Mele Şêxmûsê Qerqatî (Behlewî) Di Bîranîna 40 Saliya Koçkirina Wî De

Konê Reş

Di bîranîna 40 saliya koçkirina seydayê mele Şêxmûsê Qerqatî (Behlewî) de, bi min xweşe ku ez van çend gotinan derbarî vî melayê zana û kurdperwer bînim ziman. Sebaretî me kurdên Binxetê (Rojava), ji ber qedexebûn û qaçaxiya zimanê kurdî û înkar û bişaftina hebûna kurdan di tev waran de ji rex rêjîmên ku sûriye hikum kirin ji rexekî ve û ji rexekî din ve mijûlbûna rêkxistinên me yên siyasî bi hev, perçebûn û cûdabûna wan a bi tov ji hev û sergêjekiya ku têre derbas bûn ta roja îro, û wiha di nav salan re beşekî mezin ji pêmayî me hat dizîn û beşek bi kalemêr û pîrejinan re çû gorê.. Kurd dibêjin; mirov ji nîvê rêkê jî vegere baş e.
Bi vê helkeftinê, bi min xweş e ku ez hinek ronahî berdim ser jiyan û berxwedana navdarekî kurd ku ta roja îro kesekî gotinek derbarî wî de nenivîsandiye wek ku pêdivîye, bi tenê seydayê Cegerxwîn û Samiyê Namî behsa wî di nivîsên xwe de kirine.. Tevî ku di her civaka kurdewariyê de behsa wî dibe û helbestvanên gelêrî helbest avêtine ser..
Ew mele Şêxmûsê Qerqatî ye. Yek ji sê melayên ku navê wan Şêxmûs bûn û di nav kurdên Cizîrê de bi jîrbûn û zîrekiya xwe nav û deng dabûn.
Şêxmûsê yekem Cegerxwîn bû, hûn tev wî nas dikin.. Şêxmûsê duwem mele Şêxmûsê şêxî ye, rehma Xwedê li giyanê wî bibare û Şêxmûsê sêyem mele Şêxmûsê Qerqatî ye, yê ku di roja 02/01/2013an de 40 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe.
Mele Şêxmûsê Qerqatî, di sala 1905an de li gundê Qerqatê, girêdayî bajarê Kercosê li Kurdistana bakur hatiye dinyê. Ji ber ku di wî heymî de Serxet û Binxet nebû, ew bi dûv xwendina olperistiyê de daket bajarê Amûdê, wî jî bi seydayê Cegerxwîn re li ber destê seydayê mele Ebêdellah dest bi xwendinê kiye, paşê wî û Cegerxwîn îcaza xwe di sala 1924an de li gundê Sinceqa Sadûn, li ber destê mele Fethullah, birayê seydayê mele Ebêdellah wergirtine û bûne mele. Hingî mele Ebdulrizaqê Hilelî û mele Ebdulletîf jî bi wan re bûn..
Piştî ku mele Şêxmûsê Qerqatî çend salekî meletî kiriye, wî jî wek Cegerxwîn û xelkên din, di sala 1935an de gundek bi navê (Girzînê Qerqatiya) bo xwe û gundek bi navê (Xirbê Şêx) bo mirovên xwe di Berriya Mêrdînê de avakiriye.. Di wê demê de Cegexwîn jî du gund di Berriya Mêrdînê de bi navê (Belê/ Cehenemê û Çêlekê) avakiribûn..
Di sala 1944an de şêxê eşîra Cibûryan Ebdulezîzê Mislit û şêxê Ebû Xetaba Ehmed Ebû Mîx doz binêvîbûna herdu gundan li Mele Şêxmûsê Qerqatî kirin.. Anku nîvê wan gundan ji ereban re be.. û Ebdulezîzê Mislit ji Mele Şêxmûs re got: Eridna wintû cayîn min hel cebel.. anku Xaka me ye û hûn ji vî çiyayî hatiye.. Mele Şêxmûs lê vegerand û got: Ev xaka bav û kalê me ye, tu ji Necdê hatiye , vegere welatê xwe.. û wiha li ber hev sekinîn..
Veca ji neçarî, mele Şêxmûsê Qerqatî hawara xwe digihîne eşîra Mêrsînan û Evdî axayê Xello û Hesenê Haco da ku di hawara wî de bên. Evdî axa û eşîra Mêrsînan piştgiriya xwe jêre diyar dikin û di hawara wî de diçin..
