Kurdê nû

luqman sileman
luqman_sileman@live.se

Piştî salekê ji şoreşa meya Sûrî û bitaybet li herêma kurdî hin kurdê nû ji mere derketin holê bêguman çi şoreşe û ya kî miletî û li ku bê pêdiviya wê şoreşê bi hemî miletê wê heye ji ber ku şoreşe bê milet wê tucarî bi ser nekevê û em jî wek kurd pêwîste ku miletê me şoreşê hembêzbikê û ta astekî îro dikê tevlî ku miletê kurd di dîroka şoreşên xwe yê bûrîde her dem li şoreşê xwedî derketiye û bi hemî hêza xwe ew hembêzkiriye ez bawerim miletê me ji kevin de didê lê hîn nestandiye ji ber ku miletek canfîdaye û di rojê tengde li ber mal û canê xwe ne sekiniye tev bi gorî şoreşa xwe kiriye ev tiştekî pir balgêşe û giringe û ciyê pesin, û rometê ye.
Lê em di eynî demê de ji bîr nakin ku li rexê diyê şoreşên me hin kes li dij wê şoreşê mil bi mil li kêleka desthilatdara de dijî şoreşê di sekinîn û bi arzanî xwe difrotin dijminê xwe bêguman ev li hersê parçê diyê kurdistanê hate bi karanîn bi zîrekiya dijmin û arzaniye kurdên xwe firoş. ev li cem me wek kurdên kurdistana Sûrî nehate bi karanîn yanî tu eniyê kurd bi destê dijmin li himber eniya kurdî çênebûn ji ber ku li cem me şoreş û şerê çekdarî bi karnehatiye lê li cem me wek rojavayî kurdistan rewşek meya taybet hebû ji lewma jî ew kurdê ku dijî kurdîtiya xwe û xwe firoşê desthilatdara bi arzanî. Ji ber ku tu şoreşê çekdar li cem me serî hilnedabûn van kurdên xwe firoş bi gelek renga bi gelek alavan di nava gelde di xebitîn û bi rengekî pir xirab û arzan xwîna miletê xwe di vexwarin. Ez dikarim hin mînak bînim lê vê carê ez navê kesî nabêjim ta rojê werê emê li ser navan bi sekinin û her yekî çi dikir û ew kîbû û kurê kîbû. Ji ber ku dîkomînt li ser teva hene û tiştek winda nebûye..
Beriya ku şoreş sala xweya yekim bi dawî bike jî bi sedan kurd hebûn hîn ew karê xwe yê bi qirêj û raport li ser raportê didane asayêşa li ser kurdekî ku dijîn rêjîmê bû çimkî ew bihnokêbûn li cem dezgihên asayêşa û ji wan di hate xwestin ku ew bibin çavkanî li ser miletê xwe ji desthilatdara re û wan li bimher karê ku kurd dikin agadarbikin û nûça kêlî bi kêlî bidin asayêş.  Ev di hemî xelekê jiyana rojana de bi kar dihat ji simînara,ji komcivînê, rewşenbîrî, folkilorî, ew kurdên xwe firotî gav bi gav di celde û kolanê bajarê kurdî de li nûçekî digeran da ku bighînin desthilatdara wek kuçikekî birçî dema ku li pey bihan goştkî veşartî bi gere ew wisa li gund û bajara digeran da ku ciyê xwe li cem asayêş xweş bikin, li cem wî ne giring bû ku çend virajî û bêbextiya jî li kurdekî bike û çi bi serê wî kurdî tê bila bê lê ya giring li cem wî ewbû ku tenê asayêş ji wî razîbin û çend hestiya bavêjin ber wî. Beşek ne hindik hene û miletê kurd wan nasdike û dîkoment li ser wan li cem xorta hene. ji navmaliyê ku di dibinstanê de kardikir(azin) ta bi mudîr û kesên dî yên ku di dezgihên dewletê de karmend bûn hin ji wanjî hebûn ew karmendiya xwe ji xwe re di kir mihane û di wê rêyê re dibû çavê asayêş û ji xwe ji bilî ew  kesê ku di dezgihê asayêşan de karmend bûn çi yê hişkere û çi yê ku bi dizî xebat ji desthilatdara re dikir û wan jî hestî bi dizî jêre tavêtin.
Lê beşek dî hebûn ew dihatin ji martin ji wan kesê newêrek û tirsonek û carekê yan rojekê ji roja pişta guhê wan xwêdan nedaye di ber pirsa kurdî de. Raste wan dîrek zirar ne digihan pirsa kurdî û têkiliyê wan jî bi desthilatdara re nebûn ji ber ku ew ji milet di tirsan û ne diwêrîn pêwendiyên xwe bi desthilatdara re deyn in û ji desthilatdara jî ne diwêrîn kurdîtiya xwe hişkere bikin û di berde xebatê bikin. bêguman ew jî naskirîne lê tiştê ku bûye ciyê seknê li ba min ew kesê ku ta do ne kurdbû û bi hemî dezgihê desthilatdaran re kardikin û guh û çavê wan bûn îro bûye kurd û tevlî partiya bûne û hin ji wan komela çêdikin û simînara û di rajin Ala kurdî ya pîroz û hin ji wan rojê girafêtekî datînin. Bawer dikim ew fêrî alastina sola bûne û ev dema dirêjbûn sola desthilatdara dalstin û îro li ber çavê wa xwediyê sola ku wan bi zimanê xwe dalst li ber têk çûnêye ji lewma ew niha li soleka dî digerin da ku balîsin ji ber ku sebra wan bê alastina sola nayê û niha kirasê kurdîtiyê li xwe kirne lê diyare ku ew kiras li bejna wan nayê çimkî kurd nabin sol alîs …
Ez ji wan re dibêjim kurdê nû ew wek marin di karin di her kêlîkê de xwe biguharin ew kurdê berjewendiyê xwe yê kesayetîne ne kurdê rojê giranin ji ber ku me dî çawe di wan rojê girande sol alîsê desthilatdara bûn û gelek ji wan hene hîn hibra raportê ku li ser kurda dinvîsîn û di dane destê asayêş ziwa nebûye, ew ne ciyê baweriyên ne li cem dijmin û ne jî li cem kurda çawe baweriya desthilatdara bi wan nedihat baweriya kurda jî bi wan nayê û yê asayêş yê ku raport yan agahî li ser miletê wî ji destê wî di girtin ew di çavê wiyê asayêş pir piçûk bû ji ber ku yê xiyaneta miletê xwe bikê tiştek buha li cem wî nîne û di karê hertiştî bidê û didajî.
Ewî hemî aval bi kar tanîn tenê ji bo ku desthilatdara razîbike û çi bi miletê wî cîranê wî gundiyê wî xelkê taxa bajarê wî tê li cem wî ne derde lê nerazîbûna desthilatdara li cem wî derdekî pir giran û bê dermanbû. Îro ew ketiye zel û bezê çawe ciyekî yan solekî li cem kî ji xwe re bibînê çimkî ew zimanê di devê wîde bê alastina sola jiyan pê girane….  

Îca ez vê pirsê li ber destê kurdê kevin datînim gelo em navê wan bixin kurdê nû yan kurdê sol alîs…???

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…