Evîn ŞikakîBi dilekî germ û baqeke nêrgiz, hêja Sînem Celadet Bedirxan pêşwaziya me kir, sur û seqema vê zivistanê û penaberiya me di hinavê me de sivikkir, piştî keriyek ji gotinên germ û mişt hezkirin û kêfxweşî, wê dest bi axiftina xwe kir û got: Hûn bi xêr û xweşî hatin.
Mala dayê Sînem wek pêşengehek ji wêne û pêmayên malbata Bedirxaniyan bû, hêja Sînem bi dilê xwe yê germ û cansivikiya xwe, wêne wêne û her wiha dîroka her wêneyekê ji mere şirovedikir û cîroka her dîmen û bûyerekê tanî ziman, gelek nexş û peyman û vexwendin û pêmayên balkêş yên Bedirxaniyan destnîşan kir, dayê Sînem gelekî behsa diya xwe Rewşen Bedirxan kir û her weha ew mehfûra ku Rewşen Bedirxan bi destê xwe ristiye li bajarê Banyasê sala 1973 destnişankir, her weha ew ala Kurdistanê ya ku dayika wê Rewşen Bedirxan, sala 1957, di kongirê Esîna de hildabû, dayê sînem got: Ku di wê kongirê de Mîşêl Efleq ew ala Kurdistanê dirand û parçekdir.







Şîrove (0)