xebata Osman Sebrî ya siyasî li sûryê – Qûnaxa paşîn (3)

M.Emîm Sadûn

Piştî dûrbûnekê Ji meydana siyasî, ku çend salan vekêşa , bê hêvîtiyê Nekarî xwe di dil û canê Wî de bi cih bikê,ji ber dizanî dema bê hêvîtî reh û şaxên xwe berdidin di dil û canê Mirovî de buhara dil diçilmisê û dibê Kaniya kul û xeman ,û pê re dimerçiqê ,rêç û rêbaz li ber çavan wenda dibin,hêvî û omîd hêlîna xwe berdidin û difirin , li şûnwaran venagerin û nazivirin , wê demê Mirov ji mirovatiya xwe ya nêvnas û kesatî havî dibê û dûr dikevê ,şûn û têgera mirov di çivakê De bê pêjin dilivê û bi dengekî kerr û şikestî dibunijê.
 ji ber vê yekê , di qutbûna xwe de, gelek çalakiyên rewşenbîrî û toreyî yên bi nerx û buha sazkir û hûnand, bi wan kela dilê Xwe yê birîndar hênik û fireh dikir, bi gotinin nazik û peyvin tenik, hest û nestek sivik , , hizir û bîrekli ber   kûr, tev di gemyeka ciwan de ,li ber ba û bahozeka sar û dijwar radixist, raman û bîr ji kaniya  dilê Bendewar , mîna pêteka sor li ber bageşeka tûj didêra û ber ba dikir, pête…hêdî-hêdî rê li ber çavan ronî dikir û rêbaz di hiş û mejî de diyar dikir. dawiyê Gemî li ber ava çemekî rawesta, û pê re hizir û bîr , raman û boçûn jê hat daweşandin.Osman di gel çend zana, pispor, bîr ber, rewşenbîr û welatperwerên kurd di sala 1957 an de , li kurdistana sûryê, partiyek bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê Damezrandin. Osman bû sikirtêrê Partî û rêbaza wê di belavokekî de, bi zimanê Kurdî û di bin navê Rêzana Partî de hat berhevkirin û li ser qapê Wê belavokê Armanca Partî di bin nav û nîşana Yekbûn û Rizgarkirina Kurdistanê De hat dest nîşankirin û di nav rûpelên wê de reng û şêwazê kar û xebata Partî da xûyakirin .
di tebaxa sala 1960 an de , Osman Sebrî bi hin hevalên xwe re hat girtin û di zêndanê de bi ser bilindî û mêranî ala pêdarî û berxwedanê Bilindkir û berevanî yeka şêrane di ber rêbaza Partî de kir ,û kiryar û şêweyê eşkence û lêdanê hetikandin.
Di sala 1962 an de , ji zêndanê hat berdan û ber bi Bêrotê ve revî û li wir bi cih bû ta dawiya sala 1963 an de . lê ne dendika xebatê û ne derdê Welêt,ne jî reh û germiya mêranî yê û hêvî û roniya çira azadî yê di dammarên wî de ziwa ne qerisîn. li ser gazî û nalîna derbeder û perîşanan berdewam ma  û netebitî. evê Di dil û canê Neyar û dijminan de agirê Zikreşî û tepeseriyê Gurrkir û dîsan di sala 1964an de , lib ajarê Helebê Tevlî hin hevalên xwe hatin girtin. lê ewê Xweragirtina mêranî ji alê Osman û hin hevalên wî ve, cara pêşîn di zêndanê de, bû egera eşkerekirin û piştgirtina Partî ya Demokrata kurdistana ev xelat û alîkarî ji serwerê şoreşa Di van girtin û berdanan de, gelek tişt di serê Osman de zelalbûn û mirov  ji hev hatin naskirin û veqetandin, bi teybetî di serkirdayetî ya Partî de. mirovna xwe di ber rêbaza Partî de berpirsyar nedîtin, çI di zêndan ê de û çI ji derveyî zêndanê û xwestin rêbaza Partî ji naverok û rastî ya wê ya netewî dûr bikin. dawî yê bi eşkere nêrînên xwe yên tirsonek û serşor belavkirin, dema gotin :em kurd li sûryê Kêmayî ne, lê di rêbaza Parti de, hatibû ku kurd di sûryê De li ser xaka xwe ya dîrokî ne û ev xak parçeyeke ji Kurdistanê û gelê Kurd  netewe ya diduwane, diwelêt de tê dîtin û jimartin,û dîsa gotin …Partî gereke bibê Komeleka rewşenbîrî û çivakî ne ku wek rêxistineka siyasî werê Dîtin .
