Mihemedê Seyid Husên
Ji serî de ez bi xwe di comerdiya zankoya dayika Têrêza û destberê wê yê kose kurê Cewê de bergûmanim, gelo çima wilo ji ezber û reşayê ve bi çapa mezin serbiser bawernameyên qaşo yên rûmetgirî ango şanazî û payedarî di perensîpa bazirganiya kî zêde bide û bi taybetî li bazarxaneya xerîdarên derûn lawaz ya kurdên sûriyê ku kelê û tisî belav dike
gelo hêman û egersezayên ku xelat û bawernameyên rûmetdar û şanazî li ser têne wergirtin tenha evin, ango ji binî ve rewişt û rêpîvanên ku xelat û têznameyên payedarî ne nasin, ne xwendine û ne jî bihîztine û şerm jî dikin ku ji ezmûneya sazî, dezge û zankoyên civaka navdewletî sûdê wergirin.
Eger ku mirov bi dilbarî, aram û di seqameke xweş de, li dengê dadî û rastiyê guhdarî bike, yadiyên rojevê li ser rûberê dîrokê rewa û mafseza li ber xwe raxîne, baştir têde bi rame, wî hişê tembel û tiral yê tenahezî, xwedbînî, hozperestî û paşverû ji serê xwe daweşîne, ji nêv pirtûkên zanistî û ezmûneya çandên şarewerî yên cîhanî bîr û bawerî û zavê ku di genîav û beynebaneyên tewş û eware de, li kozika zanîna nûdemî vegerîne û ta ku ji mirov bê mîna bûnewerekî evra û pîroz li ber bayê bêrîn ji bo berjewendiyên giştî dirust bi xebitîne.
Bi rastî cihê pirsê ye ku her kurdekî rabûdûyî kêşeya gelê xwe dibe ji mafên wî yên rewa û xwza ye ku destêwerdana ajan û biyaniyên bergûman di hûrpîşên civaka xwe ya netewî, çandî û sezayên aborî de jî pesende neke, bê guman ji nîrekî ve hîç ne şîretan bi parvedikim û ji nîrê dîtirê ve ne jî lawazim ku lavajan û berzûriyê ji kesên bê havil bikim, lêbelê reha naçarim di serî de weke kurdekî dilsoz ku stûbariya civaka gelê xwe bi giranî hildigire û mîna nivîserekî netewperwer bi pênûsa xwe bervedêriya gireft û kêşeyên gelê xwe dike, û pir pêwîste jî ku di vê bafîkê de têbîniyên xwe rasterast û li rû bibêjim, çunkî li kolanê bi devjenkî gelekî gotebêj dibe, li hêlekê tête pesinandin û li hêla dinê tête têkdan û li ser serada girs werbêj dibe, lê hema çiku cihê pirsê ye ez dê ya xwe bi wiha reng bibêjim.
1-Qey ne ji mafê kesê kurde ku bi dengekî bilind bi pirse, gelo çima bi vî şêwazê erzan zankoya dayika Têrêza, nemaze ku wilo bê wext û paxav dilê wê ji kurdên sûriyê bû ye hevrêşik û li kewt û komên civaka kurdî bawernameya Doktora ya şanaziyê, bi têzûfêz û payedarî ket û ber û bê ku hema bi kêmanî paldarî ser rewiştzanîn, şert û mercên zanistî bin, bê perwa wilo çep û rast li keysebazên derûnşikestî û hebanên nikder bi parvedike.
