encûmena Nojdarî  LI Girkê legê û çelaxa ji layê M.Nûredîn ve hat xwendin
–  Gotinên  qutabiyan :
Girziyaretê abasa – Q.bêrîvan
Gundikê mixeyt- Q.zoya
Gondê salihiyê- Q.civîn
Bajarokê girkê legê Q.sûzan
Piştî  ku gotin bi dawî bûn , komîtên belavkirina bawernameyan bi awayekî hevbeş hatin pêkanîn : ( rêveber , mamoste/a , EN-Gç  ,ENKS-G ) û  bawernameyên rêzlêgirtinê li dora 20 kesî hatin belavkirin , paşê bawernameyên qutabiyan hatin belav kirin , û li dawiyê aheng û dîlaneke kormancî  li ber dengê hunermend kasir hat li dar xistin .   

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…