Osman rêberî ya Partîkir û pêvajoya xebatê ber bi pêşve bir, dijî asteng û girêftarên nejadperist û şovonistan de sekinî ,rîp û pîlanên bi kîn û tirsonekan pûçkirin. evê Yekê Hişt dilê Koledaran rehet nebê û çavên wan ji qada xebatê newê Girtin.
Osman ji xwe re kirin armanc û xwestin rûbar û çemê Ava şîrîn û zelal li ser vê gulîstana siyasî û toreyî, dibistana netewî û perwerdeyî bigirin, canî di singa wî de bi merçiqînin, hêvî û omîdan di dilê Wî de bi kurisînin ,çira serbestî û azadî yê di giyanê Wî de vemirînin. tevî rengê Zirt û lêdanê,girtin , sergunkirin û lêdanê li ser badan, mifa nekir û ji bîr û ramanên xwe neket û peya ne bû .
Di sala 1969 an de, û piştî ku bê çare man , berî dan kurmê Darê û kurim hişyar kirin û hejandin, di berê de pêşiyan gotine :(kurmê Darê Ne ji darê Bê hişkî û ne mana darê Nîne).bi rê yah in mirovên dilgemar û bênteng ,nezan û zikreş Osman tewanbarkirin û ji serokatiya Partî hat dûr êxistin.lê ji rastî ya dîrokê Re û berçavkirin û parastina mafê Her kesekî û her mirovekî dilsoz û xemxwarê Kurdînî yê û divê her kes bizanê û bi bihîzê, ku kesên ew beryar dayîn îro ew bi zimanekê Zelal dibêjin:(Osman mirovekî welatperwerbû, dilsoz û dilpakê Kurdînî yê bû, rolekê Wî yê bilind û giring di hişyarkirin û vejandina ramyariya netewî û rewşenbîrî de li sûryê Heye û di warê Siyasî û rojnamevanî de jî lehîst ye, mirovekî canfida û merd bû, bi jana belengazan dihesa û di kûrî ya derya kul û xemên wan de wenda dibû ……hd)
Piştî wê beryara ne dademend û sedmixabin, Osman xwe ji nava meydana siyasî kêşand ji bergehê kar û xebatê dûr ket û bi hêvîn beravêtî ,  bi keserin diltevzîn, xem û xeyalên xwe kom kirin û dest û rûyên xwe şûştin û tûrê hêvî û omîdan avête milên xwe û bi bangek melûl ,hewarek lal di derya ya kûr û bê binî de werbû, bîr û raman di rojeka peyîzî de, li ber bahozeka tûj û dijwar berdan û xwe ji wan tevan rizgarkir.
Di roja 11-10-1993 an de ,canê Pak û rewan milê Xwe tewand û nema karî di bin barê Kul û derdan de ,êş û azaran de rawestê, serî danî, xatir xwestin,hêstirên ziwa ji kaniya çavan qerisîn, piştî jiyekê Dirêj di dan û merdî yê de, di ber millet û welat de borand, giha karwanê Nemiran û li goristana gundê Berkevirê Nêzîkî bajarê Dirbêsî yê veşartin û bi vî rengî kanî ya Apo Osman ziwa bû , gul û kulîlkên gulîstana wî çilmisîn û pelê darên
 daristana wî qermiçîn û werihan û rûpelek zêrîn û rengîn ji rûpela qehremanekî hat girtin û qulpandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…