2- Qey dîsa ne hêiayî gotinê ye nemaze ku ronakbîr, wêjenivîs û tekoşiyarên siyasetvan ji çalakvanên civaka kurdî, bi taybetî vê avjeniya bejayî û genavê bi peritînin û riswa jî bikin, qey ji nêv hemî gelên cîhanê ji gelê kurd pêve sezatirî vê bawernameyê nebûn, ango di wateyeke rasteqînî de wilo di xuye ku jê xayiz û paşverûtir li rastê û bê xwedîtir nebû nemaze ku Cewê û Têrêza xanim pê bi kenin û zir bawernameyên xwe yên pûç û vala lê belav bikin, yaxud rastiyeke nependî dîtir di nehêniyên tarî de, şevnivistî û di bin perdake mûrangirtî de nixumandî heye, raz û veşartokên dîrokî li ser pişta kurdên xemsar jinû ve şiyar dikink, loma ji nişka ve biryareke wa qet ne bi torfelaqî avêtine û helwesteke wilo fertene û payebilind ne jixweber hatiye standin, lewra ku yek 3 ê xulekan têde bi ponije bê ewarte û bê serêşan piştî peran wê bizane ku bûgîn lîztikeke rîpoke û li ser serê bana bang dike ku pilane, her wekî mebest û armanca navbênçî û zankoyê taku bigihê sîxurên karbidestên ewlekarî yên rêjîma sûriyê, yên hevpeyman bi tabûrên kevneperist û tundrewî yên ermenistanê re, nemaze ku pîlana xedr, kîn û tolholdanê ye û ji dûrokdirêj de şût, tazî û riswa li ser serê kurdên belengaz tête geradin.
3-hindik maye ku Sîracê Cewê li ser girûza petêxan bawernameya doktora li gasîn û kolanan bi kîlo û giraman bifiroşe, û ku kesekî kurd ne mîne bi kire, hinga dê di gorê de hestiyên kalikê xwe pê xelat bike, û ku mirov xweşik sêpla Dek S.Cewê bi şopîne, û ne zêde ji dûr bi serê ta bigire teqez dê mirov bigihê bêtirî sedem û tilamên ku çima ji gelên herêmê tenha kurd bo vê şermezariya ne fîraz bijartine.
4- Dek: S. Cewê ji çaxê ku baweriya xwe ya olî ji sinî bi şî,î guherti ye ji hinga ve cawê wî yê hêmî çaktir hate nasîn, li valî walî ne di tebitî mîna makerona şil di sêniya ferfûrî de ku ne di hate zeftê, li ser heft werîsan pêlewaniyê dike, xefk û dafikên wî di gelek zeviyên mûş û kirêbdayî de vedayî ne, û destberiya gelek zankoyên welatên sovyatistana berê ya herifî dike, mixabin ku rûdar, dewlemend û serokpartiyên me (helbetî ne bi giştî di bêjim) tev jen û pêkarîna xwe mîna partiya ba,is ne di bin akam û sîwana eydiyolojiya totalîtarde bûna, ji xwe tu carî ne diketin dafikên wî û rêjîma esayişî, û hem wî jî nikarî bû vê keysebaziya kambax li kurdên qaşo berpirsyar bike.
5- bê guman destgul tenha awireke xweser şîrove dikim, û di baweriya min de jî cihê daxê ye ku di piştî berbata 12 ê avdara 2004 an de heman Cewê di navbera hindek ji serokpartiyên me û Husên Fedlela de bibû navbênçî ku di rêya wî re weke berdevkekî serokomar şî,î û pêbawer, bê gûman pêre rûniştin lê mixabin hevdîtina serok sipartin paşdemeke ne nas, her wekî evya bi serê xwe weke perensîp dibû proseyekî ewarte û totalîtarî bi serê xwe û her nêçîrvanê segvan yê rêjîmê dîsanê lawê Cewê bi serê xwe bû.
