Dem dema yekîtıyê ye

Huşyarê Emerê Lalê

Eve du sale li ser ‏ ‏şoreşa sûrîre derbas dibê bêyî ku bighê armanca xweya sereke , ew armanca ku hevbeşe di nav  hemî milletên sûrîde , ya ku bi tevayî bandikin bi roxandina rijêmê , lê di warekî dîde em kurd weku netew rastî gelek arîşa dibin û nemaze dema em mafê xwe diyardikin ji pêkhateyên sûrîre ,neteweyên dî nerazîbûna xwe diyardikin weke ku mafê me di destê wadeye qebûlnakin û dibêjin divê hûn rawestin ta sûrî rizgarbibê ji rijêma basiya  û perlemanek bê hilbijartin ka ew perleman wê qebûl bikê an na ,
ev çanda dagîrkirinê hê di mejyê wadeye tevî bihtirîn kesên opozisyona sûrî nîvê jiyana xwe di welatê oropîde derbas kirine lê fêrî dîmuqratiyê û nebîne  lê ev (icehiya) wa (wîrasiye) û egerê wêjî evin .
1-hê erebê sûrî bi ramanê regez perestî dijîn û bi çavekî kêm li me dinêrin û xwe dibînin welatiyê pila yekê û netewê dî dibînin welatiyê pila diduyê û sisiyê  hê di heyamê berêdene ku bi navê mislmaniyê welat dagîr dikiran  serweriya miletan dikiran heyamê va ramana çûn tevî ku di welatê medene û axa me dagîrkirine û saman û keda  me dixun û hê nerazîne jî û mafê min jî qebûl nakin  
2- hê nêrîna kurda ne zelale di warê meyê rewade û hê bîr û boçûnê hevbeş diyar nebûne li ser mafê me kurda di sûrîde û hê pirojek kurdî diyar nebûye encama hebûna du encumanê kurdî di kurdistana rojavade .
Hebûna du encumena dibê sedema hebûna du bîr û boçûna ji ber ku her encumanek bi derkîve girêdayîye û hebêna du nêrîna dibê sedema lawaziya bizava kurdî li hember opozisyona sûrî tevî hebûna desteya bilind lê desteya bilind ne kargêre weku tê xwestin di vê qûnaxa hestyar û nazikde 
Di vî warîde ya giring ewe ku bizava kurdî bi tevayî li gel hemî kesaytiyên niştîman perwer û serbixwe û çalakvan û rekxirawên civaka sivîl bi tevayî di bin sêwanekî kurdî hevbeşde tev cî bigrin bêyî ku kes kesî tinebikê û çêkirna hêzek leşkerî hevbeş dibin vê sêwana kurdayetî de hingê emê bikarin bi xurtî mafê xwe bistînin jiber ku maf tên sitandin ne tên dayîn û maf nayêne parçekirin û mirov ji ber mafê xwe fedî nakê ji ber ku mafê milletekiye ne mafê kesayetîkîye û ne mafê partîkîye, ka mafê milletan di cîhanêde bi çi rengiye emjî zêdeyî wî mafî naxwazin lê em kêmî mafê milletajî qebûl nakin ji ber ku emjî milletin weke hemî milletê cîhanê .  

3- pêwîste rekeftinnama hewlêrê bi cêbecê bibê bi zûtirîn dem ji ber ku rewş berev nexweşiyê de diçê derengî ne di bercewendiya medeye  Serê Kaniyê nimûneye li pê‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏şya meye  îro roj roja kurdîtiyêye ne roja partîtiyêye  pêwîst dikê ku em yek hêz û yek deng û yek helwîstbin di vê qûnaxa hestyarde û dema rijêm çû û sebeta dengdanê hate meydanê higê ka kî kar û xebat di ber milletê xwede kiriye wê encamê bibînê ji ber ku millt mirova datînin û millet mirova radikin de werin bi yek helwîst û dengî dakevin meydana kar û xebatê û bila dîrok rûpelên nû binvîsê di vê dema nû de û da em  buharek nû vejînin û rewşek xweştir bibînin.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…