Û wiha di sala 1944an de di navbera wan û eşîra Cibûrya de dibe şer..
Di wê demê de helbestvanê gelêrî Esedê Sofî, yê ku ji gundê Kodo bû û bi eslê xwe Xirbekî bû, vê helbestê davêje ser vê bûyerê û wiha dibêje:
Sala 1944, li Kurmanca bû hawar
Hebû eşîrek mexrûr, bi nav dibêjin Cibûr
Nav wan hene du heb şêx
Yek Ehmed Ebû Mîx, tevlihevkî gelek pîs
Dihatî ser Qerqatî, ka nîvê gund bi rehetî
Yek ji Qerqartiya Mela ye, sûnd xwar bi şaşa xwe ye
Go heqê we li me tune ye, şerii û qanûn li ber me ye
Mele bangkir bira û birazî go; Cibûr nîvê gund dixwazî?!
Wan rahişt şûrê tazî, go bi qesem nehewcî gazî
Pirsa me bik ji Cibûr, em ê wan bajon Xabûr..
Şêx rabû li ser lingê xwe, qîrek dabû bi dengê xwe
Evdî axa hate mal, pêre hebû çend heval, li eşîrê kir hawar
Eşîr hatî lek bi lek, dora Topiz kir xelek
Bankir Mûs û Misûr go ma ji we tê şerê Cibûr?
Teva serê xwe hilanî go willeh Axa tu zanî..
…    …   …  …  …
…    …   …  …  …
Piştî ku gundê Girzîn ji mele Mele Şêxmûsê Qerqatî û mirovên wî re dimîne, mele Şêxmûsê Qerqatî bi Cegerxwîn, mele Şêxmûsê Şêxî, mele Ehmedê Namî û yên din re di warê kurdewariyê de kar dike. û bi Cegerxwîn re nêzîkî partiya Komunîst dibin. Ew Partiya ku di wan salan de derbasî bajar û gundên Cizîrê bibû û kurd bi girsbûn dibûn endamên wê.. ji wan werê, wê di rêka wê re mafê xwe pêk bînin.. Hingê her sê Şêxmûs ketin nav rêkxistina ( أنصار السلامEnsar Elselam) de ewa ku nêzîkî komunîstan bû. Di sala 1955an de, ji ber zanîn û zîrekiya mele Şêxmûsê Qerqatî, Ensar Elselam û komunîstên sûriyê ew şandin welatê Finlendayê, bajarê Hilsinkî da ku di kongerê Ensar Elselam de beşdar bibe.. Piştî ku kongir bi dawî dibe , li ser daxwaza şanda Sînê, ji wir diçe Bekîn û dor sê mehan li Sînê dimîne û li Bekînê çav bi serokê Sînê Şo An Layin dikeve..
Piştî ku ji Finlenda û Sînê dizîvire Cizîrê û jêre diyar dibe ku tiştekî kurdan di Komunîstiyê û Ensar Elselam de nîne, vêca hevalê xwe Cegerxwîn û yên mayî jî agahdarî vê yekê dike û herdu dûrî komunîstan û Ensar Elselam dibin.. û di encam de di warê civakî û Kurdewariyê de kar dikin ta ku Partî Demokratî kurdî li Sûriyê di sala 1957an de tê damezirandin. Û wiha ta ku mele Şêxmûsê Qerqatî di roja 02/01/1973an de, anku berî 40 salî li gundê xwe Girzînê Qerqatiya diçe ber dilovaniya Xwedê.
Bi vê helkeftinê, ez gurzek nêrgizên derdora Cizîra Botan li ber serê wî datînim û dibêjim cihê te buhişt be seydayê hêja.
* Min ev helbesta gelêrî û bûyerên vê rûdawê ji kalemêrê hêja Salihê Silo (Bavê Muslih) girtine.

Kesên di vî wêneyî de ji çepê ber bi rastê ve evin:
Mele Remezanê Berzencî, Cegerxwîn, Kazimê Hisênê Esed û Mele Şêxmûsê Qerqatî, (Yê bi şaşik û cibe ye).. Ev wêne di sala 1954an de, di xwepêşandekê de li bajarê Qamişlo hatiye girtin.

Konê Reş
Qamişlo, 28/12/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…