6- Sebaretî vê comerdiya jorgotî ya bê sînor, bivê nevê wê lixêvên rûdan û bûyerên dîroka bihurtî ramanên mirov bi xuricînin, weke nimûne eger ku pismamên me yên ermenistanê pîlan û tevkujiya fermanê ya tirko ji bîr kiribin û kurd jê dest şûştî dabine alîkî, û tenha ku şofonîzma erebislamî jî li sûriyê êrîşa xwîndar ya 12 ê avdara 2004 an avêtibin paş guhên xwe, wisa mîna rûn û hingiv dilên wan ji kurdan aram û tenah bûne, û li ser zemîna jîwarî pêwendariyên hevgel di niyaz û giyanê lêborînê yên hevguhêz de ji wan bi bînin, hinga teqz kurd jî dê xwe ji ramanên velerzî û bergûman kutah bikin, vêca weku mirovê kurd di serdema rojevê de têgihişti ye, her wiha weku ew jî têgihane ku kurd li gor keys, derfet û mercên herêmî û navdewletî jî baş hatine paraztin û piştevaniyeke gewre ji hêzên mezin di bin bandora sitratîjiya berjewendiyên cîhanî de, lewra li heman gorê jî nema yekser têkdiçin û têne xapandin, loma di encamê de Têrêza xatûn, Cewê û esayişên sûriyê li gor nîvê pêşîn ji çerxê çûnî û bi korfersendeyî di heman eydiyolojiya totalîtarî de hêj di gevizin û di seqake lewitî de melêvaniya têkçûnên xwe dikin.
7- ku ev xelkana ne di pilanên çewt û rêleç de di xebitin û ne di xwazin di serî de hêzên kurd yên ku hêviyên mezin di pêşerojê de ji bo miletê xwe li sûriyê nimûne dikirin, bi tayebetî ronakbîr, siyasetvan, hunermend, wêjenivîs û hemî afrendyarên kurd tevlî dewlemend û rûdarên welatparêz, naxwe ev çi destdirêjayî bû nemaze ku bawenameya zankoyê di rêya kose û berkoseyan de bi jimareke dolarên hindik tête bi destxistin, û di heman demê de mirov bêhna gelaciy jî jê dike, ku bi taybetî ev destekdan ji bo çavên afrendyarên kurd bana ji xwe tiştekî saygirtî û pir pîroz bû, lê ku weku me li jor amaje pê daye ku pilan û tolhildanên dîrokî bin, ango jinû ve xwê bi ser birînên kurd yên dîrokî dadikin ji bo ku jinû ve bi axivîinn û hevrikiya navxweyî di civaka kurdî de gurtir bikin, û bi wiha rengê sixtekarî Têrêza xatûn bawernameyên doktora bi çend perakî belav dike, ji dêvla ku ew di vestîvalên fermî de nirxekî nas û eşkera bide kesê xelatgirtî.
8- dema ku rêxistinên kurdî jî heman eydiyolojiya dawer û totalîtar rêbazdikin û weke wê ji ramanên şaredarî û rêbazên zanistî hin bi hin dûr dibin û di bin bandor û sîwana kiryarên wê de serkêşiya gel di hêza êlên xwe de çarçuvedikin, û her cara ku partiyeke kurdî di kongrekî giştî de serokekî di hilbijêre hingê partiyeke nû jê dizê, mixabin kurdê ku çar pirtûk ne xwendine, gotarek ne nîvosandi ye, ezmûneyeke wî çandî û siyasî dirêj tune ye, giyanê xweragirî, kargorî bi mal û can li cem kêm peyda ye, çar rojan îşkence û azirdana binê zindanê ne xwari ye, û tewer mêro bawernameya doktora ji zankoya Têrêza xanim werdigire, ji berku bes perî wî hene û di paxavan de jî serokê êlekê ye ango di nava êla xwe de rûdare an serokparti ye, îcar de werin vî kerî di vî bihurî re derbaskin, lewra eger ku zanîngeha Têrêza xanim jixwe hêvî, xwedî roleke zanistî, pispor û navendeke cihanî, nasdar û pêbawer bûna, hinga gereke ji navdarên kurd re yên weke şêrko Bêkes, Yeşar Kemal û gorbihuştî Cegerxwînê nemir di gorê de û bilî wan hindek afrendyar ji gelên dîtir jî xelat û bawername bi girtina, vêca li vir dîsa pirsek di peke holê gelo ku vê bawernameyê bidin helbestvanê gewre şêrko bêkes û rêzdar Bîşekçî gelo wê bigirin, bê gûman min ne bawere, dîsanê ku ji niyazpakî bana, ku ne pilaneke vexwendî bûna, êdî çima ev koktêla bijartî û di piraniya wan de yên ku çûne hevdîtina serok, husên fedlela û Necah el etar, û dûmahîka pirsê ewe ku kengî li vê radeyê kurê cewê, Têrêz û esayişên sûriyê wilo bûne xemxur û berketiyê miletê kurd helbetî egere ku mirov bi giringî û hem bi stûbarî jî li ser vê yekê raweste û baş têde bi ponije.
