Çend têbînî li ser „Dîdara medyakaran Başûro-Rojava“ li Duhokê

Sîrwan H. Berko

Di rojên 5 û 6ên vê mehê de li bajarê Duhokê civînek ji bo xebatkarên di warê ragihandinê de ji başûr û rojavayî Kurdistanê pêk hat. Piştî ku par heman civîn ji bo medyakarên ji başûr û bakurê Kurdistanê pêk hatibû, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê îsal medyakarên ji Kurdistana Sûriyê vexwendin Herêma Kurdistanê.
Ji bo zelalkirina hin xalan min – wek endamek Komîteya Bilind a civînê – pêwîst dît van têbîniyan biweşînim. Ez van têbîniyan bi navê xwe diweşînim, ne bi navê komîteyê.
1.   Civîn a xebatkarên di warê medyayê de bû, ne ya rojnamevanan bû, wek ku hin kesên ku ji ber ku nehatibûn vexwendin, di rexneyên xwe de nivîsandine. Ji ber ku li Kurdistana Sûriyê rojname, radyo û televizyon tune ne, çi kesê ku di warê belavkirina agahî û peyva kurdî de xwedî rol e, wek medyakar tê hesibandin. Ji bilî hin rewşê awarte yên pir hindik, piraniya beşdaran mercên beşdarbûnê pêk tînin.
2.   Ji bo civînê 32 kes ji Kurdistana Sûriyê, 8 kes ji derveyî welêt û 25 kesên li Herêma Kurdistanê hatibûn vexwendin. Pênc endamên Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, 5 endamên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, partiyên kurdî li Sûriyê, di nav wan de PYD, 13 kes ji aliyê xwe ve şandibûn. Û 42 kesên din ji aliyê Komîteya Bilind ve hatibûn hilbijartin. Ji bilî kesên vexwendî herweha bi kêmanî 20 kesên din – ku ti girêdana gelekan ji wan bi xebata ragihandinê tune ye – bê vexwendin beşdarî civîn û serdanên li Silêmanî, Helebçe û Hewlêrê bûn. Wezareta Rewşenbîrî nexwest wan kesan li kolanan bihêle û beşdarbûna wan erê kir.
3.   Ji bo beşdarbûna ji derveyî welêt tenê 8 cî hebûn. Kesên ku hatin vexwendin, ev kes bûn: Sîrwan Qiço (Dengê Emerîka, Washington), Mistefa Sîno (Dengê Rûsya, Mosko), Arif Cabo (Deutsche Welle, Bonn), Mihemed Mîro (xwendekarê ragihandinê, Zanîngeha Bonnê), cumaa Akaş (Al-Arabiya, Dubey), Mesûd Hamid (xwendekarê ragihandinê, Parîs), Bedirxan Elî (nivîskarê siyasî, Saudiya Erebî) û Sîrwan H. Berko (radyoya elmanî WDR). Pênc ji van kesan ji xebata xwe ya di warê ragihandina pîşeyê de dijîn û du xwendina zanistî di warê ragihandinê de dikin.
4.   Yek ji beşdarên ji derveyî welêt, piştî ku vegeriya mala xwe ji rûpela xwe ya facebookê de tiştek baş di civînê de nedît. Rexneya wî balkêş e eger mirov bizanibe ku ew beşdar, ku di dezgeheke erebî ya mezin de dixebite, piraniya dema xwe di hotêlê de derbas kir û giring nedît ku beşdarî civînan bibe. Piştî ku vî camêrî nirxê bilêta xwe ya balafirê ji wezaretê stend û sê şevan mêvanê wezaretê bû, ew vegeriya welatê xwe. Rexneya wî zêdetir di wî warî de bû ku navê wî ne di lîsteya 12 kesan de bû ku di çar panalan de babetên girêdayî bi ragihandinê ve pêşkêş kirin.
5.   Civîna medyakaran di avahiya Yekîtiya Nivîskarên Duhokê de pêk hat. Di herdu rojên civînê de Yekîtiya Nivîskarên Duhokê pêwîst nedît ku nûnerekî xwe bişîne û pêşwaziya mêvanên xwe bike. Herweha balkêş bû ku çalakî hema bêje ji aliyê dezgehên nêzîkî PDK-Iraq ve li parêzgeha Duhokê ve hat boykot kirin. Diyar e ku hîn şerê sar di navbera PDK û YNK de heye û vê carê medyakarên ji Kurdistana Sûriyê bûn goriyên vî şerê sar, tevî ku ew mêvanên hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, ku cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî serokê wê ye!
6.   Berî derketina ji Duhokê komek ji rojnamevanên beşdar serdana kampa penaberên kurd ji Sûriyê li Domîz kir û raport amade kirin.
7.   Piştî civîna li Duhokê medyakarên ji Kurdistana Sûriyê berê xwe dan Silêmaniyê û bûn mêvanên kanalên televizyonê KNN (kanala Tevgera Goran) û Gelê Kurdistan (kanala YNK). Herdu kanal bi bernameyên rojane bi berfirehî behsa bûyerên li Kurdistana Sûriyê dikin. Mixabin dezgehên ragihandinê yên nêzîkî PDK, bi taybetî Zagros Tv, ku ew jî xwedî bernameyeke rojane li ser Kurdistana Sûriyê ye, pêwîst nedît ku medyakarên ji Kurdistana Sûriyê bînin cem xwe û xebata xwe nîşanî wan bidin.
8.   Li Helebçeya şehîd medyakarên ji Kurdistana Sûriyê bûn mêvanên nûnerên goriyên Helebçeyê. Ji bilî serdana monumenta Helebçeyê û pêşkêşkirina agahiyên li ser komkujiya li Helebçeyê di 16ê adara 1988ê de nûnerên goriyên Helebçeyê herweha mêvanên xwe birin ser goristana taybet ji bo goriyên komkujiyê. Aras Abid Ekre, serokê Komela Qurbaniyên Kîmyabarana Helebçe, ku 12 endamên malbata wî di komkujiyê de şehîd ketin û ew ji mirinê filitî, ji me re got ku ew bi navê komeleya xwe hêvî dike ku li Kurdistana Sûriyê Helebçeyeke duyem pêk neyê.
9.   Li Hewlêrê medyakarên ji Kurdistana Sûriyê ji aliyê serokê Parlamenta Kurdistanê Dr. Ersalan Bayîz û Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Dr. Kawa Mehmûd ve hatin pêşwazî kirin.
10.       Piştî ku bername bi dawî hat, dora deh kesên ji Kurdistana Sûriyê yekser di rêya wezaretê re vegeriyan malên xwe. Yên mayî li ser daxwaza xwe û bi inîtsyatîva partiyeke kurdî li Sûriyê serdana devera Barzan kir û şeveke din li Duhokê man. Tevî ku wezaret ne berpirsyara vê serdanê bû, çimkî bernameya wê bi dawî hatibû, kesên beşdar li „kolanan sêwî“ neman, wek ku di nûçeyeke malpera Avestakurd de hatiye weşandin. Diyar e ku nivîserê wê nûçeyê xwestiye hinek reklamê ji berpirsên PDK li Duhokê çêbike, ew berpirsên ku xwedî li mêvanên xwe derneketin!

11.       Komîteyek ji pênc kesan dê di dema bê de li ser bicîanîna biryarên civîna li Duhokê (peydakirina derfetên ragihandinê ji bo medyakarên kurd li Sûriyê, perwerdekirina rojnamevanan û vekirina kanaleke televizyonê ya taybet ji bo Kurdistana Sûriyê) bixebite.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…