Roja Yekîtî û Hevgirtinê

  Ji bo xwendevanên Hawara Botan silavekî germ!

Di destpêkê de dixwazim ji bo derengmayîna vê nivîsê lêborîna xwe ji xwendevanên Hawara Botan bixwazim. Mixabin derfeta min nebû, demeke zûtir ji bo we binivîsim…
Îro Rojava li hemberî êrîş,penaberî, koçberî, serma û birçîtiyê re rû bi rû maye. Her wiha derfetekî zêrîn jî li ber dergehe ku Rojavayê welatê me bigihe azadiya xwe. Azadî bi yekbûnê pêktê. Divê em li ser yekbûn û azadiyê baş rawestin.
Dîroka me ya tevgera rizgarîxwaziyê me fêr kiriye ku hemû serneketina me ji ber yeknebûn û hevnegirtina me ye. Ji ber wê yekê îro divê em heman kêmasî û xeletiyan nekin û hişyarî xwe bin.
Helbet azadî ne hêsane û bêyî zehmetî û qûrbaniyan pêknayê. Kûştin, derbederî, penaberî û birçîtî çêdibin û dê çêbibe. Lê belê çi dibe bila bibe eger yekbûneke netewî pêkneyê, gelek zehmete ku serkeftin pêkbê. Armanca me divê azadiya neteweyî be ku me hemûyan ew armanc û ew daxwaz heye. Ji ber wê yekê divê li dora wê bazina netewî em kom bibin û tenê wê daxwaza xwe bînin ziman û têkoşîna xwe bikin.
Li rewşa îro de, divê nav û armancên partî û komele û rêxistinan bikevin armanca duyem. Heta armanca yekem pêkneyên, nabê em wan daxwaz û armancên din bînin ziman.
Em hemû demokrasî û mafê mirov û welateke yekbûyî dixwazin!
Em hemû dixwazin êdî li bin destê dîktatoriyan de nejîn!
Em hemû dixwazin li vê dinyayê weku neteweyên din bi nasnameya xwe bijîn!
Madem eve ne daxwazên me, gelo çima em roja yekîtî û hevgirtina xwe ranegihînin nebin yek û
WELATEKE SERBIXWE
ava nekin!!!
Sînemxan Celadet Ali Bedirxan
Hewlêr – Kurdistan
29.01.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...