9- weku me tevan xwendi ye û bihîzti ye jî herçî zanîngehên ûzer û navdar di cîhanê de, nemaze ku bawernameyên payedarî û şanazî bi navdarên afirîner vedikin, li gor ku me bihîzti ye dezgeyê ku xelata Nobilê di hemî hêlekarên zanistî de dide, her wekî bi ser ve nirxekî diravî jî pêre ji xwedî re heye, herwiha xelata tekoşyarê nemir Osman Sebrî weke mînakeke kurdî kurê wî M. Hoşeng buhayekî diravî jêre terixandi ye, û li nav ereban jî xelata kendavê û ya şêx Zayid û çi xelatên dewletên fermî yên şarewerî û serbazî û sazîiyên şaredaî jî di cîhanê de mafekî xwedî yê diravî têde parazti ye.
Û weku em kurd îro qûnaxê di nasin her wekî rêja xwendevan û hozaniyê di civaka me de asteke ferezane herkêm pileyeke konevanî, zanistî û ramanî hinkûf di nav civakên herêmê de di pelîne, ronakbîr û siyasetmedarên kurd li her pênc parzemînê gerdûnê belavbûne, geriyane, dîtine, xwendine û bihîztine jî tevlî çandên hemecûr û têvel yên civaka navnetewî bûne, jê xwarine û vexwarine û çak ezmûne jî jê wergirtine, fêrî gelek ziman û kultûran bûne, her wekî mebest ji vê dirêjkirinê ewe ku kurd hişyare û nema di xapan de mîna pîvana berê têkdiçe, ê hema li kurdistana îraqê ya azad û serbixwe 3 ê zanîngehên fermî, mafrewa û bi nav û deng hene, bê gûman dema ku hozanekî kurd sezayê xelatgirtinê be helbetî di pêşiya her kesî de wê yek ji hersiyan xelatê behremî wî bike.
10- Di vê babetê de şiyane ku kesên bawernamegirtî sezayên şert û mercên wê di xwe de di bînin, ji destpêkê de gereke xwedî rewiştên bala û mirovanî, netewî û zanistî bin, nemaze di karê xwe yê terxemî de afrendyar û bi dest ve anîna serkeftinan bin, weke çend embazan nemaze ku mirov raçav bike, berî her tiştî dema ku bi kêmanî xwediyê dermanxaneyê ji fêrisiya xwe ya zanistî dermanê arsimiya mirîşkan ango tilorkan bi afirîne, bi ser ve jî kul û êşên jar û perîşanan ji bêrîka xwe bibire û derman bike.
Dema ku beg, axa, rûdar û dewlemendên kurd bê hedn û tebat bi xebitin ku hemî hoz û êlên kurd di bin sîwana kurdayetiya yekgirtî de bidana ser hev û di yek rêbaza netewî de, di yek rûbendê de jî hevbest kiribana, her beşekî ji wan birrek xwendekarên kurd ji zariwên belengazn di zanîngehên fermî de bidiana xwendin, û destekê palûteyê, piştevanî û alîkariya diravî bidana nîviskarên kurd nemaze ku pê pirtûk û rojnamegeriya kurdî çap bikin û bi weşandina, hinga di çesipînim ku her hêrişekî kurd di civakê de wê bi mafê xelatgirtina wan rûniştibana.
