Gotina Hevbendê di 115 saliya rojnamegeriya kurdî de

Xuşk û birayên hêja!
Di 22 nîsana her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev seberat (munasebe)bûye weke rojeke çandeyî li nik wan.

Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe û li ser rewşa wê radiwestin,  bê çawa hêja Medhet Alî Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewşa ragehandinê li cem kurdên rojava giftûgo dikin, û rola vê ragehandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dipelînin.
Di vê roja pîroz de jî, pêveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û çawa ji Ronahî û Hawar a Dr. Kamîran û Celadet Bedirxan destpêkiriye, ta bi kovara Gulîstan a seydayê Cegerxwîn, û bi alî serdema 80ê û 90î ji sedsala bûrî de, ku komek ji kovar û rojnameyan, çi bi kurdî, çi bi erebî derçûne, mîna; Dengê Kurd, Gurzek Gul, Zanîn, Pirs, Stêr, Bihar, Mewasim, Ajrras,….td.
Wekû em dizanin, di van salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye şûna wan, û malperên kurdî rola rojnamegeriyê girtine, û bûne dengê kurdan, ji wan malperan: Gemya kurdan, Welatê me, Keskesor, Tîrêj, Avesta kurd,Sobaro…td.
Ligel vê rewşê,  rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna ”Pênûsa Nû” a Hevbendê, ku bi herdû beşên xwe, a erebî û a kurdî, belavdibe.
Li vir em jibîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyare, dema ku ziman û toreya kurdî diparêze, û pêşxistinekê ramyarî di nav civatê de peydike.
Cemawerên hêja!
Ev roja pîroz derbas dibe û hîn jî şoreşa azadiyê û rûmetê di Sûriyê de li dare, eve piştî ku zêdî du salan ji berxwedana dijî kuştina rojane û xwe parastinê didome. Di vê şoreşê de gelek ji mirovên Sûriyê çi kurd, çi ereb, ji nivîskar û peyamnêran hatine kuştin, yek ji wan endamê Hevbendê bû, şehîd Miş’el Temo. Û herwiha ta roja îro jî , gelek di zindanên rêjîmê de girtîne, mîna nivîskar Husên Îso û peyamnêr Şepal Ibrahîm. û  Cegerxwein mele ehmed
Di vê şoreşê de, hevbenda me (Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya) roleke pir giring dike, ev jî diyare ji beşdarbûna hejmareke mezin ji endamên wê bi şoreş re, çi di riya nivîsandina gotaran û beşdariya di ragehandinê de, û çi di amadekirina nûçeyan de, bo herêma kurdî û bo hemî Sûriyayê.  
Li dawiya vê gotinê de, hêvîyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di şoreşa Sûriyê de bileyizin, da ku em bighên azadiya xwe û mafê xweyî netewî qezenc bikin.
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Azadî bo girtiyên peyva azad
Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya
20.04.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…