Bijîjkên kurdan ne xwînmij û revokbin

Luqman yûsif

Bi derbasbûna bitir ji sal û nîvekê di ser şoreşa sûrî re gelek tiştên veşartî û nixumandî vêvirîn .

Ew bixwe hêjaye gotinê ku em li ser hertiştî rawestin û her tiştî ji gelê xwe yê perîşan re zelalbikin û bidin xwya kirin ,lê mixabin dil bikule û nayê milan ku em berê xwe bidin hemî holan .
Ji ber wilo mirov dikare berê xwe bide hin holên giring û kêmasiyên tê de heyî bide xwyakirin .
Ji holên herî giring û girêdayî bi jiyana gel ve hola bijîjkên kurde.
Ev bijîjkên ku di demên bihûrî de em bûbûn pesindar ji wan re û me serê xwe bi hijmara wan bi taybetî li bajarê Qamişlo bilindikir, ne li gor mercên demê derketin ,û ji gelê xwe re dane xwya kirin ku ne yên rojên giranin û hêviyên bi wan re ber ba çûn!.
Ne ku em di roja îro de bêbextiyê li van kesan dikin û dixwazin hestê wan birîndar bikin na. Lê ya rast ew e ku me ji wan dixwest û gel jî ji wan bi hêvîbû ku ew di roja giran de li gelê xwe bi xwedî derkevin û bimînin li gor hêviyan.
Tevî ku evan bijîjkan di dema bihûrî de gelek xwîn miştin ,berîkên perîşanan valakirin û rojekê ji rojan bi çavê mirovatî li wan meyzenekirine jî (ji bilî çendekan ji wan û bi taybetî di bûyerên Qamişlo de sala 2004an) ,em dikarin bêjin ku ewan karîbû xwe ji gemar û qirêja bi wan ve girtî bişon û ji nûv re bidine ser rê ya rast di xizmeta gelê xwe de .Ev gelê ku îro li ber şek û peka ye û bûye nîşan ji dijmin re. Lê sed mixabin ewan xwe li ber tengasiyê ne girtin û jiyana xwe bi ya gelê xwe ve girênedan. Berê xwe dane deverên xweşiyê û  de ku ew wê bimînin xwîn mij û revok, û di dawî de em tînin bîra wan ku vegera ji şaşiyê paktire ji xirabiyê.!?.
Ev bangeke ji her bijîjkekî re ji bo li xwe ve gere û hişyar be ,tengasiya gelê xwe bîne ber çavên xwe û di êş û janên wî de bipûnije,û heger ew di tengasiyê de li ber bar ne rabin, ji xwe di frehiyê de wê ji me re ne gerek bin, û ewê her û her di çavên me de bimînin biçûk û bê kêr.
Di dawî de gotina me ji bijîjkên bêkêr hey ku nebin asteng di pêşiya yên baş de ku ew karibin bidin ser şopa bijîjkên me yên dîrokî, mîna Dr Nafiz Beg û Dr Qasim Miqdad.?.    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...