RAMANEK

Lewend Dalînî

Di dîmahîka rêwingîya Osê, û di ger û tevgera wîde. Ji nûve ramanekê di nêv damarên mejîyê wîde tevgerek kir.  Bi gelek rengan, weke gelek bûyeran  tevilî hev dibûn!.
Ji wan:
Kulîlkên bûharê,  û bare bara Berxa,  Bêrîvan û rengînê Cila,  Dahol û Zirne,  Aş û Arvan, Gelî û Zinar, Zarok û leystika xar û Kaba,  Ser şikandin,  Xanîyê Axî û Çira, Dayîk û Bavê wî, Nanê bi tisî!, Mast û Dew, 
Mehîra Şûrtan,  Cot û paleyî, Cotê Qantira, Das û Qeynax, qebqeba Kewa, Mêşê Hingiv û Kewar, Kewara Mewîja, Cêrê Avê, Daweta Kemançê, Mitirb û Şabaş, Qirdikê sersalê û Kebanîya malê,  Radîya Şeş moc, Tûtin û pêçana Çigarê, Serxet û Binxet, Bimbê Tirka!, Qaçaxçî,  Nisêbîn û Qamişlo,  Mehebad û Merşa ”EY REQÎB”, Kum û Kolosê Kurdî,  Şal û Şapik û Pêşmerge,  Tifeng,  Şikeft,  Şêx Saîd û bidarvekirin, berxwedan,  Çem,  Newal,  Dicle û Ferat,  Xabûr,  Sînor,  hevgirtina gel, Welatparêzî, Xoybûn, Mîr Celadet, Qedrî Can, Ekrem Cemî Paşa, Osman Sebrî, Şoreşa Agrê, Serhildana Sasûnê, Helepçe, Qumberê NAPAL, Wêrankirina Gûndên Kûrda!,  Salar û Mîdya,  Mele û Feqe,  Bêlûte,  Tembûr  û Qadî Şero,  Ûsivkê Çelebî, Çîrok û Serpêhatî, Dengbêj, Ebdilo, Silokoro, Cegerxwîn û Kîme Ez,  Şivan Perwer, Bêndera Pûş û Kayê,  Serfîrazî,  Mala Şêx û Tobe?,  Mirîdê Şêx,  Xwendevan,  Zanîngeh, Kevneperistî, Olperistî, Tîrêjên LÊZER ê,  KOMPÛTER,  çûna ser Hîvê,  Cîhan û Quloçên Gamasî!, Derwêş, Destar,  Danê kuttayî,  kelandina Savar,  Doşek û Balgeh,  Merş û Cilik, Temberî,  strana Zembîlfiroş, Mîrê Bota” Bê şêwir û bê Tedbîr meçe Dîwana Mîr?”, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Teht û Lat, Gelî û Zinar,  Lata Bûkê,  Gelîyê Tenûrî,  Cûdî, Çiyayê Torê, Tora Hevêrka, Kepezê Kîka, Kewkebî Mila, Gudên Omerîya, Zerîyên Mila, Deşta Mûşê,  Şingal û Laleş, Xirqe û Benik,  Zeradeşt,  wêrankirina Hikûmeta Mehabad ê, Qazî Mihemed û Şareyarên xwe, Berzanî, Kurdayetî,  Rengê Kesk,  Sor,  Sipî û Zer,  Keleha Amed, Paîtextê mileta, Mişmiş û Sêvê Melatîya, Behra Wanê, Bend û Rez,  Pîra Torî,  Sing û Dewran, Teresî, Almanîya,  Siwêd,  Rojnama Armanc,  Balefir, dûrbûn, mirina li Biyanîyê, Tirb, Dûgir, guhertina Nava, bindestî,  Qedeha Eraqê,  rûniştina bi Artîsta re, Zimanê Miletekî, Goşîyê Tirî, Tirîyê Hesenî û Mezrone,  Rovî û Xefik,  Fen û Xap,  Dil êş, Kêr û Çetel, Helbestvan, Nivîsandin, Çapkirina Pirtoka, Institûtên Kurdî li Parîs û Brûkselê, Çandinîya Nîska, Paleyî, Hêran,  Qeraşê gund,  Êl û Kerwan,  Mihemedê sêwî, Eyşa Bî, Ismaîlê Dîn, Rezê gundîya, Nêrî û Beran, Keleha Mîdîya, Restemê Zalê, Şerefname, Dîroka Kurd û Kurdistan, Miqdad Medhet Bedirxan,  Rojnama Kurdistan, Bîna Gula, reqsa bi Qîza re,  siwarbûna Hespê,  Şûr û Mertal,  Kawa ê Hesinkar, Newroz, Kiras û Xeftan,  Pîrekê pîr,  Sinbilê Genim, Qada me, civîn, rev, tirs, xweşikbûn, Qelûnkêş,  Hentûr û Hesp,  Qamçî,  Zarokên xwas û birçî,  Kadîna Kayê, Lodê Genim,  Şîranî û Guhestin, Destgirtî,  Leystika Dam û Nehberkê,  leystika Xar û Firing, Reqsa mila,  Şêxanî,  Xwendina Kitêba,  Siwarbûna Tirênê, Telefûn, Faks,  Avdana Pembû, Bîna Lewento, Qundera Boyaxkirî,  xwarina Serî û Pê,  Girar  û Goşt,  Nanê Sêlê û Şilikî, Dûrbûna gel ji hev, Kuştin, Zikreşî,  Patoz,  Terembêl,  rakirina gel ji gunda!, dizîya Mûzîka Kurdî, bêbextî, Zor, nêçîra Kewa,  Kewê Ribat,  Zindan,  Çiyayê Qewma, Elîyê Ûnis, Berfa Serheda, Zozanê Şerefdînê,  Gelîyê Zîla û  Elî-Beg,  Zeytûnê Kurd-Daxê, Malagêndî, Kovarên Kurdî, Hevpeyvin, mirovên pesindar, Xwendevanên ne Rewşenbîr!, Yekîtî, Helbestên Kilasîkî û Modêrn,  Elfeba Kurdî,  rûmetî,  Textor,  Nûbûn, Kevinbûn, Avakirina Xanîya,  Kelpîç,  Leystika Hingulîskê,  Zava û Bira-Zava,  Dara Zavê, Xesû û Bûk, Şer, Berberî,  Serhişkî,  Nok,  Benîyê guwîza,  Rastî,  Azadî,  gera nav Mala, Bêkarî, Jina gerok, Mêrê nekirkêr,  çûna Sînemê,  Sînema Kurdî, Yelmaz Guney, Sûretê tazî!,  Petrola Kerkûkê û Batmanê,  Sikrê li ser Ferat, Solînê Qeşagirtî, zengînbûna avê, Ava Çem û Kanîya, Dehil, Siha dara, Birîndarî, Dîmûqrasî, Fêdralî?!………..
Ev tevde bûne weke lehîyekê, di hişê wîde gîhane hev û di damarên wîde meşîn….., rabû, rûnişt, qevizî, lê her zêdetirdibûn, û sawîrek dihate xuyanîkirin.  Hin bi hin zelal dibû, û  li dîmahîkê sînorê welatekî dihate çêkirin di qorzîyekê ji ên Rojhilata Navîn de û ma li darî çava!?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...