Dema ku serkpartiyên kurd ji 13 de partiyan bi giyanekî xweragirî çaeçuveyeke pêşewatî û berpirsyar ji bo hemî çîn û tîreyên civaka kurdî weke jêder û lêveger damezirînin, da qena karibin serwatiya gel bê rikberî û xirecira navxweyî bikin, û stûbariya xweztkên qûnqxê çaktir jî hilînin, û raberî êrîş û pîlanên nokerên şofonîzmê helwestên yekgirtî bigirin û di pendên diblomasiya hişmende de mafên xwe yên rewa û seza bi parêzin, destek û piştgiriyeke tund bidin nifşên nûhatî ji bo ku hînî zimanê zikmakî bibin û seraqt bi mirovê ronakbîr yê xwedî ezmûne û dîrok bi şêwirin, helbetî zimazan û ronakbîr jî di vê dabaşê de gereke bi hevre mildar bi xebitin.
Dema ku rewşenbîrên kurd ji dijheviya navxweyî re çareyekê li gora asteya nirxê navê xwe bi dîtina, di kombend, komît û komeleyên çandî de, rêbazên kargorî bo şaristaniya gel bi afirandina û bê etlayî çalakî di konger û civînan de li darxistina, di pêşiya her tiştî de gereke ronakbîr û zimanasên kurd korsên ziman ji bo celebên nûder vekirina, û weke paşmêrekî xurt coş û mûral bidana tevgera siyasî ya kurdî, qet ne weke vê pergala dupat û şermezar nemaze ku partî û rewşenbîr weke noka ku tu likevir xîne belawela ji hev pijilî reha ku ji bo biçûktirîn bûyerê ne emadene ku bergiriya kêşeyên xwe yên ne çareserkirî bikin, dîsanê dûbare dikim ku xelkên me yên xelatgirtî xurd bûna bi taybetî weku di çarçeveya destûr û yasayên cîhana xelatgirtinê de destnîşan bûne, bê gûman hingê wê serbilindaya her mirovekî kurd li ser rûyê gerdûnê bûna û li her bajar û gundên kurdên rojavayî kurdistanê aheng û mihrecanên şahiyan li darbana.
Li ber dawî ezê çend mînak û çavkaniyên ku jê piştrast û pê bawerim, bê gûman li gor daxwaza wan bê ku wan bi nav bikim bi nîvisînim.
1- yek ji van xelkên bawernamegirtî ji xwendekarekî zankoya Cewê re di bêje min zanîba wê bi vê lezê bawernameyê jimin re bîne min perê xwe ne didanê û min perê xwe ne ji bo wilo jî da bûnê.
2- xwediyê naznaveyekî kurtêlxur li ser malperê di bêje bela kurd bi giştî bawernameyên doktora hilgirin çi pêve ye.
3- Cewê ji xwendekarekî xwere di bêje mixabin ji serî de min nizanî ku tu kurê filane hema bi xwedê ku min zanîba minê bawenameyek ji bo wî jî anîba de bela bavê te serîkî bide me emê jêre vê xizmetê bikin ji ber ku pir seza ye.
4- endezyarkî pirnas ji Qamişlo di bêje 2 carî kurê Cewê serî daye min û bi dilbarî ji min di xwzt ku bawernameyeke doktora ji minre bi çend perakî bîne û di got ev karê mine û guhek ji van peran digihê min jî û ev ji me tê, lê endezyarê ji xwe hêvî wî di qewitîne û xelata wî pesende nake.
