Diyarî ji (Rêxistna Jina Kurdî azad) re ku bîranîna 11mîn a koçkirna Seydayê (Tîrêj) li bajarê Qamişlo pêk anîn û ji (Bejnê) re, ev keça kurd, a ku bi hêvî û hisreta Bajarê Qamişlo ye.. Bajarê Cegerxwîn û Mihemed Şêxo ye.
Konê Reş
Konê Reş
Seydayê Tîrêj helbestvanekî Kurd e ji nifşê Kevin, ew nifşê ku ji destpêkê de pîş bi nivîsandina Kurdî Latînî kiriye. Roja îro piraniya wî nifşî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M. Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî…
Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û barê xebat û berxwedanê û di meydana ziman, tore û rewşenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên(1932-1946) an de li Şamê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek (Hawar û Ronahî) li Şamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Stêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr. Kamîran Bedirxan de.
Ji wê hingê ve dan û sitandin û têkiliyên Seydayê Tîrêj bi rewşenbîr, welatparêz û kultura gelê Kurd ve hebû û di nav refên rewşenbîrên Kurdan de xebat û bizav kiriye.. Hêjayî gotinê ye ku Seydayê Tîrêj di sala 1942 endamek bû ji endamên partiya (Xoybûnê) li bajarê Amûdê.
Wiha ji hinge ve ta roja dawî, pênûsa seydayê Tîrêj ne rawestiyaye û her û her pênûsê wî, kul, xem û janên gelê Kurd bi dewêta reş û şîn nivîsandîye.
Hem jî pesnê gelê Kurd, Newroz û sersala Kurdan, çiya û newalên Kurdistanê daye.
Ji roja ku seydayê Tîrêj, bîrewer bûye, di rewşa gelê xwe de ponijîye û xemên gelê Kurd xwarine.

Wek ku diyare, tev şîn û şadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê mehê de bû. Ango ev 11 salin ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye.
Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku we serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav helbestvanên kurdên Binxetê de bikim.
Wek ku hûn tev dizanin, di dawiya salên 1970î de û destpêka salên 1980î de, piştî ku kurdên me ji bakur û başûur sirgûn û mişextî Binxetê bûn, hingê geşbûnek rewşenbîrî û şiyarbûnek zimanhezî – xurtir ji berê – di nav me kurdên Binxetê de peyda bû û serê xwe bibilindî rakir.. Hingê piraniya me, navê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî û Feqehê Teyran bihîstibû û naskiribû.. Lê vê paşiyê, bi rêka dengê bihiştî Mihemed Şêxo û stranên wî yên ji gotinên seydayê Tîrêj wek:
Firyad û sed ax û eman
Ez ketim ber êş û bela…
An:
Erê şûxê erê canê
Tu wer dam biçne seyranê…
Em serwextî navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana (Xelat) di sala 1984 an de çap û belav bû û di pey re (Zozan) û (Cûdî) û .. Hem jî em bi dengê Saîd Gabarî û vê helbesta seydayê Tîrêj, eva ku cihê xwe di dilê guhdaran de bi xurtî hiştiye û bandora wê di civata kurdî de heye:
Ey bilbilê dilşadî wer bes bike fîxan
Derdê me girane bira, birîna me kure..
Wiha piştî ku helbestên Seydayê Tîrêj bi dengê Mihemed Şêxo, Saîd Gabarî û gelek dengbêjên kurdan yên din hatin gotin, ew kesên kurd yên ku evîndarên peyva kurdî a resen bûn, dane ser şopa seydayê Tîrêj û xwestin ku ew jî mîna wî û seydayê Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Umerê Lalê bibin helbesvan..û wiha di vê navê de bandora helbestên Tîrêj bez û eşkere bû..
Di berzbûna navê seydayê Tîrêj de û navên mîna wî yên li jor me gotin, û bi çapkirina dîwanên wan re, evîndarên zimanê kurdî û hezkerên hunandina peyva kurdî, peyda bûn û bi belavbûna zimanê kurdî û toreyê re gelekan dane ser şopa seydayê Tîrêj û Cegerxwîn.. Ta ku vê paşiyê, nifşekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin..
Bi hatina vî nifşê nû re, nexasim ewên ku serwextî wêje û çanda gelên cîran bûn û bi zimanên wan cîranan tûrikê xwe ji rewşenbîriyê dagirtibûn, wan jî bi rengê nûjen helbestên xwe danîn û yên wek Tîrêj, Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Omerê Lalê û Ehmedê Şêx Salih man ji kilasîkên kurdan..Tevî ku hêjî gelek ji xortên me, bi rengê kilasîk di bin bandora Cegerxwîn û Tîrêj û yên mayîn de helbestên xwe dihunin.. Hem jî wek ku diyare her û her wê cûdahî di navbera kilasîk û nûjen de hebe.. Bele her seydayê Tîrêj dimîne xwediyê bandoreke cîgirtî di nav xort û keçan de..
Bi vê helkeftina 11 salî ji koçkirina Seydayê Tîrêj em bihuşta rengîn wek mal jêre dixwazin û bela serê malbata wî, gelê kurd û evîndarê wî sax be.

Qamişlo, 23.03.2013