Gotar

Bengewaz

Ebdisselam Xoce – Hewlêr

Bê gûman rêkeftina Hewlêr û di pey re damezirandina desteyî balayî kurd di navbera her du hêzên sereke li rojavayî Kurdistan ,encumena niştimanî û encumena gel,destkefteke pîroz bû û gelek omîd û hêvî li ser hatin avakirin.
Lê roj bi roj diyar dibe ku ev bêngav têk diçe û nakokiyên ku nakevin xizmet û berjewendiyên gelê kurd derdikevin holê û ev bû ya ku gelê kurd nedixwest.
-di vê derbarê de ne pêwîst e û ne girîng e ku em sedemên neçespandina rêkeftina Hewlêr bidin diyarkirin bi qasî em çareseriyan bidin diyarkirin û bi kiryarî xalan deynin ser tîpan.
Bê guman ev zêdî sal û nîv derbas bû li ser şoreşa azadiyê li Sûrî bi giştî û li rojavayî Kurdistan bi taybetî û diyar bû ku tevgera konevanî û gelê kurd dikarîbû deverên xwe biparêze û ew arîşeyên mezin diyar nebûn û xwe dan nasîn wekû beşek berçav di şoreşê de û weke hêzek serbixw .
-li vir diyar dibe ku roj bi roj tabloya konevanî (siyasî) zelal dibe ku wê guhertin bibe û ev rêjîm wê bê rûxandin û bê guman wê miletê kurd beşek ji vê guhertinê be , lê ev yek wê bib sedema ku em bi mêjiyekî kurdayetî raman bibin û em xwe dûrî berjewendiyên kesayetî û partîtî dûr bixînin .
Erkê netewî û niştimanî ferz dike ku em rêkeftina Hewlêr û yekitiya gotina kurd biparêzin ,û bengewaziyê bidin hemû hêzên kurdistanî ku bi rola xweyî dîrokî rabin û bi rastî li vê yekê meyzînin û destê tu hêzê negrin li ser hesabê hêzeke din, miletê kurd û berjewendiyên wî di ser hemû tuştan re ye çimkî bê yekitiya helwest û gotina kurd qet em nikarin mafê xwe misoger bikin , derfeteke zêrên hatiye û gelê kurd omîdewar e ku bê par jê nemîne û ger ev nebû û gihaşte asta birakujiyê wê miletê kurd têk biçe .
Li dawî gelê kurd ketiye metirsiyeke mezin ji têkçûna vê rêkeftinê lewra dibêjim destên we diramûsim vê yekitiyê biparêzin ,piparêzin,parastina wê serkeftina mafê miletê kurd e.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…