Kombenda Kawa Zincîreyek Lêkolînî sebaret bi Hizra Netewî Kurdî li Hewlêrê saz dike

Hewlêr/Kurdistan

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî û Zanîngeha Selahedînê, sibe-Şemî-10/2 zincîreyek lêkolînî sebaret bi hizra netewî kurdî li Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistana/Iraqê, saz dike.
Çalakiyên zincîreya lêkolînî dê çar rojan berdewam bikin, û li sentera rewşenbîrî û hunerî ya zanîngeha Selahedînê, li Hewlêrê, pêkwerin.Bernameyê zincîreya lêkolînî wiha birêve diçe:

Şemmî10/2:
-Ferîdûn Yazar/endamê berê di parlementoya Tikiryê de.
-Husam Nîmet/mamosta li zanîngeha Selahedînê-Hewlêr.
-Dr.Mihemmed Mihoyî/mamosta li zanîngeha Silêmaniyê.

Yekşemb11/2:
-Dr.Şêrzad Neccar /zanîngeha Serlahedîn-Hewlêr.
-Selah Bedredîn/Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî.
-Dr.Kurmanc Gundî/zanîngeha Tenêsî li DYA.

Duşembe12/2:
– Cefer Ibrahîm/birêvebirê navenda lêkolînan ya PDK.
– Mesûd Tek/skreterê PSK- ê Tirkiyê.
-Dr.Cebbar Qadir/mamostayê zanîngehê li Holenda.

Sêşembe 13/2:
-Abdullah Muhtedî/Komele.
-Ronî Elî/nivîskar ji rojavayê Kurdistanê.

Di dawiyê de, guftûgoyeke giştî û helsenigandina encaman û xwendina belaxnameya kotahoyê zincîre bidawî dibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…