Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran

Qado Şêrîn

Li pêşî, me hemû name û vexwendinên bo çilrojiya Arşevê Oskan bi navê ‘’Malbat û dostên Arşevê Oskan’’ji nivîskar, partî, rêxistin û kesayetiyên kurd re dişandin, yanî kesekî nizanîbû kî wan name û vexwendinan dişîne. Jixwe her nivîskar, partî, rêxistin, kesayet vexwendin bi navê wî jêre dihat şandin. Her wiha vexwendina giştî û vekirî bi her du zimanan kurdî û erebî di malperan de dihat weşandin.
Ji me re balkêş û li cihê xemgîniyê bû wexta xelkên li çilrojiyê amade bibûn, gilî û gazinên xwe dikirin û dipirsîn: ka nivîskar û helbestvanên me çima amade nebûne? Mane Arşev jî nivîskar û helbestvan bû.
Em jî wan gilî û gazinan dubare dikin û dibêjin: jixwe hinan xwe bi du gotinan nekelifandin û ji zarokên Arşev re negotin: ‘’bila serê we sax be, bavê we ciwan çû’’. Wek ku wefata Arşevê Oskan li xweşiya wan hatibe, wek ku kîn û dijîtiya wan bi Arşev re hebe. Wiha tê famkirin ku bi wefata Arşev kêfxweş bûne.
Helbestvan û nivîskarên ku name û vexwendin bi navê wan ji wan re hatin şandin, ev bûn:

Azer Derwîş, Can Kurd, Dilbixwîn Dara, Dilyar Dêrikî, Ebdilqadir Mûsa, Ehmedê Huseynî, Elî Cefer, Helîm Yûsiv, Heyder Omer, Hoşeng Broka, Husên M. Hebeş, Jan Dost, Keça Kurd, Merwan Elî, Merwan Osman, Mizgîn Hesko, Nezîr Melle, Nezîr Palo, Selîm Biçûk, Serhan Îsa, Tengezar Marînî, Xebat Şakir.

Yên amade bibûn: Dilyar Dêrikî, Elî Cefer, Keça Kurd, Merwan Elî, Serhan Îsa, Tengezar Marînî û Xebat Şakir.

Jan Dost, Heyder Omer û Ebdilqadir Mûsa name şandin, nikarîbûn amade bibin û lêborîn xwestin.

Wexta gilî û gazin dihatin kirin, me digot: me wek dost û malbata Arşev tiştê li ser xwe kir, me qedir da wan, me ew fermî û taybet vexwendin şahiya 40rojiyê, lê çima nehatin û amade nebûn? Em jî ji wan dipirsin.

Dêmek di mirnê de jî em nema xwedî li mezinên xwe derdikevin, û qama wan a bilind li piştî mirnê bilindtir nakin, êdî emê bi çi hêz û şêweyî bi pêş ve biçin wexta nivîskar û zanayên me wiha xiloxavî bin.

Di jiyanê de, hin kes li ser pişta kes in din radibin û bi ser dikevin, wek nimûne di warê bazirganî û aboriyê de. Di edebiyatê de ne hemû wiha ye,  tecrube û şêweyê nivîskar wî bi ser dixe û bilind dike, lê eger hat û nivîskar mir û nivîskar û rexnevan xwedî li giyan û berhemên wî derneketin, û piştî mirina wî berhemên wî neyên rexne û lêkolînkirin, ew nivîskar mîna sehekî dimre û gelek dibêjin: ohyan ku mir û em jê xelas bûn.

Emê hemû bimrin, ezê bimrim, hûnê jî bimrin, û ji bo ku hûn wek qencekî bimrin û zindî bimînin xêran biçînin daku hûn xêran biçinin.

Nivîskar û helbestvan samanên gellan in, û ji ber wê em van gilî û gazinan dikin.

10/01/2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...