Malpera kovara Dimesheq bi kurdî ava dibe

 Ji ber ku redeksyona kovara Dimesheq bawer e ku dewlemendiya Sûriyê di pirrengiyê de ye, ku ew pirrengî neynika netewe, ol û mezhebên wî welatî ye, her weha ji ber baweriya redeksyonê ku Sûriye welatê her kesekî li sûriyê ye, bi hemû netewe û zimanên xwe, û ji ber hewldanên birêvebirên kovarê ku bingehekê ji çandeke demokrat re ava bikin li şûna çanda yekrengî ya ku rejîma diktator em di bin barê wê de ji bo demin dirêj hiştibûn,
her weha ji ber ku armanca kovarê herwekî di daxuyanê wê de hatibû, ew e ku kultur warê gelek çem û coyên zanistê ye ku ew divê werin parastin ne bidûrxistin, em di kovara Dimesheq de bangî nivîskarên kurd ên Sûriyê dikin ku nivîsên xwe çi çîrok û helbest û çi jî gotûbêj û hevpevîn bin ji kovarê re rê bikin da ku malpera kovarê ya kurdî zengîn û rengîn bibe bi şertê ku ew nivîs tenê ji bo malpera kovarê hatibin şandin û berê di malperan de neweşiyabin.
De em bi hev re çandek azad ava bikin ku li ser her aliyî vekirî be û bingeha wê şoreşa sûrî ya gewre be, de bi hev re em çandeke nû ji mirovê sûrî yê nû re ava bikin.
Hûn dikarin nivîsên xwe ji kerema xwe li ser van emailan bişînin:
alrihla@gmail.com
info@dimasheq.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...