5- Mamosta Hesen Salih rê da min ku wî binav bikim û bi devê xwe di bêje kurê Cewê 2 caran bi min re hewlda ku bawernameyeke rûmetdarî ji min re ji zankoya dayika evra Têrêza bo min bîne û min nexwezt û di cara dawî de kilîşe ango wêneyê min li gel kurtebînekê ji jînenîgeriya min jî xwezt lê min ne dayê ji ber ku ez bi vî şêweyê erzan ne pê bawer bûm.
Puxta gotinê renge ku zankoya dayika Têrêza xatûn li aziyê maye, loma ji destê bê perebûnê bawernameya doktora li bazarxaneya xwetenhezan û derûn lawazan bi qefl û dawan di firoşe, bi rastî mirov mat tavilî li ber vî karê rêleç û ne dirust di mîne, nemaze ku wisa gorişmekî bê ku xwe di nirxên zagon û rewiştên zanevanî û rêxistinî de çarçuve bike, hîç li tu arîşe û nehêlanan ne hêwişî lêbelê çolebir serê hespê xwe berda û ji berê ve da ber devê dasa xwe û pir daxe jî ku jêre diçe serî. Vêca careke din di himêza serdema çerxê 21 ê de di pirsim gelo li hevrasthatine ango hebxwe û bi nav kurdên sûriyê wilo bi gewlazan hatin xelatkirin, û li ser kîjan zagon, ferman û hêmanên egerseza û rewa bawernameyên doktora yên zankoya dayika Têrêza têne belav kirin û wergirtin, gelo sazî û dezgeyên navdewletî yên ku fermî û bi daxuyanî bawernameyên payedarî di hemî hêlekarên jiyanê de didin kesên navdar, afrendyar û mafsezayên mirovên aştîxwaz, her wekî di cîhanê de jî pirnasin, çima li vê yekê xwedî dernakevin û vê zankoyê di nirxên yasa û destûrên xelatwergirtina cîhanî de sînor û çarçuve nakin, û di encamnameya xwe ya dawî de vê pirsê jî bi ser vedikim, gelo çima ev bê dengiya cankuj li ser vê zankoya ji yasader nemaze ku rêz û hurmet ne daye bername û destûrên ku li ser xelatên rûmetdar û payebilindî têne wergirtin, û ji layê kesên ku bawernameya doktora ji destê Cewê û Têrêza xanim wergirtine, çima wilo xwe li keriyê danîne û wilo mîna kurkê li ser qerimîne, her wekî ev bê dengiya wateya pesendekirinê dide, an na çima bersiva bê dengiya xwe erênî ango neyênî nadin, vêca weku me li jor amaje pê daye, eger ku ne li ser serê kurd hevpeymaneke sê kuçik di gerînin, naxwe çima îro û wilo hebxwe di piştî 12 ê avdarê de comerdiya xwe bi taybetî li kurdên sûriyê bipardikin, lê min jî ne bihîzti ye ku kesek çûye ser şahînetên kurtêlxuran.
Têbîn: bi derengîxistina weşana vê gotarê ji ber mirina ku bê wext û paxav giyanê 2 ciwanên kurd yên çeleng di buhara temen de perwayî dilovaniya xwe bûn, yek jê zavayê me Lezgîn Osman ji bajarê Tirbe sipî bavê 2 lawan xwendekarên zanîngehê ne û 4 keçên dîlberin, û yê dinê dost û hevalê xoşewîst Xorşîd Silêman endezyar û endamê encûmena şaredarî ya belediya Qamişlo, ku bê hedn û tebat û vewestan heft salan bi kargorî berevaniya nişteciyên bajarê Qamişlo dikir, bavê 2 lawan xwendekarên zankoya bijîjkî bûn û 2 keç ya mezin ew jî xwendekara zankoya bijîjkî bû û ya bi çûk xwendina navendî li Qamişlo dikir û sersaxî bo xizm, heval û hogirên herdû gorbihuştiyan.
. Qamişlo – di dehkê paşî de ji meha yekê 2007 an.