Lîstik ên ku civaka kurd tertûbelav dikin berdewam in !

Tengezar Marînî

Vê carê jî wek carên din, rêxistin û saziyên xortan, yên ku xetîra şoreşê li kolanên rojavayê Kurdistanê, pêxistin, bilindkirin û gurrkirin, xwe ji hêla ” partiyên kurdî” ve mexdûr dibînin. Ji xwe ev partî karê wan ew e, bihên li ser xwarina hazir û xwe bikin mazûlvan.
Ev hişmendiya fen û fût û bêbextiyê ji rêjîma baas wergirtine.
Diyar e ta ev hişmendî û hilgirên vê hişmendiyê xwe bikin berpirsê pirsa kurdî, wê berê me li xerabiyê û parçebûnê be û em ê bi pirsên rêxistinî yên biçûk ve girêdayî bin, em ê pirsa xwe ya sereke, ku mafê miletê me ye û xelasbûn ji bin zulm û zordariya vê rêjîma xerab ya kujer e, jibîr bikin.
Ya rast wê ev partî bi mebest pirsê bidin jibîrkirin, jiber hin bi hin diyar dibe, ku ew hîn jî jî pîlanên rêjîma Asad û basiyan birêve dibin. Ez nizanim, ta çi radeyê ev partiyên heyî bawer in, ku ev rêjîm wê biçe? An jî bawer dikin, ku ew jî biçûna rêjîmê re wê biçin? Alav û rêbazên ev partî bikar tînin, wek yê rêjîmê ne. Ew jî dixwazin, her karek hebe di bin sîbera wan re derbas bibe. Ew jî hemî qadên civaka kurdî jihev dûr dixin. Ew jî bîrûbaweriyên cuda di nav xwe û ji derveyî xwe qebûl naki. Ew jî dixwazin xudanê hemî tiştî bin.
Ev dem ne ew dem e, ku berpirsên partiyan bi gotin û nivîs û beyannameyan, milet bidin bawerkirin,  milet bixapînin, ew jî jiber gelek sedeman:

1. çavkaniyên ku mirov ji wan agahî û zaniyariyên xwe werdigire gelek in.

2. Asteya her mirovekî bi sedema hebûn û hemerengiya wan çavkaniyan zû diyar dibe

3. Piştî heriftina çend rêjîmên totalîter, êdî danedûvbûn, bi çavkoratî kêm bûye.

4. Li gorana kar û xebata li ser erdê û her yekî çi bo miletê xwe pêşkêş dike, tête nirixandin.

Ev hemî tiştên me gotin, sazî û grûpên xortan ji kêmasî û gunehên wan, wan jibo vê rewşa xerab bêpar nahêle û efû nake.

Jibo ev rewş zelal bibûya û bibe, grûp û saziyên li kolanan bûn û hîn jî li wir in, diviya destên xwe deynin li ser birîn û kêmasiyan, xudanên gunehan bihatine eşkerekirin.

Pirsa herî girin:

–  B çi ew grûp xwe nakin yek û ew bo xwe sîwanekê çênakin, daku bihêz digel van yên wan dûr dikin biaxivin?!

–  Bo çi beyannameya wan 4 nav li ser in?

–  Kanîn navê grûpên din?

– Ka van grûpan çi projekt zêdeyî van partiyan pêşkêş kiriye?

–  Sedemên nebûne yekrêz çi ne?

–  Ka saziyên xortan kengî dê bibin xwedî startîjî û bernameyekî, ku vê rewşa niha baştir bikin û milet, bikêmanî karibe baweriya xwe bi wan bîne?

–  Têkiliyên wan bi milet re çawa ye?

–  Çi bo milet di vê rewşa xerab de pêşkêş kirine û dikin?

Ev pirs hemî li ber dergehê saziyên xortan in û eger bikaribin van pirsan an jî hineke ji wan pirsan çareser bikin, bo nimûne sîwanekê bo xwe ava bikin, bêy ku kesek dûrî wan bikeve, hinga wê li ser asteya gel, hundur û derve piştigran bo xwe bibînin!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…