Dem û cugrafya kurdî

Îssa mîranî

Jiber girêdana mêjûoyî di nêbena mirovê kurd û jîngehê de xwe didît beşek ji wê û kardikir ji bo pêzanînên siruşta cografî û çavdêrî li gihorînên ezmanî dikir gori zanîna xwe û ezmonê rojane.

 û gor wê cavdêriyê dabeşek cugrafî ji roj û heyv û werzê salê re danîn ji bo bikarin jiyana xwe ya aborî gorî wa gihorînê salê rêve bibin û bara bihtir nêrîn û cavdêriya wa li ser werzê zivistanê bû ji ber giringî û bandora wê li aboriya wa ya şînî û giyanewerî û jyana kesayetî.
Ji bo gelek kesan sala werzê zivistanê mezintirîn neyar bû ji ber dibû egerê êş û jan û mirinê, wek sala 1910 dema berfek zor barî û bihtir ji mitrekê bilind bû û neheliya ye heta despêka buharê û bû egerê mirin û nexweşya hezarê mirov û sewalan û navê wê berfê kirin berfa sor ji ber rengê wê ne gelek sipî bû.
Jimara heyva kurdî piştî heyva rojavayî bi 13 roja dest pê dike
Nimûne—1 – adara kurdî 13ê adara rojava ye
Gelek dabeş ji rojê sale re danîn wek
Kanûna yekê—31 rojin 11ê pêşî navê wê dehikin û bîstê dî çilê mê re
Kanûna didwê—31 rojin 20ê pêşî cilê jina 11ê dî dehkê paşî  û di gotin dehkê paşî de pilingê germ di kevin ango zemîn germ dibe û di nêbena 20ê pêşî û 20ê paşî navê wê di kirin xaçxoran
Subat-28 rojin 14ê pêşî qere sibat û 14ê dî ax subat + 9 rojê ax      subatê navê wê kirin  zîp û tîp  û Ereb dibêjin-eleyam    elnahosat
Adar – dibêjin sê rojê ewlî ji adarê li ser subatê tên hesêbê û li ser wê ser hatiyek tê gotin navê wê gîskilok di bêjin roja yekê adarê şivanekî kurd sewalê xwe ji malê derxist û berê xwe da çêrê dît karek rind û delal xwe li ser latê hilavêt û got barkir sibatoka sir sermê hat adara xweş û germê dibêjin wextê subatê deng bihîst gelek qehirî û bankir wa xuşka min adarê tu bidemin sê roj û sê şevê xedarê da ez gêskilokê di erdê de bikim xwarê dibêjin subatê sê roj danê ewrê reş û tarî kombûn ba û bandev barî û baranê dest pê kir û bû sir û seqem heta kara delal cane xwe ji dest da û piştî mirna karê, ro derket û dinya germ bû û şivanê malê li ber kara xwe rûnişt gurand û qet qet kir û kir diyarî ji zarokê xwe re

18 adara kurdî navê wê kirin nîrozê gulig firên-û bihîstina dengî qurîta ango beqa dikirin nîşanê germbûn erdê ango domahiya werzê zivistanê û despêka biharê û gava baran di despêka peyîzê de bihata navê wê dikirin peyîz xêr û roja 15ê tebaxê di gotin bayê nû rabûwe ango dinya ji germê diçê bi alyê hûnkayê de û gelek nav li stêrkê ezmana dikirin 1 kewran kuj wek stêra sibê ye lê berî wê der dikevê ew jî serhatiyek li ser wê heye 2- cotkê kew gîrvana ji alyê roj hilat der dikevê û bi derketina wa re diçûn nêçîra kewa 3- darbest erebî el dib elekber 4- komka sêwiya el sûreya 5- gelawêj an stêra sibê 6 stêra mexrib erebi sihêl an merîx 7- riya ka diza derb el tebanê û di rojê de bi pîvana sihê dem nasdikirin û di şevê de bi livandina heyv û stêrka û nîşanê baranê bayê reş û ewrê tarî û nîşanê berfê bayê sir û ewrê sipî û reş tarî 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...