Kurd û şoreşa sûrî

Lazgîn dîrûnî

Dema şoreşa SÛRÎ dest bêkir di 15/3/2011li DERAA û belav bû li bajar û bajarok û gundên din yên SÛRÎ kurdan dît kû derfeteke giringe ji wan re tevlî vê şoreşê bibin da kû zilm û sitemkariya bi dehên sala ya  vê rijîmê aniye serê wan, ji serxwe rakin û bighin mafên xweyî netewî, ji vê yekê li QAMIŞLO û AMÛDÊ û bajarên din jî gelê kurd serê xwe hilda û daket kolanan bi xwepêşandanan û got yeke yeke yeke gelê sûrî yeke û ketna rijîmê anîn ziman, û xortên kurda hevrêz avakirin û xwestin bibin beşek ji şoreşê bi şêweyekî fermî,
ji vê yekê navê înekê bû  îna azadiyê û yek bû ya serhildana qamişlo 2004 û gelê sûrî  bi çavekî mezin li kurdan dinerî ,lê mixabin ev beşdariya kuda di şoreşê de roj bi roj paşve çû û lawazbû lê ew bi sedema du tişta bû :
1)dijîtiya partiyên kurda û rawestndina wan li hemberî hevrêzên xortan yên serbixwe kû tevlî şoreşê bûbûn û bêbextiyên go kirne stûyên wan de, dema gotin ew bi alîne ji derve ve girêdayne û rabûn li hemberî wan hevrêzên partiyan çêkirin û des bi durişmên dijî şoreşê kirin û bi vî şêweyî hevrêzên xortan ji hev belavkirin , lawazkin , dûrî şoreşê kirin.
2) ne  levkirina partiyên kurda li ser yek helwestê , avakirina du encumenê jev cuda ji wan partiyan , bilindkirina banê xwestekên xwe wek: fidralî ,mafê çarenos,ne navenda siyasî ,û biryara xwevekişandina wan ji hekberya sûrî  .
Van sedeman bandoreke mazin li tevgera gelê kurd li sûrî kir û berê wî bi şêweyekî giştî ji şoreşê guhert ji bilî beşekî piçûk ji xortan û rewşenbîr û nivîskarên serbixwe ew bi şoreşêre man û berxwedanê diberde dikin û bawerî û hêvyên xwe pêve girêdidin.
2/1/2013 
  lazgin60@gmail.com    

    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...