Ka binerin???

tengezarê Marînî

Di van demên dawî de, metirsiya şerê kurd-kurd zêde dibe.
Her hêlek hêla din bi nokerî û xerabiyê tawanbar dike.
Em nakevin vê mesela kî rast dibêje an jî kî nerast dibêje. 

Lê pirsa herî zor kî bêca vê nelihevkirinê dide?
Di vê dema dawî da, ku hertişt beha bûye, pariyê nên li milet bûye efiyon, jibilî ku tacir û bazirgan ji van partiyan in, eger nepartî bi xwe bin, ev rewş wisa aloz û nexweş dibe.
 PYD, ku ya rst PKKê ye, hîn jî di hemî waran de, bi çavê bakur li mesela Sûriya dinêre, wate her gavek bête kirin ne dibin sîbera wan de, an jî bi navê wan be, ew kar ji Turkiya tê û Ardogan li dûv e(Em bi hêvî ev danûstendinên bi  rêzdar Ocelan re bigihin dawiyê, daku em ji aqiliyeta (yên ne bi min re, dijminê min e), gundîtî û eşîrtiyê xelas bibin.

Her wisa ji hêla din ve, her tiştek ji hêla PYD bibe, bi şêweyekî wek ew dixwazin bibin. Ev hişmendî me berbi kambaxî û xerabiyê ve dibe. Bi min pir seyr e, ku di xuleya xelaskirina leşkerên PYD de, serokê partiya Elîko, amade bibe û roja din, êrîşa nivîsgeha wan bikin, kesên bêguneh birevînin û Elîko bi nokerê Sûrî û Turkî li qelem bidin??!!!
Ji bilî wê jî, ta kengî wê ev partî hemî rêzê li peyv û peymanên xwe yên li Hewlêr, Qamişlo û her deverên din bigirin??!! Bi rastî ev partî ya rast bi aqilê xwe dikenin, lê bawer dikin ku bi aqilê milet dikenin! îro wilo û sibe wekî din, ji xwe şerim bikin hun bûna henekpêkerên me û hun bûn yên herî dawî ku bawerî bi we bibe. Ev partiyên kilasîk, siyasetmedarên kilasîk û PYD digel we, di çareçewa siyaseta rêjîma Sûrî de kar dikin. Ez nabêjim hun noker in, lê ez dibêjim karê we di xizmeta rêjîmê de ye ta bi dawî.

Ev grûpên nebiser partiyan ve, ku ew xudanê kolanan raperînê bûn kanî? Kî ew têkbirin? kî ew siyasî, ruhî, û hêza hundurîn û germahiya wan şikand? Kî niha roj bi roj xelkên berê çalak direvîne, piştî ew bêhêz û têkbirin? Ma kî ew maf daye PYD, ku ji çalakvan li Tirbespiyê bipirse, çima wa Leptop û alavên ragehandinê wergirtine? Ma ev jî mîtê tirkan in? Çima bo we helal e, hun bi herkesekî re bidin û bistînin, lê bo yê din heram e? Bêguman Ev partiyên din, ji serhildana 12 avdarê û ta niha jî çu karê pîroz nekirine, belê wan jî di têkbirina grûpên xortan de, roleke pîs û xerab lîstin û di ser serê wan re, partiya Yekîtiya nedemoqrat.

Ev şêwe kar van patiyên xwedegiravî dibêjin em bo milet dikin, dixe ber berpirsiyareke dîrokî de. Kurd dibêjin ” Giya di bin keviran de namî). Ev yarî û lîstikên zarokan, yên bi navê encumana kurdî û desteya bilind, divêt bête rawestan, ji ber ev encuman xizmeta kurîtiyê nake û ev  desteya bilind, çakûçe li ser serê milet û kêre li ser stukura wan….
ya rast…an bibêjin em biser nektin û herin malên xwe, ez dizanim, ev mêranî bi we re nîne, ku hun vê bibêjin
û an jî vekirî bibêjin.. em evin û destê zorê maçî dikin û bibêjin milet hun xwe debar bikin. Ji xwe hun ev yên serkêş, heroj di balfiran de ne, ji welatekî bo yê din û li Hotêlên 5 stêr in…
Hêviya min ew e, stratîjiya PKK li bakûrê Kurdistanê, (ku hemî hêz ên wê demê heyî tune kirin û bêpbask hiştin û kuştin) birê ve bir, li rojavayê Kurdistanê birê ve nebe, ji ber ev dem ne ew dem e û dîrok rehmê nake

 
Alternatîva vê rewşê, dubare xort xwe bikin yek, desteyeke zîrek bo xwe hilbijêrin, ku xwe û derdora xwe têbigehe û dînamîkî be û mekanîzmekê bo têkilî û serederiyê digel hundur û derve peyda bike…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…