Zarokên Kurdistana Rojava dimirin, alîkariya we pêwîst e!

Sîrwan H. Berko
 

Ev demek e ku rewşa gelê kurd li Kurdistana Sûriyê gelekî xerab e. Ew ji hemû aliyan ve hatine doprêç kirin. Encama vê doprêçkirinê ew e ku gelê kurd ji pêdiviyên bingehîn ên jiyana rojane bêpar mane. Di van rojên sar de mazota ku ji bo parastina ji sermayê tê şewitandin, li bazarê nema peyda dibe; eger hebe jî, bi nirxên gelekî giran tê firotin. Qîmeta pereyên sûrî ji xwe nema ye.
Ji aliyekî din ve nan, şîrê û xwarina zarokan, derman û pêdiviyên din li bazarê nema peyda dibin. Gelê kurd, û bi wan re Ereb û Filehên li herêmên kurdî, di qeyraneke insanî ya mezin de dijîn. Ew hêdî hêdî dimirin, eger alîkariya wan neyê kirin.
Rola PYD/PKK di vê rewşê de gelekî xerab e. Wek hêza xurt a çekdar li herêmên kurdî hertiî hertişt ketiye bin kontrola wê û ew benzîn, mazot û xazê kontrol dike û ji bazirganan para xwe distîne. Herweha ew pere û gumrikê ji her kesî distîne, ku derbasî Herêma Kurdistana Iraqê dibe yan ji wê derê mazot û tiştên pêwîst bi xwe re tîne. Her kesê ku derbasî herêma Kurdistanê dibe, divê 2500 lîrayên sûrî bide, ango dora 30 dollarên emerîkî. PYD/PKK desthilata xwe li dijî gelê kurd bi kar tîne û tevgera wê ne li gor berjewendiya welatiyan e. Partiyên din ên di Encûmena Kurdî ya Sûrî de bêçare ye û nikare tiştekî li hemberî zordariya PYD/PKK bike.
Ji ber vê yekê pêwîst e ev gav bên avêtin:
1.   Divê Herêma Kurdistana Iraqê dergehên xwe ji bo derbaskirina pêdiviyên rojane ji bo Kurdistana Sûriyê veke. Divê ew vê yekê bi awayekî kontrolkirî bike û rê li ber PYD/PKK bigire ku pereyan ji xelkê bistîne û gumrikê bavêje ser tiştên ku derbas dibin. Divê serokatiya Herêma Kurdistanê vê kêşeyê çareser bike û rêyên pêwîst peyda bike.
2.   Divê dext li ser hikûmeta Tirkiyê bê kirin ku dergehên sînor ê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de û yên li devera Kobanî û Efrînê ji bo derbaskirina alîkariya pêwîst veke.
3.   Divê kontrol bê kirin ku nirxên mazot û xwarin û dermanan li gor taqeta welatiyan be. Nabe ku ti hêza siyasî yan jî bazirgan ji rewşa xerab a gelê kurd li Sûriyê sûd bigire.
4.   Divê gelê kurd li bakur û başûrê Kurdistanê û revenda kurd li Ewropa û Emerîka bi erkên xwe yên insanî, wijdanî û neteweyî rabin û gelê kurd li rojavayî Kurdistanê di vê rewşa xerab de bitenê nehêlin. Ji bo vê yekê pêwistiya bi sazkirina komîteyên alîkariyê heye.
 
Kurdên Rojava tim bi erkê xwe yê insanî, wijdanî û neteweyî rabûye û radibe. Îroj roj ji me tevan tê xwestin ku em wan bitenê nehêlin. Kurdistana Rojava tim wargehek bû ji bo welatparêzên kurd ji seranserî Kurdistanê, bi taybetî yên ji bakur û başûrê Kurdistanê. Ew xwedî li we derketin, niha xwedî li wan derkevin!
 
Ji bo peywendiyan û agahiyên bêtir li ser rewşa li Kurdistana Sûriyê:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…