Carina jehr jî dibe derman*

Heyder Omer

Wêjeya gel (folklor) gencîneya çanda milet e, bi ser gelek cûreyan de parvedibe, wek kulam, dastan, çîrok, serpêhatî, tiştonek, metelok û pend.

Mijara vê gotarê  pendek e, min ji nav pendên kurdî vebjart, ji ber ku naveroka wê li gel bûyerên îro, ku gelê me li Sûriyê di navenda wan de ye, têkildar e, û wek sernav danî ser aniya vê gotarê.
 Ev pe pend berî pêşî tê xuyakirin, ku  ev pendeke alozî ye (îşkalî), ji ber ku du dijberan tîne ba hevdu; ji hêlekê de hatiye zanîn, ku jehr metiryaleke kujer e, û ji hêla din de, derman metiryalek e tendurista mirov diparêze, ango dijmirin e. Lê ev wateya zimanewanî ne mebesta pendiyarê vê pendê ye. Mebest ew e, ku mirov hin caran, bê hemdî xwe, neçareyî gotinekê, helwestekê, karekî dibe, divê pê rabe.
Bi baweriya min, ev pend perî pêşî bervê xwe dide kesên hukardar, xwedî biryar, siyasetmedar û rêvebir, ango entilcênsiya civakê mebesta vê pendê ye, ku riya dîplomasiyê li pêş wan vedike, û bandora ageha neyênî, ku ewana di vê pergalê de pê hay dibin, hinekê kêm dike.
Ev pend nerîna fîlozofê îtalî Mîkyavîllî  (1469-1527) tîne bîra mirov.  Felsefeya Mîkyavîllî , ku li ser nerîna „ armanc behaneya alavê“ ye ra dibe, û çi sûdar be, ew pêwîste jî, pêre jî felsefeya wî bûye bingeha têora sûdweriyê û polîtîka realîteyê (realîzm).
Mîkyavîllî; mamosteyê siyasetmedaran, weha diçe, ku divê mirov ne her tim rola şêran bilîze, belê bi ser de divê rola  roviyan jî baş hîn bibe, divê mirov ne tim şêr be, belê divê hin caran rovî be jî.
Nizanim, gelo haya pendiyarê vê pendê û Mîkyavîllî ji hevdu hebû, yan na, lê tiştê dupat (teqez) ew e, ku Kurdê ku ev pend bi paş xwe de hêştiye, yekekî şareza bû, baş di jiyanê gihêştibû, û ev pend jî berhema têgihêştin û serpêhatiyên wî ye.
Di demên dijwar û nîrên nazik de gava milet bi metirsiyan re rû bi rû dibin, hêmanên pêdariyê û rizgariyê di kelepûra xwe dipelînin, ji ber ku kelepûr gencîneya zanîn û serpêhatiyên wan ne,wan destvala venagerîne, û pirêcaran çareyên sûdar ji wan re dibîne.
Bi baweriya min, miletê me, di vê serdema diyalogê de, û nemaze jî di vê dema şoreşa gelên Sûriyê de, hewcedarê kelepûra xwe ye, xwe bi ser de pal vede, teqez dê çareyên serkeftî  tê de bibîne. Ev pend dikare riya bidestxistina wan çareyan şanî me bike.
Li seranserî dîroka kurdî, hatiye xuyakirin, ku gelê kurd pirêcaran di şoreş û xebata çekdarî de bi ser ketiye, lê mixabin ew sekeftiyan di diyalogan de ji dest daye û wenda kirî. Jonasan Randil, di pirtûka xwe ( Miletekî parçe) weregera ser zimanê erebî de, vê yekê eşkera dike, û weha diçe, ku Kurd serkeftiyên penava şer û cengê li ser maseryan wenda dikin.
Ango yan nizanin di diyalogê de bibin terefdarê jîr û jêhatî, û nizanin rola roviyan bilîzin. Belê sincên xwe yên kurdî, ku rêza rûmeta mirovan digirin, bi xwe re dibin, li ser maseyên diyalogê,di cihekî teng de datînin, û ji bîra dikin,ku polîtîk hunera dek û dolaban e, zanista fîlbaziyê û awanbaziyê ye, ewana jî ne hunermendên pilanan e, û ne jî zanyarên awanbaziyan e, vê lomê jî ne tenê bi sernakevin, belê destkeftiyên xwe jî wenda dikin.

yan jî bi behaneya, ku dibêje sincên me rê nadin, da em destên xwe têxin destên neyaran, û kesê vê yekê bike dê rûmeta wî li ba milet erzan bibe, pêre jî ji bîra dibe, ku şer û ceng her çiqas dijwar û domdar be jî, çek û wêrekî nikarin dawiyê lê bînin, tenê diyalog, nemaze di vê serdema me de, dikare dawîyê bîne. Ev rastî rola roviyan biha dinerxîne, û jehrê jî dike derman.
  • Ev  gotar di hejmara di hejmara 3,4 ya kovara dîwar de hate weşandin.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...