Kurê min Mîro (Celadet)!

Konê Reş

Kurê min Mîro! Çem bi paş de jî dirêj dibe û bi pêş de diherike.. Lê qet nasekine.. Jiyan jî wiha ye kurê min, pêwîste mirov bi pêş de here.. Va tu li Stenbolê ye, mêzeke bê çendî pêlên mirovan di sikak û kolanên wê re derbas dibin.. Ji tev texlîtên mirovên dinyayê di nav wan de hene.. Her yek bi armancekê di kolanên wê de dibuhirin.. Tu jî bi armanca çûna Ewrûpa, çûna penaberiyê, di wan kolanên Stenbolê re derbas dibî.. Armanca te jî, ku tu jiyanek xweş, geş û azad di penaberiyê de bibînî..
Erê kurê min, welatê me, bajarê me Qamişlo roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe.. Dibe dojeh û xelkên wê bi refan divevin.. Roja îro Stenbol ji wan re bûye xweş rawestgeh.. Tu jî yek ji wan kesa ye..
Kurê min! Çend rojekî bêhna xwe di wê rawestgehê de veke û berê xwe bide oxirê û pişta xwe bide felekê.. Ka em ê binêrin bê qederê ji bo te, çi di tûrikê xwe de veşartiye..
Erê kurê min, çem bi paş de venagere, her û her berê wî li pêş e.. Bi herikandina Çem re gelek zê, rûbar û kanî tevlê dibin û sekn û hedan lê nîne.. Armanca Çem ku xwe bi welatê xwe ve bigihîne, xwe bi deryayê ve bigihîne.. Tu jî sebra xwe bikşîne kurê min, fereceyên xêrê pirrin..

Kurê min Celadet (Mîro)! Çiya ji dûr ve bilind xuya dikin, bi nêzîkbûnê re nizim dibin, bi hilkişandina ser pişta wan re, ew bilindbûn namîne.. Lê her navê wî çiya dimîne û her kes nikare xwe bi ser pişta wî ve bigihîne.. Kurê min tê gelek zehmetiyan bibînî ta ku xwe bi armanca xwe ve bigihînî.. Lê hin deyax û berxwedan pêwîste kurê min..

Raste kurê min, jiyan bi kurdî gelekî xweş e, lê gelekî jî dijwar e.. Belê kurê min sebaretî min, bi min xweş e, tevî nexweşbûnê, kurd bijîm, kurd xwe bidim naskirin û parastin û eger rojekê bimrim kurd bimrim û li Qamişlo bême veşartin..
Ji ber vê yekê kurê min, destê min ji Qamişlo nabe û qet nikarim li kêleka te, di penaberiyê de bijîm, qet ez nikarim.

Konê Reş
Qamişlo, 01.03.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…